Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!

  • rojane
  • 09:36 14 Tebax 2022
  • |
img

ŞIRNEX- Li gundê Gundikremo piştî biryara îstimlaqkirinê, xebatên lêgerîna komirê hatibûn destpêkirin. Tevî ku welatiyan doz dabû vekir jî, mal, bax û rezên wan hatin texrîbkirin û darên wan hatin birîn. Gundê ku di demên berê de di bin navê “ewlehiyê” de hatibû şewitandin îcar jî bi biryara îstimlaqkirinê tê rûxandin.

 
Gundê Gundikremo yê girêdayî Şirnexê di 24'ê sibatê de bi biryarnameya serokomariyê hat îstimlaqkirin. Hat zanîn ku ji vê îstimlaqkirinê mebest ew e ku bavê parlamentera AKP'ê ya Îzmîrê Ceyda Bolunmez, Suleyman Bolunmez li herêmê bikare lêgerînên komir û madenan bike. Hêjayî gotinê ye ku Suleyman Bolunmez parlamenterê Mêrdînê yê serbixwe yê berê bû û di hilbijartina dawî de namzetê AKP’ê bû lê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) namzetiya wî betal kiribû. Bi sedema qaçaxçitiya sotemeniyê, hatibû girtin. Hêj doza îstîmlqakirina gund a li ser navê Saziya Karên Komirê ya Tirkiyeyê biencam nebûbû ku li Gundikremo xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Xelkê herêmê li dijî îstimlaqkirina gund e û ji bo betalkirinê jî daxwazname dan. Lê belê serlêdana wan bêencam ma. 
 
Bolunmez, di bin navê lêgerîna komir û maden de tund talan kiriye. Heta gihiştiye astekî wisa ku goristana gund jî texrîb kiriye. Gundikremo ku di salên 1990’an de di bin navê “ewlehiyê” de hatibû valakirin û şewitandin, niha jî di bin navê “lêgerîna komirê” de rastî heman aqûbetê tê. Parezerê şêniyên gund Abdurrahman Karabulut têkildarî îstimlaqkirina gund û lêgerîna komir û madenan bi ajasan me re axivî. 
 
'JI BER QAÇAXÇITIYÊ DOSYAYA BOLUNMEZ HEYE’
 
Parêzer Karabulut anî ziman ku ji ber sûcên cuda, dosyayên Suleyman Bolunmez hene û divê ku talana li gund daye destpêkirin pêşî lê were girtin. Karabulut, bi domdarî wiha got: “Kesê ku li ser araziyên gundiyan rûniştî û hildiweşîne, parlamenterê berê yê serbixwe yê Mêrdînê Suleyman Bolunmez e. Ji ber qaçaxçitiyê dosyayên vî hene. Li dijî biryara îstimlaqkirina asayî ya kargehên komirê yên Tirkiyeyê, me li ser navê 67 kesan li Dadgeha Kargêrî ya Mêrdînê doz vekir. Her wiha ji bo betalkirina biryara îstimlaqkirina lezgîn a serokkomariyê jî me doz vekir. Pêvajoya darazê didome.”
 
‘BIRYARA ÎSTIMLAQKIRINÊ LI DIJÎ RÊGEZAN E’
 
Bi domdarî Karabulut da zanîn ku ji ber betlaneyê, darazê hêj biryar û biryareke demkî nedaye û wiha pê de çû: “Divê bi van dozên me înfazkirina biryarê bê sekinandin. Ji ber ku biryarên wan ên îstimlaqkirinê li dijî rêgezan in. Ev biryar, bêyî ku rapora Nixandina Bandora Hawirdorê (ÇED) hebe hatiye dayîn. Ev jî tê wateya binpêkirina milkên taybet. Bi biryara walîtiyê em ketin gund. Malên gundiyan hatibûn hilweşandin, gelek rez û baxçeyên wan hatine xerakirin û heta goristan jî hatine xerakirin. Gundî bi tu awayî naxwazin gundê wan bê îstimlaqkirin. Gundî dixwazin ku ev biryara îstimlaqkirinê bê betalkirin.” 
 
'JI ME RE TIŞTEK NEHIŞTIN' 
 
Ji şeniyên gund Sabriye Îzer (38) jî bertek nîşanî biryara îstimlaqkirina gund da û ev tişt anî ziman: “Li gund tiştekî aydê me nehiştine. Dema em li gund, jiyana me gelek xweş bû. Em hêj zarok bûn ku ji gund hatin derxistin. Lewma ez li wir gelek nemam lê dayika min gelek qala xwişkbûna wê derê dike. Niha jî li gund cihek nehiştine ku nekolandibin. Darên me yên fêkiyan tevek birine. Ji me re ne av û ne jî tiştekî din hiştine. Komirê weke hincet nîşan didin lê bi keyfî van devaran xerab dikin. Heta goristana gundê me jî xerab kirine. Avahiyên me hilweşandine. Li gund bo me tiştek nehiştine. Rêyên gund guherandine. Ji bo sekinandinê me daxwazname dan lê encamek jê derneket. Ji me re dibêjin; ‘êdî ev gund malê dewletê ye.’ Ji xeynî vê tişteke din nabêjin. Ser re darên me jî dibirin. Dibe ku li vê herêmê xweşiktirîn dar ên gundê me bin. Lê birîn. Em vê yekê qebûl nakin. Xwedê ji wan re nehêle. Suleyman Bolunmez û cerdevan bûn yek û xerakirin. Hizreta me ew e ku gundê xwe bibînin.” 
 
MA/Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

16/08/2022
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn