‘Mifteya şikandina tecrîdê di destê me de ye divê em rabin ser pêyan’

img

AMED - Welatiyên ku tev li mitînga HDP’ê ya di 6’ê tebaxê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bûyîn bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Mifteya şikandina tecrîde di destê me de ye, divê li dijî tecrîd, şer û bêhiqûqiye em rabin li ser pêyan.”

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 6’ê tebaxê de bi dirûşma, “Çareserî em in ji şer û dagirkeriyê re na” li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şer û xizaniyê li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê mitînga bakurê Kurdistanê li dar xist. Ji bajarên bakurê Kurdistanê gelek welatî tev li mitîngê bûn. Welatiyên ku tev li mitînge bûbûn bi dirûşm û çepikan bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şerê ku li çar parçeyê Kurdistanê diqewime dan.
 
Me jî li qadê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de mîkrofona xwe dirêjî welatiyên ku tev li mitîngê bûbûn kir.
 
‘EM TECRÎDA LI SER SEROKÊ KURDAN QEBÛL NAKIN’
 
Dayika bi navê Zara Kultur ku ji bo mitînge ji navçeya Sêweregê ya Rihayê hatibû, anî ziman ku 23 sal in li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan tecrîdek heye û ew jî bi daxwaza tecrîd bê rakirin tev li mitîngê bûye. Kultur, bi lêv kir ku aştî jî girêdayî tecrîda heyî ye û wiha dom kir: “Em dixwazin li hemû girtîgehan zext û zorî bên rakirin û aştî pêk bê. Ev mitîng jî bila bibe wesîleya azadiyê, aştiyê û azadiya Serok a fizikî. Ew serokê gelê kurd e û em tecrîdê qebûl nakin.”
 
‘POLÎTÎKAYA TECRÎD Û ŞER ABORIYA TIRKIYEYÊ TÊK BIR’
 
Welatiyê bi navê Haci Mehmed Emîn jî der barê mijarê de diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû gelên bindest û gelê kurd heye û wiha domand: "Dixwazin tenê nasnameyekê ava bikin. Tirk, misilman û sûnî. Dixwazin gelê kurd, ezidî, asurî û gelê bindest ji holê rakin. Dixwazin fikra Osmaniyan careke din ava bikin. Heta niha dewlet di polîtîkaya şer û tecrîdê de israr dike, lê niha aboriya Tirkiyeyê ji ber wan polîtîkayan têk çû. Ew bi xwe tiryakê difiroşin û her xirabiyê dikin lê ne terorist in. Lê belê dema em peyvekê dibêjin ji me re dibêjin terorîst. Ma terorîst gel e? Lê çi dikin bila bikin desthilata AKP’ê wê têk biçe.”
 
‘MIFTEYA ŞIKANDINA TECRÎDÊ DI DESTÊ KURDAN DE YE’
 
Welatiye bi navê Abdulmenav Tarhan ku ji navçeya Lice ya Amedê tev li mitîngê bû jî tekildarî mijare balkişand ser pêvajoya çareseriye û ev tişt anî ziman: "Wê demê bi birêz Ocalan re hevdîtin çedibûn lê niha jî dewletê konsepta şer daye destpêkirin û li çar parçeyê Kurdistanê li dijî kurdan polîtîkayên şer dimeşîne." Turhan, anî ziman ku polîtikayên şer jî bi tecrîdê ve girêdayî ye û wiha berdewam kir: “Divê em weke gelê kurd li bendê nemînin bê ka desthilatdar çi dike. Divê baş hizra xwe bikin bê ka dikarin çi bikin. Em miletekî kevnar in. Ji ber wê mifteya şikandina tecrîde di destê kurdan de ye. Bi berxwedan û çalakiyan pergal dikare paş ve gavê biavêje. Pêvajoya ku niha em tê de derbas dibin, pevajojya hebûn û tunebûnê ye. Di pêşerojê de yan kurd dê di vê sedsalê de bibin xwedî statuyek an jî dê tune bên hesibandin û înkarkirin. Ji ber vê yekê banga min li hemû kurdên xwedî rûmet ew e ku di vê pevajoyê de ew jî bifikirin, bêjin ka em dikarin çi bikin.”
 
‘EM JI BER REWŞA BIRÊZ OCALAN BI FIKARIN’
 
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mehmed Şarel jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan belavî siyaseta kurd û hemû civakê bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek endam û rêveberên HDP’ê jî niha di girtîgehê de ne. Bi polîtîkayên taybet, ciwanên kurd hînî tiryakê dikin, mebest ew e ku ciwan ji çand, ziman û nasnameya xwe dûr bikevin. Birêz Ocalan 23 sal in di bin tecrîdê de ye. Niha nahêlin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Li gorî qanûnên navneteweyî jî tecrîd sûc e. Em wek gel jî ji ber rewşa birêz Ocalan bi fikarin. Çend sal in agahî jî jê tune ye.”
 
‘TECRÎD LI HER DERÊ HEYE’
 
Jina bi navê Gurbet Dogan ku ji Êlihê tev li mitîngê bûbû jî bi lêv kir ku heke li welatekî tecrîd hebe li wê derê hiqûq hatiye binpêkirin û wiha bertek nîşan da: "Îro li her derê tecrîd heye, li hundirê malê, li bajar û kolanan tecrîd heye. Tecrîd îro hatiye asteke wisa ku bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Partiyên muxalîf jî hevkariya polîtîkayên dewletê yên tecrîdê dikin. Ji ber wê dema mijar dibe kurd an jî tecrîd ew jî muxalîfiyê nakin. Heke nikarin li dijî bêhiqûqiya tecrîdê ya desthilatê bisekinin, em nikarin ji wan re bêjin ew muxalîf in. Gelê kurd bersiva wan hemûyan wekî ku li vê qada mitîngê, dê di hilbijartinê de jî bide. Tecrîd bi berxwedana gel tê rakirin, weke mitîng an jî çalakiyan çareserî di qadan de ye. Em li qadan dikarin bersiva, şer, tecrîd û vê bêhiqûqiyê bidin.”
 
‘DIVÊ GEL RABE SER PÊYAN’
 
Welatiya bi navê Sultan Çelik jî anî ziman ku tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye û got: “Divê gelê me li dijî tecrîdê rabe ser pêyan. Daxwaza me ew e ku di serî de azadiya serokê kurdan birêz Ocalan a fizikî pêk were û hemû girtiyên me ji girtîgehan derkevin û ev şer jî edî bê sekinandin. Wekî mitîngê divê em li dijî dijmin van qadan tejî bikin û peyama xwe bidin.”
 
‘BIRÊZ OCALAN VÎNA GELÊ KURD E’
 
Dayika Sultan Azboy ku ji Êlihe tev li mitîngê bibû jî anî ziman ku tecrîdê şermezar dikin û wiha axivî: “Bila gelê kurd ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan a fîzîkî rabe ser pêyan. Ev mitîng ji bo tecrîdê ji bo girtîgehan û ji bo şer bersiveke. Anku ev tecrîd li ser hemû kurdan e. Em hemû dayik li vê qadê kom bûn û em ji rayêdarên dewletê re vê peyamê didin; kurd tu carî tune nabin û dibêjin ku Serokatî vîna gelê kurd e. Heta bi Serokatî re hevdîtinê nekin vê tecrîdê ranekin, gelê kurd wê 24 seatan li ser pêyan be. Bang li hemû rayedarên dewletên din jî dikin ku ew jî guh û çavên xwe negirin û li dijî vê yekê çareseriyekê ava bikin. Êdî bes e ji ber vê tecrîdê çend sal in ne malbat ne jî parêzer nikarin bi Serokatî re hevdîtinê bikin. Bila herkes ki dijî vê yekê deste xwe bixe bin kevir.”
 
‘BI YEKITÎ Û BERXWEDANÊ TECRÎD DIKARE WERE ŞIKANDIN’
 
Welatiye bi navê Yavûz Tasal jî diyar kir ku tecrîd bi yekitî û berxwedane dikare were şikandin û axaftina xwe wiha qedand: "Mitîngên bi vî rengî jî yekitî û berxwedana gelê kurd xurt dike. Em bi vê mitîngê dibêjin ku em hene, hûn nikarin bi zilm û îşkenceye me xelas bikin. Em bi ziman û çanda xwe li Amedê ne. Amed şeref û rûmeta me ye.”
 

Sernavên din

10/08/2022
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin
16:48 ‘Bazirganên mirovan bi wezîfedarên dewletê re hevkartiyê dikin’
16:22 Li nêzî qereqolê cenazeyek hat dîtin
16:21 7 welatiyên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:26 Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?
15:08 ‘Hûn çima nahêlin Aram Tîgran li Amedê were definkirin?”
15:04 Girtiyên bi Covîd-19’ê ketin û yên din di heman qawîşê de tên ragirtin
14:57 HDP’ê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
13:40 Li Girtîgeha Seydîşehîrê 7 girtî bi koronayê ketin
13:08 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:08 Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê: Vê talanê bidin sekinandin
12:54 Waliyê Rihayê ketina Malbata Şenyaşar a baxçeyê dadgehê qedexe kir!
12:22 MKGP’ê rapora binpêkirinan a 7 mehên dawî aşkera kir: Rojnameger rastî 161 binpêkirinan hatin
11:56 Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn
11:53 Partiyên kurd dê ‘Belgeya Helwestê’ eşkere bikin
09:31 Artêşa tirk êrişî gundên Qamişlo û Hesekê dike
09:14 ‘Mifteya şikandina tecrîdê di destê me de ye divê em rabin ser pêyan’
09:01 30 salên xwe temam kir lê berdana wî taloq kirin
09:01 Bi ser qetilkirina rojnamevan Huseyîn Denîz re 30 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2022'YAN
07/08/2022
22:42 Ciwanên HDP’î di konsera li dijî bendîbûnê de hatin gelhev
22:05 Yekane şahidê doza Licê Hatîpoglû mir
21:58 Di Mitînga Kartalê de gelan daxwaza azadiya Ocalan kir
21:27 Bûldan: Dema me qifleya tecrîdê şikand dê hemû pirsgirêk çareser bibin
20:16 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Hûn ê vîna gelê kurd nas bikin
17:22 Kesên Qada Kartalê bi devî re dagirtin: Çareserî HDP ye
17:06 HDP wê di îlonê de Tifaqa Kurdî deklere bike
15:11 PYD’ê bang li NY’ê kir: Qada hewayî li balafirên tirkan bigirin
14:13 OHD: Ji bo pêşerojeke aştiyane divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin