Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin

  • rojane
  • 11:58 10 Tebax 2022
  • |
img

RIHA - Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî kir ku li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwest bin û wiha got: “Li dijî êrişên îxtîmal, me hemû amadekariyên xwe kirine.”

 
Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê bi hemû hêza xwe hewl didin pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin. Dewleta tirk ku ji hêzên navneteweyî piştgiriyê digire, bi vê mebestê Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û niha jî bênavber êrişî herêmên din dike. Dewleta tirk van êrişên xwe niha jî bi rêya Amûrên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) didomîne. Di encama 32 êrişên bi SÎHA’yan ên Tirkiyeyê yên ji çileya sala 2020’an heta niha de herî kêm 52 kes hatin qetilkirin û 60 kes jî birîndar bûn. Bêdengiya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û ya hêzên din ên li Sûriyeyê çalak nîşan dide ku peymanên veşarî hene. Rêveberiya Xweser jî têkildarî êrişên dawî daxuyanî da û da zanîn ku ji ber van êrişan, DAIŞ dîsa ketiye nava liv û tevgerê. 
 
Têkildarî êrişên Tirkiyeyê û bêdengiya hêzên navdewletî, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid bi ajansa me re axivî. 
 
‘JINAN PÊŞENGTIYA ŞOREŞÊ KIRIN’
 
Bêrîvan Xalid da zanîn ku jinan pêşengtî ji Şoreşa Rojava re kirin û wiha got: “Kurd, ereb, xiristiyan, tirkmen û hemû gelên din parçeyeke vê pergalê ne. Di çarçoveya Projeya Neteweya Demokratîk de pergalek hate avakirin. Terora DAIŞ’ê hat qedandin û deverên dagirkirî hatin rizgarkirin. Piştre jî li 7 herêman rêveberî hatin avakirin û piştre pêdivî bi rêveberiyeke giştî çêbû. Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 2018’an de hate avakirin. Gelek ferq di navbera Rêveberiya Xweser û dewletên klasîk de hene. Rêveberiya Xweser hemû gel, reng, çand û olan hembêz dike. Hîmê dewletên klasîk jî yekperestî ye. Lewma jî Rêveberiya Xweser bo hemû gelên cîhanê bûye hêvî. Baweriya me ew e ku pergala Rêveberiya Xweser piştî Sûriyeyê dê li hemû cîhanê belav bibe. Cara ewil hemû gelan li vê derê çand û zimanê xwe bi destê xwe birêve birin.” 
 
‘NETEWEYA DEMOKRATÎK WEKE GEFEKÊ DIBÎNIN’
 
Di berdewamê de Xalid destnîşan kir ku jinên kurd bi pêşengtiya xwe ya di Şoreşa Rojava de ji bo hemû cîhanê bûn mînak û ev tişt anî ziman: “Bi vê pêşengtiya xwe nîşan dan ku di her qadê de hene. Vê serkeftina jinan Tirkiye aciz kir. Lewma ji roja destpêkê heta niha êriş dike. Projeya neteweya demokratîk bo xwe weke gefekê dibîne. Lewma Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Niha jî deverên din dagir dike. Naxwaze avadaniyeke demokratîk cîranê wê be. Bi van êrişan dibêjin; ‘em demokratîk nabin û mafê tu gelan nadin.’ Li herêmên dagirkirî yên di bin kontrola dewleta tirk û komên terorîst de her roj binpêkirinên mafan çêdibin. Her roj sûcên şer dikin. Mirovan qetil dikin, çandê diguherînin û dîrokê dirûxînin. Bi darê zorê demografyaya herêmê diguherînin. Yek ziman, yek al û yek oliyê li civakê ferz dikin. Li pêş çavên hemû cîhanê sûcên şer dikin. Lê yek saziyeke navneteweyî dengê xwe nake. Tirkiye jî ji vê sûd digire û êrişan didomîne.” 
 
‘DEVERÊN SIVÎLAN HEDEF DIGIRIN’
 
Bêrîvan Xalid, got ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê di demên dawî de zêde bûne û wiha bertek nîşanî bêdengiya hêzên koalîsyonê da: “Beriya dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî jî gefên êrişan hebûn lê hêzên navneteweyî rê li ber negirtin. Niha dîsa gefan dixwin û êriş zêde bûn. Êrişî cihên sivîlan dikin. Tirkiye di dema êrişan de ferq û cudahiyê naxe navbera sivîl û leşkeran. Di van êrişan de gelek zarok, jin û kal şehîd dibin. Gelek siyasetmedarên sivîl hedef hatin girtin. Mafên mirovan binpê dikin. Hêj 3 roj berê me 2 zarok defin kirin. Ne tenê ji hewayî, bi tank û topan jî êriş dikin. Lê hêzên ku xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke garantor dibînin, bertekeke micid nîşan nadin. Lewma ewqas sivîl tên qetilkirin.”
 
‘DIXWAZIN TOLA DAIŞ’Ê HILÎNIN’
 
Xalid, axaftina xwe wiha qedand: “Dixwazin bi van êrişan re herêmê bidin valakirin û gel bitirsînin. Piştre jî dixwazin herêmê dagir bikin. Lê gel tevî hemû êrişan jî bi israr li ser xaka xwe dimîne. Gel, pergala Rêveberiya Xweser ecibandiye û ji bo parastina wê her tiştî dike. Tirkiye dixwaze li herêmê qirkirinê bike û tola DAIŞ’ê hilîne. Lewma êrişî şervanên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine, dike. Jiyan Tolhildan jineke şoreşger bû, li dijî DAIŞ’ê şer kir û ew têk bir. Tirkiyeyê bi hedefgirtina Jiyan Tolhildan re xwest tola DAIŞ’ê hilîne. Banga me ji bo Koalîsyona Navneteweyî ew e ku helwestekî zelal nîşan bidin. Me gelek caran ji bo girtina qada hewayî bang kir. Ji bo vê jî em serî li her rêyên dîplomatîk didin. Tirkiye her roj êriş dike û HSD jî rêxistiniya xwe roj bi roj xurtir dike û bersiv dide êrişan. Ji hêla leşkerî ve me ji bo şerekî hemû amadekariyên xwe kirine. Em xwedî wê hêzê ne ku hem xwe û hem jî gelê xwe biparêzin.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

10/08/2022
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin
16:48 ‘Bazirganên mirovan bi wezîfedarên dewletê re hevkartiyê dikin’
16:22 Li nêzî qereqolê cenazeyek hat dîtin
16:21 7 welatiyên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:26 Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?
15:08 ‘Hûn çima nahêlin Aram Tîgran li Amedê were definkirin?”
15:04 Girtiyên bi Covîd-19’ê ketin û yên din di heman qawîşê de tên ragirtin
14:57 HDP’ê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
13:40 Li Girtîgeha Seydîşehîrê 7 girtî bi koronayê ketin
13:08 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:08 Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê: Vê talanê bidin sekinandin
12:54 Waliyê Rihayê ketina Malbata Şenyaşar a baxçeyê dadgehê qedexe kir!
12:22 MKGP’ê rapora binpêkirinan a 7 mehên dawî aşkera kir: Rojnameger rastî 161 binpêkirinan hatin
11:56 Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn
11:53 Partiyên kurd dê ‘Belgeya Helwestê’ eşkere bikin
09:31 Artêşa tirk êrişî gundên Qamişlo û Hesekê dike
09:14 ‘Mifteya şikandina tecrîdê di destê me de ye divê em rabin ser pêyan’
09:01 30 salên xwe temam kir lê berdana wî taloq kirin
09:01 Bi ser qetilkirina rojnamevan Huseyîn Denîz re 30 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2022'YAN
07/08/2022
22:42 Ciwanên HDP’î di konsera li dijî bendîbûnê de hatin gelhev
22:05 Yekane şahidê doza Licê Hatîpoglû mir
21:58 Di Mitînga Kartalê de gelan daxwaza azadiya Ocalan kir
21:27 Bûldan: Dema me qifleya tecrîdê şikand dê hemû pirsgirêk çareser bibin
20:16 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Hûn ê vîna gelê kurd nas bikin
17:22 Kesên Qada Kartalê bi devî re dagirtin: Çareserî HDP ye
17:06 HDP wê di îlonê de Tifaqa Kurdî deklere bike
15:11 PYD’ê bang li NY’ê kir: Qada hewayî li balafirên tirkan bigirin
14:13 OHD: Ji bo pêşerojeke aştiyane divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin