Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 09:07 16 Tebax 2022
  • |
img

ÊLIH - Li girtîgehên ku di du rojên dawî de 2 kesan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan, di 8 mehan de girtiyên nexweş jî ku berdana wan hatin astengkirin jî di nav de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da. 

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Êlihê yê berê û endamê Meclisa DBP’ê yê berê Mehmet Candemîr (60) li Girtîgeha Espiyeyê ya Gîresûnê ya Tîpa L'yê ku lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Candemîr di 2 rojên dawî de 2 cenaze ji girîgehan derketin. Di 14'ê tîrmehê de jî girtiyê nexweş ê giran Îbrahîm Yildirim (68) salî ku ji sedî 96 astengdar bû li Girtîgeha Xarpêtê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an dihat ragirtin û ji berdana wî re 10 roj mabûn, jiyana xwe ji dest da. 
 
Tevî rewşa 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş xedar e jî lê ji ber raporên ku Saziya Tiba Edlî (ATK) dide nayên berdan û terkî mirinê tên kirin. 
 
JI AYSEL TÛGLÛKÊ RE COT STANDARTÎ
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a ji ber nexweşiya demansê pirsgirêkên tenduristiyên yên giran dijî, tevî raporên xwe yên nexweşiyê jî ji ber rapora ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan. Tûglûk, a di Doza Kobanê ku bi darê zorê îfade jê hate wergirtin de biryara berdana wê hate dayîn, ji ber dosyayeke cuda ku jê girtiye, nayê berdan. ATK’ya têkildarî Tûglûk biryara “dikare di girtîgehê de bimîne” da ji Çevîk Bîr ê bersûcê doza 28’ê Sibatê û heman nexweşî pê re heye rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da. Piştî raporê derbarê Çevîk Bîr de biryara berdanê hate dayîn. 
 
Ji serlêdana parêzeran a têkildarî Tûglûkê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî berdan û taloqkirina înfaza Tûglûk biryar da ku berdana Tûglûk bê redkirin û derbarê wê de biryara tedbîrê bê sepandin.
 
JI SEDÎ 98 ASTENGDAR E JI BO CIVAKÊ BIXETER E!
 
Girtiyê nexweş Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar ku li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R'yê tê ragirtin tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên giran jî nayê berdan. Serlêdana parêzerên Yildirim ji bo taloqkirina înfaza wî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê kirin tevî rapora ATK’ê ya “nikare di girtîgehê de bimîne” jî hate redkirin. Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Qoserê ya li ser serlêdanê bersiva dozgeriyê da, derbarê Yildirim de ev bersiv da: “Ji aliyê ewlehiya civakê ve bixeter e”.
 
Di encama neberdana girtiyên siyasî yên nexweş û yên berdana wan hat taloqkirin de di 8 mehên dawî de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.  
 
Navê girtiyên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: 
 
* Mûrat E. yê li Girtîgeha Tîpa M a Wanê dihat ragirtin di 13’ê çileyê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Yilmaz Ekîncî (28) ê ji navçeya Hîzanê ya Bedlîsê ku di Tîrmeha sala borî de bi îdiaya "birîndarkirinê" hatibû girtin û li Girtîgeha Aydin a Tîpa E'yê de bû, hate îdiakirin ku di 13'ê Çileyê de xwe kuştiye.
 
* Ramazan Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind di hucreya yek kesî de dihat ragirtin, di 21’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku Tûran krîza dil deras kiriye û jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Hate îdiakirin ku Emrah Çalişri ê li Girtîgeha Kandirayê dihat ragirtin, di 26’e Sibatê de di encama krîza dil ku derbaskirî de jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Sefa Korçe ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dihat ragirtin, di 29’ê çileyê de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Mehmet Hanîfî Bîlgîn ku 30 sal bûn girtî bû û ji berdana wî re 5 meh mabûn, di 30’ê çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê, derbarê mirina Bîlgîn de li malbata wî geriyabû û angaşt kiribû ku Bîlgîn ji ber “krîza dil” jiyana xwe ji dest daye.
 
*  Girtiyê nexweş Turgay Denîz (39) ê rewşa wî giran bû li Girtîgeha Metrîsê dihat girtin. Li ser rewşa wî giran bû, rakirin Nexweşxaneya Yedîkuleyê. Denîz di 2’yê sibatê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
* Girtiyê edlî Ercan Eke (43) ku li Girtîgeha Şakran a Alîaga de dihat ragirtin di 5’ê adarê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku di pêşotopsiya Eke de şopên derban li serê wî hene. 
 
* Îsa Yaşar (57) ê li Girtîgeha Tîpa T a Keskîn a Kirikkaleyê dihat ragirtin, di 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya Girtîgehê îdia kir ku ji ber ji nişka ve dile Yaşar sekini jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Şahîn Adanûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Anamûra Mêrsînê dihat ragirtin, ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) di 12’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Mûsret Mûgla ê 84 salî ku ji ber pere razandine Bank Asyayê hatibû girtin, di 13’ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê nexweşê giran Yûsûf Bekmezcî yê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dihat ragirtin, di beşa lênêrîna awarte ku 47 rojan lê ma de di 20’ê sibatê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê edlî Sezer Alan ê li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, di 20’ê sibatê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Taner Işildak ê li Girtîgeha Tîpa M a Bîlecîkê dihat ragirtin di 23’yê sibatê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Hate îdiakirin ku Alî Kaya ê li Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê dihat ragirtin, di 25’ê sibatê de li odeya lê dima mirî hatiye dîtin. 
* Bedrî Çakmak ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat ragirtin, tevî di girtîgehê de bi nexweşiya penceşêra mîdeyî ket, salek mabû ku cezayê wî xelas bibe di 11’ê adarê de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Hayrî Karaş ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat ragirtin, ji ber nexweşiya penceşêra rûvî piştî hate berdan 10 rojan di 15’ê adarê de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Sînan Kaya ê li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, di 20’ê adarê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Şervan Can Guder ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dihate ragirtin, di 22’yê adarê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Guder ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Ûmût Bûlût ê 17 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dihat ragirtin, di 23’yê adarê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Nexweşê penceşêrê Abdo Baran ê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa M a Mîdyadê dihat ragirtin, di 24’ê adarê de li nexweşxaneya rakirinê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Reşat Altinbaş ê li Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvriyê di 24’ê adarê de ji ber nexweşê penceşêrê bû infaza wî hate taloqkirin piştî hefteyekê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Mehmet Sevînç ê li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê dihate ragirtin, di 7’ê nîsanê de di encama xwîn çû ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da. 
 
* Ferhan Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê dihat ragirtin, di 12’ê nîsanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê nexweş Mehmet O. yê li Girtîgeha Tîpa E ya Antalyayê dihate ragirtin di 19’ê nîsanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Alî Nûrî Bakir ê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dihat ragirtin, di 22’yê nîsanê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. 
 
* Seyît Şahîn ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dihat ragirtin, di 26’ê nîsanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Yûsûf Akmisir ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dihate ragirtin, di 8’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê nexweş Abdûllah Ece yê 73 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê dihate ragirtin, li nexweşxaneya ku ji ber vîrûsa koronayê di 14’ê adarê de rakirinê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Ferhat Dogan ê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dihate ragirtin, di 15’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Y.E.Y. ku li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê dihate ragirtin, di 20’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Siddik Ûgûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Qubîna Êlihê dihate ragirtin di 25’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Hakan Kaşarlioglû ku li Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê dihate ragirtin di 4’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Kaşarlioglû krîza dil derbas kiriye. 
 
* Kadîr Karademîr ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dihate ragirtin, di 12’ê hezîranê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Fethî Un ê li Girtîgeha Tîpa T a Kocabaş a Denîzliyê dihate ragirtin, di 13’ê hezîranê de ji ber xwîn çû ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da. 
 
* Osman Alî Yilmaz ê li Girtîgeha Vekirî ya Tîpa S a Bodrûmê dihate ragirtin, di 10’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Meryem Serçe ya li Girtîgeha Tîpa L a Sakaryayê dihate ragirtin di 11’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê nexweş Mehmet Saît Demîroz ê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê dihate ragirtin, di 17’ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Kadri Ekîcî yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê dihate ragirtin, di 21’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Mehmet Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê dihate ragirtin, di 24’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Taner Atmaca ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihate ragirtin, di 29’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim (68) ku ji sedî 96 astengdar bû, li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin. Ji bo berdana Yildirim 10 roj mabûn di 14’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da.  
 
* Endamê PM’a DBP’ê yê berê Mehmet Candemîr ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dihat ragirtin, di 15’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Candemîr ji ber krîza dil wefat kiriye. 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

16/08/2022
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn