AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da

  • rojane
  • 09:41 24 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Destûra Dadgeha Bingehîn, derbarê mirina girtiyê nexweş Mehmet Ogrû de biryara "binpêkirina qedexeya derî rûmeta mirovan" û "binpêkirina mafê jiyanê"  da.
 
Mehmet Ogrû, di 21'ê Mijdara 2016'an de li Mêrsînê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "bê destûr peydakirina madeyên xeternak" hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîfkeyê ya Tîpa M. Li gorî belgeya di UYAP'ê de, gava Mehmet Ogrû hatiye girtin rewşa tenduristiya wî baş bûye, lê di 23'yê Çileya 2017'an de dema çûye cem bijîşkê girtîgehê û muayene bûye, teşxîsa "faranjîta akût"ê hatiye danîn.
 
Mehmet Ogrû, di 30'yê Çileya 2017'an de bi lezgîn rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîfkeyê û ji wir jî sewqî Polîklînîk a Neorolojiyê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê hatiye kirin. Li vir hatiye tespîtkirin ku xwîn çûye ser mejiyê Ogrû. Ji ber vê Mehmet Ogrû mehekê li nexweşxaneyê maye û di 8'ê Sibata 2017'an de hatiye tabûrcîkirin û cardin ew şandine girtîgehê.
 
Vetha Ogrû, dayika Mehmet Ogrû di 3'yê Sibata 2017'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîlîfkeyê û Wezareta Dadê daye û xwestiye kurê wê yê felcî yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê înfaza xwe ya mayî li malê temam bike. Wezaretê jî di 24'ê Sibata 2017'an de nivîs ji Serdozgeriya Komarê ya Silîfkeyê re şandiye û tê de behsa taloqkirina înfaza Ogrû hatiye kirin. Piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Sîlîfkeyê jî ji girtîgehê derbarê tenduristiya Ogrû da agahî xwestine û ji bo Ogrû înfaza xwe ya mayî li malê temam bike xwestiye rapore bê amadekirin.
 
GIRTÎGEHÊ JI NEXWEŞXANEYÊ RAPOR XWEST
 
Di vê navberê de Mehmet Ogrû ku ji ber dosyeyek din dihat darizandin, Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 16'an a Gazîosmanpaşayê 10 meh ceza lê biriye, lê dadgehê biryar daye ku cezayê wî ji bo salekê bê taloqkirin. Midûriyeta Serbestiyê ya Sîlîfkeyê ev yek di 30'yê Adara 2017'an de ji girtîgehê re şandiye û gotiye, derbarê Ogrû de biryara tevdîra berdanê ya bi şert hatiye dayin. Piştre jî girtîgehê di 31'yê Adarê de bi hinceta "dermankirinê û tevdîra berdanê ya bi şertî ya ji bo salekê" muzakere ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîfkeyê re nivîsandiye. Girtîgehê di muzakereya xwe de xwestiye piştî tedawiya Ogrû raporek bê şandinê çi erênî çi neyênî. 
 
GIRTÎGEHÊ GOT 'REFLU', NEXWEŞXANEYÊ TEŞXÎSA PENÇEŞÊRÊ DANÎ
 
Li gorî nivîsa ku ji aliyê girtîgehê ve di 14'ê Mijdara 2017'an de hatiye nivîsandin, Mehmet Ogrû di 13'ê Adarê de ji aliyê bijîşkê girtîgehê ve hatiye muayenekirin û teşxîsa "refluksê" hatiye danîn. Hatiye diyarkirin ku di 8'ê Gulana 2017'an de jî bi teşxîsa "enfeksiyona akûtê" reçeteyek dane wî. Ogrû, di 12’ê Hezîrana 2017’an de ji aliyê bijîşkê girtîgehê ve jî hatiye muayenekirin û bijîşk teşxîsa “zatureyê" daniye. Piştî vê teşhîsê Ogrû sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Silîfkeyê hatiye kirin û bi gumana nexweşiya pençeşêra pişikê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê hatiye kirin. Li vir teşxîsa pençeşêra pişikê hatiye danîn. Lê dîsa jî Ogrû şandine girtîgehê.
 
DERENG MAN
 
Her wiha di 16'ê Hezîrana 2017'an de girtîgehê ji Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê rapora heyetê xwestiye bê ka wê Ogrû di girtîgehê de bimîne an înfaza wî bê taloqkirin. Ogrû, di 31'ê Tîrmeha 2017'an de li Nexweşxaneya Bajarê Mêrsînê rakirine nexweşxaneyê. Piştî rewşa Ogrû xirab bûye, bavê wî di 2'yê Tebaxa 2017'an de ji Serdozgeriya Komarê ya Silîfkeyê re gotiye penceşêr li hemû laşê kurê wî belav bûye û bijîşk di mudaxeleya cerahî de pir dereng mane, lewma ji ber ku pençeşêra pişikê ye dê nexweşîna wî di girtîgehê de girantir bibe û di hevdîtina dawî de êdî kurê wî nikaribûye biaxive. Bav ji ber van sedeamab doza taloqkirina înfazê an jî demildest amadekaiirina raporê kiriye. 
 
JIYANA XWE JI DEST DA
 
Li ser vê yekê, di 2'yê Tebaxa 2017'an de girtîgehê ji nexweşxaneyê pirsa aqûbeta rapora heyetê kir. Lê girtîgehê diyar kir ku nexweşxaneyê tu bersiv nedaye wan. Ogrû, di 19'ê Tebaxa 2017'an de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Ogrû lêpirsîn hat destpêkirin. Di muayeneya hat kirin de hat diyarkirin ku Ogrû ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest daye.
 
LI QAWÎŞA YEKÊ ÇI QEWIMÎ?
 
Dayik Vetha Ogrû, di 11'ê Çileya 2018'an de di îfadeya xwe ya gilîkirinê ya li midûriyeta polîsan de gotibû ku piştî pê hesiyane xwîn çûye ser mêjiyê kurê wê û ew rakirine nexweşxaneyê ew jî çûne nexweşxaneyê. Dê di îfadeya xwe de wiha gotiye: “Girtîgehê kurê min derman nekir. Dema teşxîsa pençeşêra pişikê hatiye danîn, bijîşkan got kurê we min li girtîgehê nehatiye dermankirin û êdî bi derengî ketiye. Hevalên kurê min gotin nizanin bê di qawîşa ewil de ya ku kurê min xistinê çi hatiye serê wî. Ez dixwazim zanibim bê ka li qawîşa ewil çi hatiye serê kurê min... Her çi qas kurê min bi pençeşêrê ketibe jî, lê nexweşxaneyê bi awayekî mayinde lê mêze nekir, ew tim şand girtîgehê. Kurê min di nav nivînan de bû, çima ew xistin girtîgehê? Ez dozdar û gilîkar im.”
 
WEZARET: BINPÊKIRIN TUNE YE
 
Wezaretê ku di lêpirsînê de serî li nêrîna wê hat dayin jî, îdia kir ku di mirina Ogrû de tun îhmalkarî tune ye û çi hewce bûye hatiye kirin. 
 
DOZGER: DELÎL TUNE YE
 
Di lêpirsînê de, di 7'ê Adara 2018'an de hat diyarkirin ku têkildarî qisûra kesan a derbarê mirina Ogrû de tu delîl tine ne û bi vî awayî biryara neşopandinê dabû. Bav Ogrû jî li hemberî vê biryarê serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Mêrsînê dabû û îtiraz kiribû, lê îtiraza Ogrû di 6'ê Tîrmeha 2018'an de hatibû redkirin.
 
SERÎ LI AYM'Ê DA
 
Piştî vê dayik Ogrû di 10'ê Tebaxa 2018'an de ji ber mirina kurê xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. 
 
AYM: MAFÊ JIYANÊ HATIYE BINPÊKIRIN
 
Dadgehê ku di 16'ê Hezîrana 2022'yan de biryara xwe da, derbarê mirina Mehmet Ogrû de biryara "binpêkirina qedexeya derî rûmeta mirovan" û "binpêkirina mafê jiyanê"  da.
 
Her wiha heyeta dadgehê biryar da ku 50 hezar TL tazmînat jî bê dayîn ji bo bav Ogrû. 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da