Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne

  • rojane
  • 09:02 27 Tebax 2022
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglû ku bal kişand ser helwesta niha ya CHP'ê ya ji bo projeya "Rêya ODTU"yê ku CHP'ê berê ji her kesî bêtir bertek nîşanî wê dida, got: "Rêya rantê niha bûye rêyeke ku Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Milletê bi hev re ji bo wê xwe li nedîtinê datînin." 
 
"Projeya Rêya Hawidorê ya Bûlwara Bilkent-Încek"ê ku Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê yê berê Melîh Gokçek ew di sala 2017'an de dabû destpêkirin, niha ji aliyê Şaredar Mansûr Yavaş ve tê domandin. Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) di 26'ê Tîrmehê de li zanîngehê makîneyên kar asteng kirin û xebatên projeyê yên li kampusê rawestandin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû ku di 28'ê Tîrmehê de li ser rêya ODTU'yê tevlî çalakiya Komeleya Mezûnên ODTU'yê bûbû, têkildarî helwesta CHP'ê ya ji bo vê projeyê axivî ku proje di dema rêvebiriya AKP'î de hatibû destpêkirin û niha ji aliyê rêvebiriya CHP'î ve tê domandin. 
 
Gergerlîoglû bêdengiya CHP'ê rexne kir û got: “Dema ku Melîh Gokçek di sala 2017’an de hewl da vê yekê bike, parlamenterên CHP’ê bi awayekî zelal, tûj û bi dengekî bilind îtîraz kirin. Lê niha çi qewimî ku deng ji wan nayê. Ev nayê qebûlkirin. Ew bi hêzê mirovan îmtihan dikin û CHP îmrihaneke mezin winda dike."
 
‘TIFAQA CUMHÛR Û MILETÊ BI HEV RE NE'
 
Gergerlîoglû bibîr xist ku navê rêya ODTU'yê wekî "Rêya Rantê" tê binavkirin û got: "Ji ber ku şaredarê partiya wî Mansûr Yavaş vê rêyê çêdike deng jê dernayê. Ev yek bi tu awayî nayê ravekirin. Ev, tê wê wateyê ku ger sibe dusibe bibin desthilatdar, dê xeletiyên pir mezintir bikin." Gergerlîoglû anî ziman ji ber ku di rêya ODTU'yê de berwejendiyên hevpar ên Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Miletê hene, deng ji wan dernayê û got: "Dibêjin bila şaredar neperite û em şaşiya tê kirin ji nedîtî ve bên. 'Rêya Rant'ê niha bûye rêyeke ku Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Milletê bi hev re ji bo wê xwe li nedîtinê datînin. Bi rastî jî ev, rewşeke ji bêdengiya parlementerên CHP'ê wêdetir bi pirsgirêk e. Nexwe li holê bûyereke rantê ya di ser hemû fikr, nasname û bîrdoziyan re heye. Ev yek girîngiya tifaqeka sêyemîn berbiçavtir dike."
 
Gergerlîoglû diyar kir ku divê tifaq ne li aliyê rantê, li aliyê demokrasiyê bin û wiha got: “Li hemberî Tifaqa Cumhûr û Tifaqa Miletê ku du versîyonên cuda yên heman parçeyê ne, tifaqeke Demokrasiyê pêwîst e. Gava mesele dibe rant, mixabin desthilat û muxalefet tên cem hev. Fikirên xwe datînin aliyekî, rant derdikeve pêş. Hebûna tifaqeke ne li ser esasên rantê, li ser esasên demokrasî û mafên mirovan, pir girîng e. Li vir ev ferq derdikeve holê. Lewma em dibînin ku Tifaqa Demokrasiyê gelekî girîng e û di vê îmtîhanê de hem Tifaqa Cumhûrê hem jî ya Miletê têk diçin."
 
‘GELÊ ENQEREYÊ DIXAPÎNIN'
 
Gergerlîoglû sozên CHP'ê yên têkildarî projeya meseleya navborî bibîr xistin û got: "Em dizanin ku CHP'ê wextekê bi zimanekî tûj ev proje red kir. Lê bêdengiyeke mezin heye û projeyê tê temamkirin. Ev, di warê siyasî de krîzeke girîng e. Siyasetmedar li ser sozên xwe nasekinin û û gelê Enqereyê dixapînin. Ji ber ku bi sozên xwe hatin û gel ji dil û can dengên xwe dan wan û li hemberî têkoşîneke mezin CHP'yê li kêleka xwe dîtibûn, lê niha CHP bêdeng e. Hem civata ODTU'yê hem jî gelê Enqereyê ji ber vê pir nerihet in. Civata ODTU'yê jixwe têkoşînek mezin dimeşîne. Ya rast em dibînin ku li vir mirov tên xapandin. Divê hesabê vê jî bê dayîn."
 
‘EM LI CEM TÊKOŞÎNA ODTU'YÊ NE'
 
Gergerlîoglû anî ziman ku Tîfaqa Ked û Azadiyê li cem têkoşîna ODTU'yê ye û wiha dewam kir: “Min bi xwe jî piştgirî da çalakiya wan, ez derketim qadê, çi ji destê min hat min kir û li hemberî rêya li nav erdê ODTU'yê tê çêkirin rabûm. Me HDP'ê ev yek li Meclîsê jî anî rojevê û me pêşniyazname jî dan. Em li Meclîsê têdikoşin. Em li cem têkoşîna ODTU'yê ne. Hêvîdarim ev şaşî demildest bi dawî bibe û CHP û Tifaqa Milletê jî li hember vê helwesteke zelal nîşan bide kesên neheqî li wan tê kirin û xweza xweza bi ser bikeve.”
 

Sernavên din

27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da