‘Şaredarên AKP’yî ku hatine cezakirin ji aliyê Soylû ve tên parastin’

  • rojane
  • 09:02 13 Tebax 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ya ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin da zanîn ku şaredarên Qileban û Hîlalê yên AKP’yî ku cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn û hê li ser kar in û ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ve tên parastin. Kûtlû got: “Bi wêneyê ku bi Soylû re girtin e, parastina xwe dikin.” 
 
Di 6’ê çileya 2022’yan de Şaredarê Navçeya Qilebanê ya Şirnexê Saît Ûrek û Şaredarê Bajaroka Dêrahînê Cafer Benek yên AKP’yî bi îdiaya “Fesat kirine nav îhaleyan” û “bertîl xwarin e” ceza li wan hat birîn. 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ji bo ku ev kes ji kar bên dûrxitin biryar da ku Wezareta Karên Navxweyî bê agahdarkirin. Lê belê di ser vê biryarê re 7 meh derbas bûn jî lê  heta niha derheqê her du şaredarên AKP’yî de Wezareta Karên Navxweyî ti gavek neavêtiye. Lê li gorî nûçeya ku Rojnameya Cumhuriyetê derbas kiribû, piştî ku ceza li her du şaredaran hat birîn, wêneyên wan bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû re derket holê.
 
Hevşaredara Naveçeya Cizîrê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bêrîvan Kûtlû ya ku bêhincet ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, têkildarî mijarê axivî. 
 
‘HETA NIHA DARIZANDINEK ÇÊNEBÛYE’
 
Kûtlû anî ziman ku desteserkirina şaredariyên HDP’ê li dijî hiqûqa dewletê ye jî û şaredariyên wan bêhincet hatin desteserkirin. Kûtlû bi bîr xist ku ew di hefteya ku qeyûm tayînî şaredariyên wan ên mezin hatibûn kirin de ne û wiha got: “Bêsedem bi dehan hevşaredarên me ji peyvîrê hatin girtin. Ev tişta ku hat kirin ne li gorî ti qanûnê, ne jî li gorî hiqûqê hatiye kirin. Ev tişteke kêfî ye. Gelek hevşaredar û encumenên me bêpirs û pirsiyar ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Hewcehî jî pê nedîtin ku bêjin ‘em bi vê sedemê we ji wezîfeyê dûr dixin’. Hemû hevalên me bi fermana Soylû ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Ev tişta ku hatiye kirin, dijminatiya vîna gelê kurd bû. Mirov nikare naveke din lê bike. Ev tişt li dijî mevzûatê û qanûna hatin kirin. Desthilatdariya AKP’ê şaredariyên me bi vê hincetê bi dest xistin. AKP ji bo dîsa diziye bike, ranta xwe bike û ji bo ku dîsa derdora xwe di şaredariyê de bi cih bikin şaredariyên me desteser kir. Ji bo ku bi rehetî van pêk bîne wiha kirin. Ev jî tişta her berbiçav e û gelek mînakên wê jî hene. Lê tiştek şênber di destê wan de nîne jî lê dîsa me sûcdar dikin. Li gorî qanûn û mevzûatên şaredariyê belgeyeke wisa nehatiye destê me. Heke heta roja me îro jî dadgehê nekaribe ku darizandinekî jî bike wê demê ev tê wê wateyê ku tayinkirina qeyûman bêqanûnî ye. Çend sal çêbûn hê nikarin dozê bidin destpêkirin. Ji ber ku nizanin wê li gorî çi bidin destpêkirin.” 
 
‘ŞAREDARÊN AKP’YÎ KU CEZA LI WAN HATIYE BIRÎN JI ALIYÊ SOYLÛ VE TÊN PARASTIN’ 
 
Kûtlû bal kişand ser cezakirina şaredarên AKP’yî yên navçeya Qilebanê û bajaorka wê Hîlalê û wiha axivî: “Li gel şaredarên AKP’yî ceza jî xwarin e, ji wezîfeyê nehatine girtin. Derbarê bertîlên şaredariyên AKP’ê de bi dehan belgeyên fermî hene. Lê dîsa jî tiştekî nakin. Di şaredariyên AKP’ê de bi dehan sextekarî, bertîlxwarin û gendelî çêdibin. Weke mînak jî mirov dikare şaredarên Qilebanê Saît Urek û Dêrahînê Cafer Benek nîşan bide. Ev kes hatin darizandin, hatine cezakirin jî lê belê hê li ser kar in û ji peywîrê nehatine girtin. Hewcedariyek wiha pê nedîtin. Ev mesele ji Wezirê Karên Navxweyî Suleyman Soylû re çûye jî lê belê ev kes hê li ser kar in. Lê em bêhincet ji peywîrê hatin girtin. Ev her du şaredarên AKP’yî jî çûne li gel Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû wêne girtin e û li ser hesabên xwe yê medya civakî parve kirin e. Ez dikarim bibêjim ku ev her du şaredarên dizî kirine û bêexleqî li vî gelî kirine, bi vî wêneyê ku li gel Suleyman Soylû girtin e parastina xwe dikin. Ew her du şaredar jî xwe bi wêneyî diparêz in. Mirov dikare bêje her du kes jî ji aliyê Soylû ve tên parastin. Soylû jî şirîkê wan e. Mixabin êdî li vî welatî bawerî bi qanûnan û hiqûqê nemaye.” 
 
‘DOZGER, DADGER JÎ ŞIRÎKÊN WAN IN’ 
 
Kûtlû diyar kir ku li gel van pêkanînên berbiçav jî ew ê ji wezîfeyê neyên girtin û got: “Piştî ku 7 meh li ser derbas bibin û piştre lêpirsîn bê destpêkirin ti bawerî namîne. Tu baweriya mirovî jî li van dozger û dadgerên vî welatî jî nayê. Ji ber ku hemû şirîkên hev in. Çawa ku kujerên bi dehan ciwanên me tên parastin ev serok şaredar jî wê bên parastin. Heta ku bikaribin wê wan biparêzin û ji wezîfeyê negirin. Ew wêneyê hatiye girtin wan diparêze. Ji bo wê jî bawer nakim ku ji wezîfeyê bên girtin. Em 5 meh li ser karûbarên hevşaredariyê man derbarê me de bi dehan lêpirsîn dan destpêkirin û me ji wezîfeyê girtin. Li van kesan cezayê girtîgehê jî hatiye birîn lê dîsa jî li ser kar in.”
 
 

Sernavên din

13/08/2022
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir
11:26 Di hefteyekê de li Efrînê 11 kes hatine revandin
11:06 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:06 'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye'
10:53 Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn
10:39 Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime
10:13 4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye!
09:48 Li Herêma Kurdistanê leşkerek serpel hat kuştin
09:46 Li sê bajaran destûra lêgerîna petrolê hat dayîn
09:33 Li gundê Hesena birîna daran berdewam dike
09:03 Şev û roj dixebite: Di navbera kirîna derman û erzaq de tercîhê dike
09:03 ‘Aysel ji ber ku siyasetmedareke jin a kurd e nayê berdan’
09:03 Midûrê ku digot ‘Ez Esat Oktay im’ careke din şandin Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 ‘Şaredarên AKP’yî ku hatine cezakirin ji aliyê Soylû ve tên parastin’
09:02 Kameraya qereqolê kêliya têqîna ku H.E. giran birîndar bûbû ‘nekişandiye’!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2022'YAN
12/08/2022
21:53 Midurê girtîgehê bi şandeya ji bo çalakiya greva birçîbûnê hatiye avakirin re hevdîtin nekir
21:37 Sancar: Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welat
19:49 AYM’ê derbarê Tûglûkê de biryara tedbîrê da
19:16 Îlker a ji bo kurê xwe yê nexweş di çalakiyê de: Hûn sûc dikin
18:52 Dayîka Rêzan Cavîd: Serê wî qasî daristanên Qendîlê bilind e
17:09 Li Mêrdînê şerê bi çekan: Cerdevanê ku tê îdiakirin bi zorê fihûşê dide kirin birîndar bû
16:39 10 karker û rojnameger Kuray hatin binçavkirin
16:08 Li Girtîgeha Amedê ya Jinan korona belav dibe
15:55 20 kesên di serdegirtina ESP'ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:45 Bertek nîşanî revandina cenazeyê Alankuş dan: Em ê gilî bikin
15:02 Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Denîzliyê di roja 2’yan de didome
14:54 Hevseroka HDP’a Şirnexê hat berdan
14:29 Rapora Çavdêriyê: Ji bo peşkê li Nobeda Edaletê bixin zextan dikin
13:49 NY: Di êrişa Îsraîlê de 19 zarokên filistînî hatin kuştin
13:49 Wezareta Karê Derve derbarê Sûriyeyê de daxûyanî da
13:45 Encumenên HDP’yî giliyê şaredarê AKP’yî, dozger û polîsan kirin
13:38 Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê
13:33 OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin
13:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:06 Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin
12:57 Ferît Şenyaşar: Dema edalet pêk hat dê kesên qedexe li ber me danîn hesabê bidin
12:52 Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir
11:12 Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû
10:36 Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn
10:02 Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê
09:44 Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin
09:04 Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin
09:04 Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne
09:03 Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin
09:03 Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim
09:03 Bi cerdevan re bazara daran: Ev çend sal in em her tim dibirin, leşker me diparêzin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN
11/08/2022
23:56 Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê