Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!

  • rojane
  • 11:41 11 Tebax 2022
  • |
img

AMED - Derket holê ku Şaredariya Rezanê ya di bin rêveberiya Huseyîn Beyoglû de ku ji hêla YSK’ê ve hatibû tayînkirin, erdên aydê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dikire û bi bihayekî erzan difiroşe. 

Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyat Ceylan û Zubeyde Zumrut bi rêjeya ji sedî 71 dengan bi ser ketin. Lê belê bi hinceta “KHK’î ye”, mazbataya Ceylan nehate dayîn. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li şûna Ceylan, Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku ji sedî 25 deng standibûn weke Serokê Şaredariya Rezanê tayîn kir. Derket holê ku endamên Meclisa Daîmî ya Şaredariya Rezanê ya di bin rêveberiya Beyoglû de ku bi sepan û pratîkên xwe her tim di rojeva xelkê bajar de ye, gelek erd kirine û firotine alîgirên xwe. 
 
Hat zanîn ku kesê bi navê Mûstafa ku paşnavê wî nehat zanîn, ji bo kirîna erd serî li Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê da û ev pêvajo jî li ser vê serlêdanê derket holê. Wezaretê da zanîn ku erd raste rast nayên firotin û li ser vê yekê jî kesê bi navê Mûstafa serî li Şaredariya Rezanê da. Lê belê hewldanên Mûstafa bêencam dimînin û li ser vê yekê di meha çileyê de bi 3 endamên meclisê yên AKP’î û xebatkarekê Midûriyeta Avadanî û Bajarvaniyê re peywendiyan datîne. 
 
LI ŞAREDARIYÊ ŞER DERKET: WE BERTÎL XWEST
 
Di meha gulanê de di navbera kesê bi navê Mûstafa û xebatkarê Midûriyeta Avadanî û Bajarvaniyê de nîqaş derket û bi van gotinan ev rewş derdikeve holê: “Li cem min qeyda dengê we heye. We ji min bertîl xwest. Ez ê giliyê we tevan li CÎMER’ê bikim.” 
 
Hat hînbûn ku piştî vê nîqaşê, Şaredariya Rezanê ji bo kirîna erdan demildest ketiye nava liv û tevgerê. 
 
JI BO PÊŞKETINA NAVÇEYÊ!
 
Endamên Meclisa Daîmî yên AKP’î, di 22’yê hezîrana 2022’yan de serî li Midûriyeta Maldarî û Îstîmlaqê dan û jê xwestin ku parselên li Taxa Hebeşî yên Rezanê yên bi hejmarên 35030/1, 35032/1, 35033/1, 35035/1, 35036/1, 35037/1, 35038/1, 35048/1, 35049/1, 35049/3, 35050/3, 35055/2 û  35056/1 ku ji 563 donimên erd pêk tê û di qeydên îmarê yên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê de ne, bikire. Sedema kirînê jî di girteka Meclisê de weke “Ji bo pêşketina navçeyê, îstîhdamê û dahata şaredariyê” hatiye destnîşankirin. Hat zanîn ku ji bo kirîna erdên navborî, di meha tebaxê de li Şaredariya Rezanê hevdîtineke taybet a bûdçeyê hatiye kirin. 
 
ENDAMÊN HDP’Ê DENGÊ NEYÎNÎ DAN
 
Di hevdîtinê de hat gotin ku dê erdên navborî bi 125 milyon TL’an bên kirin û bi 131 milyon TL’an jî bifiroşin. Endamên HDP’î dengê neyînî bi kar anî. Lê dengdayîn, bi piraniya dengan ên Beyoglû û endamên Meclisê yên AKP’î hate qebûlkirin. 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

13/08/2022
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir
11:26 Di hefteyekê de li Efrînê 11 kes hatine revandin
11:06 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:06 'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye'
10:53 Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn
10:39 Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime
10:13 4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye!
09:48 Li Herêma Kurdistanê leşkerek serpel hat kuştin
09:46 Li sê bajaran destûra lêgerîna petrolê hat dayîn
09:33 Li gundê Hesena birîna daran berdewam dike
09:03 Şev û roj dixebite: Di navbera kirîna derman û erzaq de tercîhê dike
09:03 ‘Aysel ji ber ku siyasetmedareke jin a kurd e nayê berdan’
09:03 Midûrê ku digot ‘Ez Esat Oktay im’ careke din şandin Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 ‘Şaredarên AKP’yî ku hatine cezakirin ji aliyê Soylû ve tên parastin’
09:02 Kameraya qereqolê kêliya têqîna ku H.E. giran birîndar bûbû ‘nekişandiye’!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2022'YAN
12/08/2022
21:53 Midurê girtîgehê bi şandeya ji bo çalakiya greva birçîbûnê hatiye avakirin re hevdîtin nekir
21:37 Sancar: Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welat
19:49 AYM’ê derbarê Tûglûkê de biryara tedbîrê da
19:16 Îlker a ji bo kurê xwe yê nexweş di çalakiyê de: Hûn sûc dikin
18:52 Dayîka Rêzan Cavîd: Serê wî qasî daristanên Qendîlê bilind e
17:09 Li Mêrdînê şerê bi çekan: Cerdevanê ku tê îdiakirin bi zorê fihûşê dide kirin birîndar bû
16:39 10 karker û rojnameger Kuray hatin binçavkirin
16:08 Li Girtîgeha Amedê ya Jinan korona belav dibe
15:55 20 kesên di serdegirtina ESP'ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:45 Bertek nîşanî revandina cenazeyê Alankuş dan: Em ê gilî bikin
15:02 Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Denîzliyê di roja 2’yan de didome
14:54 Hevseroka HDP’a Şirnexê hat berdan
14:29 Rapora Çavdêriyê: Ji bo peşkê li Nobeda Edaletê bixin zextan dikin
13:49 NY: Di êrişa Îsraîlê de 19 zarokên filistînî hatin kuştin
13:49 Wezareta Karê Derve derbarê Sûriyeyê de daxûyanî da
13:45 Encumenên HDP’yî giliyê şaredarê AKP’yî, dozger û polîsan kirin
13:38 Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê
13:33 OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin
13:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:06 Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin
12:57 Ferît Şenyaşar: Dema edalet pêk hat dê kesên qedexe li ber me danîn hesabê bidin
12:52 Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir
11:12 Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû
10:36 Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn
10:02 Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê
09:44 Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin
09:04 Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin
09:04 Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne
09:03 Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin
09:03 Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim
09:03 Bi cerdevan re bazara daran: Ev çend sal in em her tim dibirin, leşker me diparêzin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN
11/08/2022
23:56 Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê