Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin

  • rojane
  • 09:50 26 Tîrmeh 2022
  • |
img

DERSIM - Di sala 1994’an de dewletê gundê Roşnekê yê Dêrsimê vala kir û şêniyên gund jî di avahiyên dewletê yên dibistan, kilînikên tenduristiyê de bi cih kirin. Malbata Bozkurt ku li kilînika tenduristiyê veguherandibû malê lê ji aliyê leşkeran ve hatin derxistin û niha di kon de dimînin. Malbatê xest ji wan re xanî were çêkirin û naxwazin dest ji welatê xwe berdin. 

 
Li Dersimê di sala 1994’an de 85 gund bi ferzkirina cerdevaniyê hatin valakirin û şewitandin. Yek jî wan gundan jî gundê Roşnek û mezraya gund Korpixê yên bi ser Dêrsimê ve ne. Ev mezra di sala 1994’an de ji aliyê dewletê hat valakirin. Malbata Bozkurt ku li mezraya Korpixê dimîne, li dijî valakirina gund derketin û 3 mehan li ber xwe dan.  Piştî 3 mehan di demsala zivistanê de malbata Bozkurt neçar ma ku ji gund derkeve. Malbat li derve dimîne û paşê diçe li gundê Bornek ê ku dikeve ser rêya Pilemuriyê dimîne. 
 
Malbata Bozkurt li gundê Bornekê kilînika tenduristiyê ji xwe re vedguherîne malê û bi kirê di malê de dimîne. Lê dewletê destûr neda ku malbat li vir jî bijî û di 25’ê heziranê de bi sedan leşkeran avêtin ser malê û malbatê ji wê malê derxistin. Malbatê wê berxwedana ku ji bo gundê xwe dabû niha jî ji bo xaniyê xwe dide. Mehek e malbatê li ber mala xwe ya kon veda ye û di vî konî de dijî. Malbat ji ajansa me re axivî û pirsgirêkên xwe anî ziman. 
 
‘LEŞKERAN 2 MALBAT LI BER ÇEMÊ ROJ QETIL KIRIN’
 
Elîf Bozkurt derbarê mijare de anî ziman ku di sala 1994’an de leşkerên dewlet avêtine ser gundê û wan û bi zext û tundiyê xelkê ji gund derxistine. Bozkurt diyar kir ku leşkaran li ber çemê Roj dû malbat qetil kirin û wiha qala wan rojan kir: “Gef li gundiyan dixwarin û digotin, ‘Heke hûn ji gund dernekevin em ê we jî wekî wan bikûjin’. Li derdora gundê me kon vegirtin û her tim ji me re digotin, ‘Gilî heye divê hûn ji gund derkevin’. Em 5 malbat li gund man, hemû şêniyên gund neçar man ku derkevin. Ji bo ku em derkevin şev û roj zext û tundî li me kirin. Êdî em jî neçar man ku gundê xwe biterikînin. Meha nîsanê bû û baran dibarî û em bi tevî sewalên xwe ve li derve man. Cihê ku em ê biçûna nebû. Paşê fermandarê qereqolê mifte da me û got, ‘biçin li kilînika tenduristiyê bimînin’.” 
 
‘CARA 3’YEMÎN E ME JI MALA ME DERDIXIN’ 
 
Bozkurt bi lêv kir ku piştî di kilînika tenduristiye de bi cih bûne 2-3 salan kirê nedane û li gel ku wir veguherandine malekê jî 3 salan bi kirê di wir de mane. Bozkurt anî ziman ku vê avahiya kavil bû kirine mal û got: “Me ji xwe re sol nedikirîn da ku em bikaribin kirêya xanî bidin. Ji bo ku deyndar nehatina ber deriye me em bi roj û şevê ji bo kirê dixebitîn. Her meh me 2 milyar kirê dida. Di sala 1997’an de jî me ji xanî derxistin. Cara 3’yemîn e me ji mala me derdixin. Gotin derbarê we de gilî heye û me ji malê derxistin. Em zivistanê 7 mehan li ber derî man. Heta havînê destûr nedan ku em bikevin xanî, havînê dîsa em di xaniyê xwe de bi cih bûn.”
 
‘ZILMA 1994’AN DÎSA LI ME KIRIN’ 
 
Bozkurt da zanîn ku di meha gulanê de karmendên ji Midûriyeta Bajarvaniyê çûne ber deriye wan û ji wan re gotine, “derbarê we de gilî heye divê hûn ji xanî derkevin.” Bozkurt diyar kir ku je re gotine keyayê gund jî îmza daye ku ji xanî derkevin. Bozkurt destnîşan kir ku heke keya nebûna nedikaribûn wan ji gund derxin û got: “Dibêjine gilî heye, armanca kesên giliyê me dikin ew e ku bên li vir cih bibin. Paşê ew çûn. Me jî got dibe ku êdî neyên. Lê di meha hezîranê de bi sedan leşker dora mala me dorpêç kirin. Leşker li her derê bi cih bûn û ji me re gotin ‘divê hûn ji malê derkevin’. Deriyê me şikandin û tiştên me avêtin derve. Zilma ku di sala 1994’an anîn serê me îsal dîsa li me kirin.” 
 
‘EM DIXWAZIN LI SER AXA XWE BIJÎN’
 
Bozkurt bi lêv kir ku mehek e ew di konên vedane de dimînin û ji ber ku ceyran tune ye ew perîşan bûne. Bozkurt destnîşan kir ku wan ceyran kişandiye xanî û tiştên ku wan kirine jî di hundir de mane. Bozkurt diyar kir ku debara wan tenê li ser sewalkariyê ye lê niha ew jî ji deste wan çûye û wiha pêde çû: “Konê ku niha em lê dimînin jî yê birayê min e. Heke ew jî vî konî ji me bigre tiştek di deste me de namîne.  Wê deme em ê biçin ku, em jî nizanin. Em tenê dixwazin ku xaniyek me jî hebe. Lê derfetên me têrê nake ku em xaniyek çêbikin. Ji ber vê em dixwazin ku kesên ku derfetên wan hene bila alîkariyê bidin me. Em naxawazin ku biçin cihek din. Em dixwazin ku li ser axa xwe bijîn.”
 
‘DEWLETÊ ME DERXIST’ 
 
Mehmed Bozkurt jî da zanîn ku dema gundê wan hatiye valakirin ew hatne li klînîka tenduristiyê bi cih bûne û gelek mesref li malê kirine û wiha got: “Heke em nehatina li vir bi cih nebûna niha ev avahî jî nebû. Di sala 1994’an de ji heta niha 15 salan em bi kirê li vir rûdiniştin. Me di şevekê de bi 2 milyaran av û ceyran anî vir. Ev der me çêkir lê niha dewletê me ji vir jî derxist. Cihek ku em ê biçnê nîne. Ji ber rewşa me ne baş e em nikarn tiştekî jî bikin. Dema em hatin li vir bi cih bûn, hem haya keya jê hem jî haya qereqolê jê hebû. Ne ceyran ne jî ava me heye. Di meha gulanê de karmendên dewletê hatin û xwestin em mala xwe vala bikin. Me got belkî me dernexin lê me derxistin.” 
 
‘EM NAXWAZIN DEST JI WELATÊ XWE BERDIN’ 
 
Bozkurt di dawiyıa axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber krîza aborî heye tiştek ji deste wan nayê û xwest ku kesên xêrxwaz alîkariya wan bikin. Bozkurt anî ziman ku dixwazin li gundê xwe bimînin û got: “Em naxwazin ji gundê xwe derkevin. Heke nikarin li bajaran bijîn, em ê li ser erdê rakevin lê dîsa jî em naxwazin dest ji welatê xwe berdin.” 
 
MA / Mahmut Altintaş - Mujdat Can 
 

Sernavên din

28/07/2022
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin