Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e

  • rojane
  • 09:01 23 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Ragip Dûran diyar kir ku çapemeniya kurd ku ji bo her kesî bi rolek pir girîng radibe bi nûçeyên xwe yên asoya mirovan ronî dike, deshilatê nerihet dike û got li Tirkiyeyê herî zêde rojnamevan di vê serdemê de hatine girtin. 

Li Tirkiyeyê 24'ê Tîrmehê wekî salvegera rakirina sansûrê tê pêşwazîkirin. Di 24'ê Tîrmeha 1908'an de dema ku Meşrîtiyet hat ragihandin, rojnamevanan biryar girt ku rojnameyên xwe nîşanî lijneya sansûrê nedin û nehêlin karmendên sansûrê bên buroyên wan. Ev dîrok, yanî 24'ê Tîrmehê di sala 1948an de bi biryara Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê wekî Roja Têkoşîna Ji Bo Azadiya Çapemeniyê hat ragihandin. Rojnamevan 24’ê Tîrmehê ku wekî Cejna Çapemeniyê jî tê binavkirin, bi têkoşîna li dijî sansûr û zilmê pêşwazî dikin.
 
Li Tirkiyeyê ku di rêzên dawî yên azadiya çapemeniyê ya cîhanê de ye, roj bi roj tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe. Qanûna sansûrê ya di dema Îstibdata Ebdulhemîdê II'yan da hat pêkanîn, piştî 114 salan desthilata niha dixwaze heman qanûnê cardin pêk bîne. Ji xeynî sansûrê li Tirkiyeyê rojnamevan bi girtin, binçavkirin û bêkariyê re ji rû bi rû ne. Li gorî rapora meha hezîranê ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), bi 16 rojnamevanên ku di 16'ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin re li Tirkiyeyê hejmara rojnamevanên girtî bûye 76 kes.  
 
Rojnamevan Ragip Dûran ji duh heya niha azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê nirxand.
 
ROJNAMEVAN HERÎ ZÊDE DI VÊ SERDEMÊ DE HATINE GIRTIN
 
Dûran bi lêv kir ku li welatekî ger hejmara rojnamevanên girtî zêde bin, ev yek nîşan dide ku li wî welatî azadiya çapemeniyê tune ye. Dûran destnîşan kir ku ji sala 1831'ê vir ve li Tirkiyeyê herî zêde rojnamevan di vê serdemê de di girtîgehê de ne. Dûran bi bîr xist ku bi taybeta piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê nêzî 200 rojname, radyo, televîzyon, kovar û malperên înternetê hatine girtin û li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tune ye.
 
REWŞA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ
 
Dûran got: “Pîvanek din a ku qalîte û asta azadiya çapemeniyê diyar dike ew e ku bê di hemû saziyên çapemeniyê yên heyî de cihê dîtin û nêrînên desthilatê çi qas e. Ger li welatekî di naveroka organên çapemeniyê de ji sedî 50 zêdetir propagandaya desthilatê bê kirin, ev yek delîla nebûna azadiya çapemeniyê ye." 
 
 HELWESTA ‘FAŞÎZAN’
 
Dûran anî ziman ku di sala 1908'an de rojnamevanan sansûrê ji holê rakiriye, lê belê ev yek tenê demeke kurt dewam kiriye û li Tirkiyeyê sansûr her tim hebûye. Dûran bi bîr xist ku 114 sal berê sansûr hatiye rakirin û bal kişand ser qanûna sansûrê ya ku desthilatê ew berpêşî Meclisê kiribû û hevdîtinên wê hatibûn taloqkirin. Dûran di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li cihekî tê gotin, 'Eger mebesta hin peyamên medyaya civakî têkbirina yekîtiya neteweyî be, cezayê girtîgehê ji 12 mehan dest pê dike.' Ev peyv di vir de peyva di wesfa mifteyê de ye. Dewlet dê di peyaman de li niyetê bigere. Mesela eger welatiyê te twîteke wekî 'Li gorî duh îro benzîn ji sedî 5 zêde bûye' belav bike, dê bibêjin 'mebest ji vê yekê çi ye? Ma wî ev peyam ji bo parçekirina dewletê belav kiriye?' Dê wî/ê kesî/ê bigirin û bavêjin girtîgehê. Di metnê de nêzîkatiyeke faşîzan heye." 
 
‘ARMANCA SANSÛRÊ'
 
Dûran têkildarî ku desthilatê çima qanûna sansûrê cardin xistiye rojevê ev tişt gotin: “Dîtin ku ew çapemeniya klasîk a ku heya niha di destê wan de ye û bi milyaran pere ew bi dest xistin têra xwe ne bibandor e. Fêm kirin ku medyaya civakî bibandortir e. Hewl didin ku medyaya civakî têxin bin kontrol xwe. Ev qanûn bi mantiqa 'Eger tiştekî li hemberî me bê kirin em wan bidarizînin, ceza bikin û bavêjin girtîgehê' hatiye amadekirin."
 
Dûran diyar kir ku desthilat dê bi qanûna sansûrê nikaribe pêşî li ber hilweşîna xwe bigire, lê tenê dikare wê hinekî taloq bike. Dûran anî ziman ku hemû hêzên siyasî yên desthilatdariya wan ji dest wan çûye êrişkar bûne. Dûran detsnîşan kir ku li Tirkiyeyê desthilata heyî gava biçe dê bi sûcine girna bê darizandin û wiha got: "Yên li ser desthilatdariyê naxwazin vê rîskê bigirin. Ji bo desthilatdariya xwe bidomînin, bi vî rengî hewl didin ku muxalefetê bitepisînin, nehêlin karên derqanûn û nerewa bên bihîstin." 
 
Dûran anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek saziyên çapemeniyê rasterast an jî nerasterast di bin kontrola "Qesrê" de ne û got, ev saziyên çapemeniyê her tim propagandaya hikûmetê dikin.
 
Dûran bilêv kir ku li Tirkiyeyê hebûna siyasî ya kurdan û çalakiyên wan ji hemû muxalîfên din cudatir e û got, têkiliyên kurdan yên bi desthilatê re xwe disipêrin nakokiyeke strukturel. Dûran destnîşan kir ku di navbera hebûna kurdan û dewleta tirk de bi taybetî ji sala 1925’an û vir ve pevçûn û nakokiyeke nelihevatinê heye û got: “Ji ber ku pêkhateya siyasî ya kurd li dijî cewherê desthilata tirk e. Ev cewher çi ye? Înkarkirina kurdan û hebûna wan e." Dûran destnîşan kir ku partiyên din ên li welêt ên wekî CHP, ÎYÎ Partî û DEVA di mijara pirsgirêka kurd de ji hikûmetê cudatir nafikirin û wiha got: “Lewma di warê konjonkturî de hin muxalifbûna wan heye, lê di warê meseleya kurd de di navbera AKP’ê û muxalefeta fermî de tu cudahî nîn e. Muxalefeta kurd jî ne konjekturî ye. Kurd ji ber atmosfera heyî mixalifiya rejîma qesrê nakin, muxalefeta kurd ji sala 1925’an ve muxalefeteke strukturelî ye." 
 
‘MUXALEFETA HEQÎQÎ ÇAPEMENIYA KURD E'
 
Dûran diyar kir ku muxalefeta rasteqîn ne bi awayekî konjukturî, bi muxalefeteke ji ber sedemên strukturelî çêdibe û wiha axivî: “Çapemeniya kurdî li gorî min weki muxalefeta rastîn xuya dike. Ji ber ku li Iraqê zimanê kurdî wekî li Tirkiyeyê nehatiye qedexekirin, çapemeniya kurdî li wir hîn zûtir pêş ketbû û mezin bûbû. Mixabin medyaya kurdî li Tirkiyeyê hîn ciwan û ne temenmezin û bi tecrube ye, lê hevkarên me yên kurd hene ku di şert û mercên pir dijwar de karine pir serkeftî dikin. Çapemeniya kurd ku xebatkarên wê heya dawiyê nûçeya avêtina gundiyan a ji helîkopterê şopandin û kirin ku ev rastî li tevahiya civakê belav bibe, ji bo me hemûyan li Tirkiyeyê roleke pir girîng dilîze."
 
‘ÇAPEMENIYA KURD DESTHILATÊ NERIHET DIKE'
 
Dûran destnîşan kir ku çapemeniya ku ne girêdayî muxalafetê û ji wan serbixwe, desthilatê pir nerihet dike û got: “Desthilat, çapemeniya qesrê nikare rabe ji çapemeniya kurd re bibêje 'hûn CHP'î ne.' Ne ji ber ku ne wisa ye. Em bûne şahid ku çapemeniya kurdî dema ku pêwîst be rexneyên pir tund û durist li CHP'ê dike. Her wiha çapemeniya kurdî bi bi girtina wêne û dîmenên zilm û çewisandina li herêmê desthilatê nerihet dike û ev tiştekî pir asayî ye."
 
TÊKOŞÎN
 
Dûran bertek nîşanî girtina 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin da û got: “Ev rewşeke gelek acîz e." Dûran anî ziman ku beriya niha ew û çend rojnamevanên hatine girtin bi hev re xebitîne û got: "Ma ev duh bûne 'endamên rêxistinê'?" Dûran destnîşan kir ku tiştên rojnamevan pê hatine sûcdarkirin tiştine nepêbawer in. 
 
Dûran di dawiyê de anî ziman ku têkoşîna ji bo parastina azadiya çapemeniyê qels e û got, divê têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê berfirehtir bibe.
 

Sernavên din

25/07/2022
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin