Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye

  • rojane
  • 09:02 25 Tebax 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Hevserokê Çûkûrova Goç-Derê Derûnnas Mesût Aslan zêdebûna pêgirtîbûna tiryakê ya di nava ciwanên kurd de wekî êrişeka taybet nirxand û got: "Têkoşîna herî mezin a di vî warî de ya ciwanan, rêxistinbûn e."
 
Di demên dawî de li bajarên herêmê û bajarên mezin ên ku kurd lê dijîn, bikaranîna tiryakê zêde bûye. Ciwanan li bajarên herêmê û deverên ku kurd lê dijî bal dikişînin ser zêdebûna bikaranîna tiryakê û çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Li Mêrsînê ku di salên 1990'î de ji herêmê gelek kurd koçî wê kirine, di demên dawî de pêgirtîbûna tiryakê zêde bûye. Li gorî daneyên Komeleya Malbatên Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Mêrsînê, li bajêr temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9 salan û ji sedî 80'yê pêgirtiyên tiryakê jî betal in. 
 
E.Ş. yê ku di zarokatiya xwe de daxilî nava tiryakê hatiye kirin û paşê xwe bi xwe dest jê berdaye û Hevserokê Çûkûrova Goç-Der û Berdevkê Meclîsa Koçberan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Derûnnas Mesût Aslan zêdebûna pêgirtîbûnê nirxandin. 
 
DI 12 SALIYA XWE DE DEST PÊ KIR
 
E.Ş. ku li Licê gundê wan ji aliyê eskeran ve hatiye şewitandin, di sala 1993'an de koçî Mêrsînê kirine. E.Ş. diyar kir ku di temenekî biçûk de daxilî nava tiryakê bûye û wiha got: “Min di 12 saliya xwe de dest bi bikaranîna tiryakê kir. Gava min dest pê kir, êdî li parkan radiketim. Min 8 salan bi kar anî û paşê min biryar da dest jê berdim. Gava min bi kar dianî daxilî nava gelek sûcan bûm. Ji ber peydakirina tiryakê dosyeyek min hebû, piştî wextekê hat girtin. Me bi rihetî peyda dikir. Li her derî tiryakfiroş hebûn. Gava min ew bi kar dianî, polîsên Narkotîkê bi xwe jî bi kar dianîn û dest nedidan tiryakfiroşan. Dema ku polîsan tiryakê li ser me didît tiştek nedikir û bêyî tiştekî bikin em berdidan."
 
DEWLET DESTÛRA FIROTINÊ DIDE
 
E.Ş., diyar kir ku gelek caran dema rastî ciwanên tiryakkêş hatiye telefonî polîsan kiriye, lê polîs nehatine cihê bûyerê. E.Ş. got: “Dewlet li Mêrsînê bi taybetî li taxên kurdan baizrganiya vî tiştî dike û destûrê dide ku tiryak li ber çavên mirovan bê firotin. Betalî ciwanan ber bi bikaranîna tiryakê ve dibe. Ger derfet bên peydakirin dê tu ciwan tiryakê bi kar neyne. Min bi derfetên xwe dest jê berda, AMATEM'ên dewletê têr nakin, ciwan nikarin xwe bigihînin van saziyan."
 
DU BAJARÊN HERÎ XIZAN
 
Hevserokê Çûkûrova Goç-Derê Derûnnas Mesût Aslan ji diyar kir ku divê mirov bi du alîyan li ser sedemên bikaranîna tiryakê bisekine; höla wö ya şexsi bbidestxistina statuyê, xwepejirandin; hêla wê ya civakî jî xizanî û faktorên hawirdorê ne. Arslan destnîşan kir ku ya ku dibe sedema faktorên haiwdorê jî polîtîkayên siyasî ne û got: “Mêrsîn ew bajar e ku di salên 90’î de ji Kurdistanê gelek kes koçî wê kirine. Cihê malbatên ku bi darê zorê hatine koçkirin. Dema em li şert û mercên wê demê dinêrin; erdnîgariyeke ku tu wê nas nakî û bi zimanê wê nizanî. Pêvajoya adaptasyona dibistanê û bi hevalan re pir zehmet e û bi ser de jî dema ku em nijadperestiyê an jî zimanekî vederkirinê li vê yekê zêde bikin; tu bikî nekî kes dixwaze xwe bi zimanekî serdest ê cuda bide qebûlkirin. Pêşî bi xweînkarkirinê hewl dide heq ji vê derkeve û dikeve nava hin lêgerînên din. Koçberî yek ji sedemên herî bibandor ên bikaranîna tiryakê ye. Li gorî anketeke vê dawiyê hat eşkerekirin, Mêrsîn û Edene du bajarên herî xizan ên Tirkiyeyê ne. Dema ku xizanî û betalî bi vê pêvajoyê re bibin yek, em digihîjin sedema bingehîn a bikaranîna tiryakê.”
 
JI SEDÎ 90 ZAROKÊN KOÇBER IN
 
Arslan anî ziman ku ji sedî 90'ê ciwanên serî li Goç-Derê didin zarokên malbatên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne û got: “Em dikarin bibêjin ku bandora koçberiyê pir zêde ye di bikaranîna tiryakê de. Bi taybetî di van salên dawî de em bi pêvajoyeke antî-demokratîk, pêvajoyeke krîza aborî re rû bi rû ne. Em li kolanan dibînin; polîsên bi awayekî tund mudaxileyî çalakiyên mafan ên herî biçûk dikin, di bikaranîna tiryakê de ciwanan ji nedîtî ve tên. Ger kes ji Kurdistanê be, li GBT'ê jî nanêre. Li Mêrsînê sedema ev qasî berbelavbûna tiryakê, polîtîkayeke sîstematîk a dewletê ye. Bi taybetî berê xwe didin ciwanên kurd." 
 
HEWLDANA SERÎTEWANDINÊ YA DEWLETÊ
 
Arslan diyar kir ku dewlet li hemberî hemû ciwanan, bi taybetî jî li hemberî ciwanên kurd xwedî helwesteke taybet e û got: “Bi taybetî jî ji ber ku nifşa Z'yê xwedî pozîsyoneke dijî desthilata heyî ye, hewldaneke serîtewandinê heye. Dewlet ciwanên bi zanistê re, bi çand û hunerê re bilî dibin naxwaze. Bi taybetî li Mêrsînê êdî zarokên 12 salî jî dest bi bikaranîna wê kirine û bi rihetş tiryakê peyda dikin."
 
Arslan destnîşan kir ku li cihekî wekî Mêrsînê ku midûriyeta polîsan lê pir bihêz e berbalavbûna tiştekî wiha rewşeke pir binakok e û got: "Polîsên ku di çalakiyeke herî biçûk a mafan de mirovan binçav dikin, lê di vî warî de çendî gilî û îxbar tên kirin jî ciwanan ji nedîtî ve tên."
 
TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN RÊXISTINBÛYÎN E
 
Arslan bilêv kir ku bikaranîna tiryakê pirsgirêkek civakî ye û ev tişt pêşniyar kirin: “Dewlet mecbûr e qadên ji bo xweîfadekirinê ji ciwanan re biafirîne. Dewlet divê ciwanan esas bigire. Desthilatdaria siyasî, jiyana ciwanan dorpêç kiriye. Di vê qadê de têkoşîna herî mezin a ku ciwan bidin, rêxistinbûyîn e. Bila di huner, wêje, çand, spor û siyasetê de, di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin bikin. Dinya û jiyan ya wan e. Bila bibin hêza avakirina jiyaneke exlaqî û polîtîk û hêza avakar a civakê. Bila rengên xwe li hemû qadên jiyanê bineqşînin. Tenê bi vî awayî dikarin xwe li hemberî tiryak, fuhûş û dejenerebûnê biparêzin. Bila pêşî ji xwe dest bi xwerêveberiya xwe bikin û piştre li derdor û erdnîgariya xwe belav bikin. Ez bawer im ciwanên bidin dû vê heqîqetê dê nekeve tu xefikeke pergalê jî." 

Sernavên din

27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da