Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin

  • jin
  • 13:58 24 Tîrmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN  - Yekemîn Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn ku di 22’yê tîrmehê de li Qamişlo hat lidarxistin bi encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku hewcehî bi xurtkirina hevgirtina jinan heye û dê bi hevgirtina jinan destkeftiyên şoreşê bên parastin. 
 
Yekemîn Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn di 22’yê tîrmehê de bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û pêş bixin” li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo hat lidarxistin. Forum, bi minasebeta 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava hat lidarxistin û dur rojan domiya.  Forum bi biryarên girîng ên derheqê pêşxistina têkoşîna jinan û encamnameyê bi dawî bû. 
 
Encamnameya forumê bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin. Encamname ji hêla endama Yekitiya Jinên Suryan Îlham Mitlî û endama Komîteya Têkiliyan a Kongreya Star Pencewîn Elî ve hate xwendin.
 
Encamname wiha ye:
 
''Foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  di 22 û 23'yê tîrmeha 2022'yan de li bajarê Qamişlo li dar ket. Ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê 200 jin beşdar bûn. Her wiha gelek jinên ji Rojhilata Navîn û dewletên cuda bi rêya bernameya zoomê beşdarî foruma jinan bûn.
 
Jin û rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn, Amerîka û Ewropayê peyamên pîrozbahiyê ji bo forumê şandin û hêviya serekftinê jê re xwestin.
 
Forum bi boneya deh saliya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji aliyê 7 rêxistinên jinan; Kongreya Star, Akademiya Jineolojî, YPJ, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Suryan û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat organîzekirin.
 
Armanca sereke ya vê forumê nirxandina pêvajoyên şoreşa jinan û encamên ku bi xwe re anîn e. Her wiha da ku perspektîfên têkoşîna parastina şoreşa jinan û pêşxistina wan werin dayîn.
 
Di vê çarçoveyê de gelek mijarên wekî encamên têkoşîna 10 salan a şoreşê, êrişên li ser şoreş û berxwedana jinan û bandora şoreşê li ser xeta têkoşîna jinan li Kurdistanê, Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin.
 
Fermandara YPJ û HSD'ê û YAT'ê Jiyan Tohildan û du fermandarên din ên YPJ'ê Roj Xabûr û endama YAT'ê Barîn Botan dema ji forumê vedigeriyan, rastî êrişa hovane ya dewleta tirk a faşîst hatin û şehîd bûn. 
 
Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin û vê forumê diyarî giyanê şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan dikin û soza şopandina têkoşîna wan, azadiya jinan, parastina hêza xweser û cewherî ya jinan didin.
 
Li ser bingeha nîqaşên ku çêbûn ji bo parastin û pêşxistina şoreşa jinan em gihîştin encamên girîng;
 
* Di 10 salên şoreşê de gavên dîrokî hatin avêtin û ji bo tevahî jinan destkeftiyên mezin hatin afirandin. Ev destkeftiyên şoreşa jinan ji bo tevahî cîhanê bûn hêvî. Ji bo mezinkirin û mayîndekirina vê şoreşê di foruma me de biryara bilindkirina têkoşînê hat girtin.
 
* Şoreşa jinan bi êrişên tund re rû bi rû ye û hê jî hemû armancên xwe pêk neaniye. Ji bo mîsogerkirina şoreşê pêwîst e em destkeftiyên wê her dem zêde bikin û bikin malê hemû jinan.
 
* Qanûnên jinan wek destkeftiyeke sereke ya şoreşê hat nirxandin. Ji bo pêkanîna qanûnên jinan divê ku di asta Sûriyeyê de têkoşîn bê kirin û xurtkirin.
 
* Di asta Sûriyeyê de kombûnek wiha ya jinan pêkanîn bi xwe serkeftineke mezin e lê di heman demê de girîngiya pêşxistina tifaqên demokratîk ên jinan dide ber çav. Pêwîst e em hevgirtina jinan di asta Sûriyeyê de hîn bêhtir xurt bikin.
 
* Bi zanebûna ku şoreşa jinan berî her tiştî şoreşeke hişmendî ye em biryara bilindkirina têkoşîna hişmendiya azadiyê didin.
 
* Rizgarkirina hemû jinan ji dagirkerî, esaret û ji zindanan erka me ya sereke ye. Bi vê armancê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Bi taybetî ji bo ku bajarên wek Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ne bên rizgarkirin, divê em têkoşîna xwe xurtir bikin.
 
* Êrişên qirkirinê herî zêde li ser jinan tên meşandin. Divê jin li hemberî hemû cureyên êrişê ku ji aliyê hêzên dagirker û hişmendiya zilamperest ve pêk tên xwedî hêza xweparastinê bin û divê jinek jî bê parastin nemîne.
 
* Bi zanebûna ku çareseriyeke demokratîk û mayînde bê îradeya jinan ne gengaz e divê beşdarbûna jinan di biryarên siyasî de bê mîsogerkirin û mafên jinan bi nêrîna jinan di destûra Sûriyeya pêşerojê de cih bigrin.”
 

Sernavên din

25/07/2022
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin