Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin

  • rojane
  • 14:15 15 Tebax 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Zext û binçavkirinên li dijî rêveber û endamên HDP’ê ku îro jî berdewam kirin, li HDP’ê hate protestokirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê li dijî zext û binçavkirinan, têkoşîna xwe mezintir bikin. 

Ji duh ve li gelek bajaran bi dehan endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin. Di vê çarçoveyê de li Wan, Mêrsîn, Hatay, Edene û Îzmîrê bi ser gelek malan de hate girtin û zêdetirî 50 kes hatin binçavkirin. Di vê çarçoveyê Rêxistina HDP’a Wanê ji bo protestokirina binçavkirina endamên Meclisa Ciwanan Nûrûllah Pekbay, Şiyar Aktî, Ferhat Azan û Şerîf Saribulak, daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’a Rêya Armûşê hat dayîn û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û gelek kesên ji HDP, DBP û saziyên cuda amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin” hatibû vekirin. 
 
‘HDP LI SERPÊYA YE’
 
Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Şervan Beyazit di daxuyaniyê de got ku demokrasiya Tirkiyeyê di bin gefa “rejîma yekzilam” de ye û wiha got: “Partiya me niha rastî êrişên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê tê. Bi awayekî derhiqûqî êrişî endamên partiya me dikin. Bi êrişên ser HDP’ê re hewl didin siyaseta demokratîk krîmînalîze bikin. Di hefteyên berê de bi awayekî derhiqûqî êrişî endama meclisa me Arjîn Tuncer kiribûn. Di çarçoveya van binçavkirinên derhiqûqî de li Wanê endamên meclisa me hatin binçavkirin. Li gelek bajarên din jî ev êriş didomin. Lê tevî her êrişan jî navnîşana ciwanan, HDP ye. Meclisa Ciwanan a HDP’ê li dijî hemû dejenerebûn, nelirêtî û pişaftinê li ser pêya ne. Kesek nikare siyaseta demokratîk a HDP’ê krîmînalîze bike. Banga me ji bo hemû rêxistinên civaka sivîl ew ku li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Nebêjin yên rastî êrişan tên kurd in û xwe bêdeng bikin. Ev bêhiqûqî rojekê dê li we jî vegere.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan” û “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN
 
Di saetên serê sibehê de polîsan li navçeyên Tarsus û Sîlîfkeyê yên Mêrsînê bi ser 10 malan de girtin. Di encama serdegirtinan de kesên bi navên S.A., A.S., M.O., M.R., A.M., S.A., Î.A., Y.D., N.A. û M.A. hatin binçavkirin. 2 kesên navnîşana wan nehat dîtin jî nehatin binçavkirin. 
 
Her 8 binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê hatin kirin. 
 
HATAY
 
Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê bi hinceta ku di Newroza sala 2015’an de dirûşm hatine berzkirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” lêpirsîn da destpêkirin. Li ser vê yekê, polîsan di saetên serê sibehê de li Erzîn û Îskenderûnê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinan de endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Zekî Koç, Hevserokê HDP’a Erzînê Diyadîn Sirça, Hevserokê Partiya Kesk û Pêşeroja Çep a Erzînê Îsmet Katran û endamê wan Alî Taylan, Behçet Aslan ê HDP’î û Firat Tore hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Mehmet Oturmak li malê nebû lewma nehat binçavkirin. Ji binçavkiriyan Koç birin Midûriyeta Emniyetê ya Îskenderûnê û yên din jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Erzînê. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, binçavkirî hatin berdan. 
 
EDENE
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan li navenda Edeneyê û navçeya Ceyhanê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de zarok jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 14 jê piştî kar û barên îfadegirtinê, hatin berdan û 6 kesên din jî hêjta di bin çavan de ne. 
 
ÎZMÎR 
 
Di saetên serê sibehê de polîsan li Manîsa û Îzmîrê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de li Îzmîrê 9, li Manîsayê jî 6 kes hatin binçavkirin. Nehat zanîn bê ka ev kes ji ber çi hatine binçavkirin. Kesên binçavkirî hêj niha jî li midûriyeta emniyetê ya bajêr tên ragirtin. 
 
Li Îzmîrê ji kesên hatine binçavkirin navên hatine hîn bûn ev in; “Sîbel Aktulum, Leyla Demîrkaya, Cengîz Kuçukgol Koy û Emre Yalçin”. Li Manîsayê jî ev kes hatine binçavkirin: “Dogan Alpar, Havva Sevîlen, Alî Aslan, Memduh Ektîren, Ekrem Taş û Muhammed Ezver Toplu.” 
 

Sernavên din

16/08/2022
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn