Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!

  • rojane
  • 13:06 25 Tebax 2022
  • |
img
RIHA - Berxwedana malbata Şenyaşar, polîs neçar kirin ku ji astengkirina “qedexeya li derveyî avahiya edliyeyê” ku ev 17 roj in bi cih tînin, paşve gavê bavêjin. Malbat nobeta xwe ya li pêş edliyeyê didomîne. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 535’an de berdewam dike. Dayik û kur di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê. 
 
Rûniştina dayik û kurê wê ya li qada sih a pêş avahiya edliyeyê ji 8’ê tebaxê ve bi hinceta biryara walitiyê ya “Qedexeye ku li pêş avahiya cemaweriyê çalaki bên lidarxistin” dihat astengkirin. Lê belê malbat bi sekna xwe ya biryardar ev du roj in li qada sih a pêş edliyeyê nobeta xwe digire. Polîsên ku piştî nekarîn malbatê ji pêş edliyeyê dûr bixin, dest bi astengkirina kişandina wêneyan a xebatkarên çapemeniyê kirin. Polîsên ku diyar kirin wêne kişandina malbatê serbest e, qedexeya walitiyê ya “Qedexeye ku li pêş avahiya cemaweriyê çalaki bên lidarxistin” weke hincet nîşandan û îdakirin ku qedexeye ku dîmen werin kişandin. Polîsan gef li kedkarên çapemeniyê xwarin ku heke dîmenan bikişînin wê derbarê wan de “kirariyên qanûnî” bidin destpêkirin. 
 
‘BÊHIQÛQÎ WÊ DERBASÎ DÎROKÊ BIBE’
 
Li ser vê yekê malbat derbasî qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin a li derveyî avahiya edliyeyê bû û li wir daxuyanî da. Ferît Şenyaşar ê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Di dema vê nobetê de Walî, Midurê Şaxs Ewlekariyê, Midûrê Polîsan ê Bajêr guherî. Îro jî wê Serdozgerê Komarê yê 4’emîn dest bi wezîfeyê bike. Her kesên tên, bi bikaranîna heman rêbaz û zextê bi zorê hewl didin me ji edliyeyê dûr bixînin. Ev du hefte ne her roj, rayedar ji bo me ji edliyeyê dûr bixînin, hewl didin bi zorê qanûnan derxin. Ev du roj in ev zext li pêşberî biryardariya me hat rakirin. Her kesê ku tê fêhm dike ku em bi biryar in û gavekê bi paş ve diavêje. Eger Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, em dixwazin tişta hewce bê kirin. Dema me dest bi Nobeda Edaletê kir, me got ‘heta daxwazên me bi cih neyên em ê ji vir neçin’. Heke mirinek hebe, dê li ber edliyeyê be. Daxwazên me bi temamî qanûnî ne. Li nexweşxaneya dewletê 3 mirov hatin qetilkirin, du ambûlansên dewletê hatin bêkêrkirin. Birayekî min jî 4 sal in bi awayekî bêhiqûqî di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin. Ev bêhiqûqî derbasî dîrokê bû.”
 
‘DAYIK BANG LI MIROVÊN BIWIJDAN DIKE’
 
Şenyaşar, bi bîr xist ku dayika Emîne Şenyaşar di ketina edliyeyê de nobeta xwe didomîne û wiha berdewam kir: “Dayîna daxuyaniyan a li pêş edliyeyê dîmen girtin ji herkesê re serbest e lê ji me re qedexe ye. Ji ber vê yekê em daxuyaniya xwe li derveyî avahiya edliyeyê dikin. Dayik nobeta xwe di ketina edliyeyê de didomîne. Dayik bang li mirovên biwijdan dike. Heke rayedarên biwijdan bêjin em mirov in divê rehet ranezin. Di holê de zilmek heye û dayikeke kul i edaletê digere heye. Divê daxwazên wan demildest bên pêşwazîkirin. Dayik 65 salî mezintir e. Vê zilmê hemû Tirkiye temaşe dike.”
 
‘KESÊN BÊDENG DIMÎNIN WÊ DERBASÎ DÎROKÊ BIBIN’
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal, hesaba Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Berxwedana dayikê li dijî neheqiyê bû roman. Her kesên ku bixwînin wê bizanin ku çiqas neheqî li dayika dilşewat hatiye kirin. Dayik hêj li ber deriyê edliyeyê ye, kesên ji vê qêrînê re bêdeng dimînin wê derbasî dîrokê bibin.”
 
BIJÎŞKAN PIŞTGIRÎ DAN
 
Odeya Bijîşkan a Rihayê serdana malbata ku çalakiya xwe ya nobetê bi biryardarî didomîne kir. Sekreterê Odeya Bijîşkan a Rihayê Firat Erkmen di serdanê de axivî û got: “Em îro di roja 535’emîn de ji bo piştgiriyê bidin malbatê weke Odeya Tabîban a Rihayê li vir in. Tevî ku di ser bûyerê re 4 sal derbas bûne jî daxwaza edaletê ya malbatê nîşaneya wê yekê ye ku di dozê de edalet pêk nehatiye. Tevî ku 4 sal bi ser re derbas bûne jî girtinên nû yên têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê pêk hatin, gumanên di bûyerê de nîşan dide. Nexweşxane cihên ku şifa li mirovan tên belavkirin e, lê li pêş çavên kedkarên tenduristiyê komkujiyeke giran hat kirin. Tevî ku dîmen û îfadeyên hempîşeyên me yêntenduristiyê hene jî, zêdeyî 4 sal in bêedaletî dewam dike. Ji bo tundiya li tenduristiyê biqede, em xebateke cidî dimeşînin. Serpêhatiya malbatê li Tirkiyeyê bûyera herî mezin a tundiya di tenduristiyê de ye. Divê edalet bi lezgîn pêk bê." 
 
Şande bi malbatê re Nobeta Edaletê didomîne. 
 

Sernavên din

27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da