Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne

img
ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Zarokan ê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, da zanîn ku di êrişên tebaxê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 24 jî birîndar bûne û ev bang kir: "Divê li dijî êrişan her kes peywîra xwe bi cih bîne."
 
Hevberdevkê Komîsyona Zarokan ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz, têkildarî mirina zarokan a di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Kaçmaz, bertek nîşanî polîtîkayên “dijminatiya kurdan” da û diyar kir ku tenê di meha tebaxê de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 24 jî birîndar bûne û dazanîn ku HDP’ê jî bêdengiya hêzên navneteweyî bi taybet Neteweyên Yekbûyî şermezar kir.
 
8 ZAROK HATIN QETILKIRIN
 
Kaçmaz, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Berî her tiştî ez welatiyên li Dîlok û Mêrdînê li Dêrikê jiyana xwe ji dest dane bi rehmet bi bîr tînim û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim. Em hêvîdar in kesên di vê qezayê de xemsar bûne demildest bên eşkerekirin û darizandin û ev lêpirsîn li ber çavê raya giştî bê kirin.
 
AKP bi salan e polîtîkaya xwe ya derve li ser tundiyê dimeşîne. Hikûmet bi polîtîkayên tundiyê hebûna xwe diparêze. Weke ku di gelek bûyeran de jî tê dîtin, em bi hikûmeteke ku xwe ji sûcên şer dûr nagire re rû bi rû ne. Bêyî ku bêje sivîl, zarok, ciwan û pîr e, êrîşên hewayî organîze dike. Piştî lûtkeya Tehran û Soçî, AKP’ê lez da êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji serê meha tebaxê û vir ve di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di van êrîşan de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 24 zarok jî birîndar bûn. Ev hem ji aliyê çavkaniyên herêmî û hem jî di çapemeniya navneteweyî de cih girt û bi raya giştî re hat parvekirin. Di van êrîşan de zarokên me jiyana xwe ji dest dan em gelekî xemgîn in. Ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim.
 
Agahiyên têkildarê zarokên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
 
Di 2’yê Tebaxê de li Til Rifetê Fehîme Reşo ya 17 salî,
 
Di 16’ê Tebaxê de li Taxa Sînaa ya Qamişloyê Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên,
 
Di 16’ê Tebaxê de li gundê Zorava yê Kobanê Ebid Mihemed Hecî yê 12 salî,
 
Di 18’ê Tebaxê de Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo jî li gundê Şemoka yê Til Temir a Hesekê di êrîşa hewayî ya li dijî navenda perwerdeya keçan a bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî de jiyana xwe ji dest dan.
 
Di çapemeniya navneteweyî de jî hatin parvekirin ku van zarokan di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê Koalîsyona li Dijî DAÎŞ’ê ev êrîş piştrast kir û şermezar kir. Van zarokan piştî êrîşên balafirên keşfê jiyana xwe ji dest dan. Ji serê meha tebaxê û vir ve tenê 8 zarok mirine. Beriya vê daxuyaniyê di çapemeniyê de hat ragihandin ku li Tel Rifatê êrîşa balafirên bêmirov û bi çek pêk hatiye û kesên jiyana xwe ji dest dane jî hene.”
 
ZAROKÊN KU BIRÎNDAR BÛNE
 
Kaçmaz, di civîna çapemeniyê de têkildarî zarokên ku di heman êrîşên hewayî de birîndar bûne jî ev agahî dan:
 
“Di 2’ê Tebaxê de li Til Rifetê, Dîna Osman 6 salî, Mehmûd Xerîb Mamo 6 salî, Hisên Cemal Qasim 7 salî, Sebah Henan Hemo 10 salî, Avrîn Ebdurehman Heyder a 13 salî, Orîvan Mihemed Ebdo yê 15 salî;
 
Di 9’ê Tebaxê de li gundê Sêgirka Mihemed Salih ê 12 salî, Mîrah Selah a 12 salî, Îlan Selah a 5 salî û Bilind Mihemed Şemsedîn ê 16 salî;
 
Di 16’ê Tebaxê de li Kobanê Xelîl Cîhad Şêxo yê 2 salî, li Zirganê Temîm Feysel Hemed ê 11 salî û li gundê Bênê ya girêdayî Şêrawa ya Kantona Efrînê de Ehmed Îmad Îbiş ê 15 salî;
 
Di 18’ê Tebaxê de li gundê Şemoka ya girêdayî Til Temir a Hesekê di navenda perwerdeya keçan a Neteweyên Yekbûyî piştgiriya wê dike 11 zarok;
 
Di 19’ê Tebaxê de di bombebaranên li ser Qeramil, Hasin, Eyn Deqnê, Belûniyê û Til Rifat ên Şehbayê de Hisên Xelef ê 13 salî;
 
Her wiha di encama êrîşa bombeyî ya ku piştî bomberdûmana TSK’ê ya 20’ê Tîrmehê li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistana Iraqê pêk hat de 3 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
 
DIJMINATIYA LI DIJÎ KURDAN
 
Min xwest navê her yek ji zarokên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne yek bi yek bînim ziman. Ev ne daneyên li ser kaxizê ne, ev zarok in. Dema ev zarok xwedî heyecan, coş û hêviyên jiyanê ne, di van êrîşan de yan jiyana xwe ji dest didin yan jî birîndar dibin. Zarokên ku piraniya wan weke birîndar hatin rêzkirin, tevahiya temenê xwe şopa vê yekê li ser bedena xwe hildigirin. Di encama polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî kurdan de ev zarok jiyana xwe ji dest didin.”
 
'DIVÊ ÊRIŞ BÊN RAWESTANDIN'
 
Kaçmaz, diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran êrîş piştrast kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Dîsa di daxuyaniyên Koalîsyona li Dijî DAÎŞ’ê de bi awayekî zelal tê dîtin ku di van êrîşan de zarok jiyana xwe ji dest didin. Di encama êrîşên balafirên bê mirov û bi çek ên Tirkiyeyê de 4 keçên ku min wêneyên wan nîşan da, di dema sporê de jiyana xwe ji dest dan û 11 zarok jî birîndar bûn. Di encama vê helwesta êrîşkar a AKP û MHP’ê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Komîteya Zarokan a Qada Civakî ya li bajarê Qamişlo ku di 7’ê Tebaxê de li Qamişlo ji aliyê zarokan ve hatiye avakirin, li dijî êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Bifikirin ku zarok bi daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê li dijî êrîşan dixwazin ji cîhanê re ragihînin ku di êrîşên Tirkiyeyê de zarok dimirin.
 
Ji 7’ê Tebaxê û vir ve em rastî gelek êrîşan hatin. Li hemberî van êrîşan ne rêxistinên navneteweyî ne jî AKP û MHP’ê dengê zarokan nebihîst. Ez li vir dubare dikim ku divê ev êrîş bên rawestandin. Zarokên ku bi salan di bin siya şer de mezin bûn diyar kirin ku ew naxwazin di bin siya şer de bijîn. Divê hemû cîhan guh bide dengê van zarokan. Ez daxwazên van zarokên ku li dijî siyaseta mirinê daxwaza jiyanê dikin silav dikim.
 
BÊDENGIYA NY'YÊ NÎŞANEYA DURÛTIYA WÊ YE
 
Niha ev êrîşên li Rojava dişibin sûc û qetlîamên ku Îsraîl li Filistînê li dijî zarokan pêk tîne. Di dema ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî şerê Îsraîl ê li Filistînê dengê xwe bilind dikir, daxuyaniyên NY’yê yên di vê mijarê de hene; di roja îro de li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê derneketina dengekî nîşaneya durûtiyê ye. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî di êrîşa li ser kampa di bin kontrola wê de bi rastî jî nîşaneya eşkere ya durûtiya Neteweyên Yekbûyî ye. Bi vê wesîleyê em vê helwesta durû ya Neteweyên Yekbûyî şermezar dikin.”
 
'DIVÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN HERKES ERKA XWE PÊK BÎNE'
 
Kaçmaz, bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û wiha pê de çû: “Li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê her kes erka xwe pêk bîne. Divê ev sazî demildest lêkolînek li ser mirin û birîndarbûna zarokan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin destpêkirin. Divê di vê mijarê de raporek bê amadekirin û rastî bi raya giştî ya cîhanê re bê parvekirin. Divê hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê li hemberî van êrîşên ku zarok tê de tên qetilkirin helwesteke zelal nîşan bidin. Dîsa divê Meclîs li dijî van êrîşên ku zarok hatin qetilkirin lêpirsînê bide destpêkirin. Divê Komîsyona Jêr a Mafên Zarokan a di nava Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan de bi vê rojevê bi lezgînî bicive, tavilê van kuştin û birîndarên ku di çapemeniya herêmî de cih girtine lêkolîn bike û ji bo zarokekî din jiyana xwe ji dest nede bikeve nava tevgerê. Divê Komîsyona Jêr a Mafên Zarokan a Meclîsê demildest erka xwe pêk bîne û li dijî êrîşan helwesteke zelal nîşan bide. Ez weke endamekî vê komîsyonê bi raya giştî re parve dikim ku ji bo kombûna komîsyonê ez ê daxwaznameyê bidim û pêvajoyê bişopînim.”
 
'NEBIN ALÎGIRÊ VÎ SÛCÎ'
 
Kaçmaz, her wiha bang li sazî û dezgehên sivîl ên di warê mafên zarokan de dixebitin jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li hemberî zarokên ku di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, bêdeng nemînin. Saziyên ku bi zarokan re dixebitin divê ji bo eşkerekirina van sûcên şer ên li dijî zarokan û darizandina kiryaran tevbigerin. Em daxwaz dikin ku rêxistinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê ji bo rawestandina van êrîşan polîtîkayan pêş bixin, di vê mijarê de lêpirsînê bidin destpêkirin, rastiyan eşkere bikin û nebin alîgirê vî sûcî. Divê gelên Tirkiyeyê ji van êrîşên ku zarok tên qetilkirin razî nebin.
 
JI BO ZAROKEK DIN NEMIRE EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN
 
Weke Komîsyona Zarokan a HDP’ê em bang li hikûmeta AKP’ê dikin: Divê AKP-MHP derbarê 8 zarokên di meha tebaxê de jiyana xwe ji dest dane û 24 zarokên birîndar bûne ku di çapemeniyê de cih girt û ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hat piştrastkirin, demildest daxuyaniyekê bide. Divê Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê derbarê vî sûcê li dijî zarokan demildest daxuyaniyê bidin. Divê demildest berpirsên vî sûcî bên eşkerekirin û darizandin. Weke HDP heta ku ev êrîşên li dijî zarokan bi dawî bibin û zarokek din nemire em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Ev êriş dijminatiya li dijî kurdan radixe ber çavan. Desthilatdariya ku kurdan weke dijmin dibîne û sûcê şer dike, bi van polîtîkayan tu carî bi ser nakeve.”

Sernavên din

27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da