Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin

  • jin
  • 15:14 31 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Jinan, polîsên ku di bin çavan de endama MYK’a SKM’ê Denîz Aktaş û Ebrû Yîgît lêgerîna tazî kirin, gilî kirin. 
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) derbarê polîsên ku endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a SKM'ê Denîz Aktaş û Ebru Yîgît ku di 18’ê tebaxê de hatibûn binçavkirin, lêgerîna tazî kirine de serî li Edliyeya Stenbolê dan û giliyê polîsan kirin. Jin li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin gelhev û têkildarî mijarê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin” vekirin û dowîza “lêgerîna tazî Îşkence ye” hilgirtin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Oya Ersoy, Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Jinên Demokrat ên Nû, Jinên Kedkar û nûnerên gelek saziyên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Berdevka SKM’ê Çîçek Otlû diyar kir ku Aktaş û Yîgît birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û li wir rastî lêgerîna tazî hatine. Otlû, diyar kir ku wê li hemberî van pêkanînan serî netewînin û got: “Me her tim nîşan da ku em ê têk neçin û tu car serî netewînin. Em ê li dijî polîtîkayên mêrên serwer ên li kar, kolanê û li her derê li ber xwe bidin. Em binçavkirina hevalên xwe ya bi terora polîsan a nîvê şevê û bombeyên ku xistine malan de şermezar dikin.”
 
TUNDIYA DEWLET Û MÊR
 
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî da zanîn ku hewl tê dayîn jin di navbera çar dîwaran de bên hefskirin û wiha axivî: “Desthilatdariya ku parastina jinê ji holê radike, her wiha bi her awayî êrîşî jinên ku li dijî şîdeta mêr û şîdeta mêr-dewletê têdikoşin, dike. 
 
Gulum, destnîşan kir ku jin dixwazin bên bêdengkirin, lê jin bêdeng nabin û got: “Ne komployên we, ne jî îşkenceya we wê me jinan ji têkoşînê vegerînin. Em paşve venagerin. Em careke din destnîşan dikin ku em ê tu carî stûyê xwe xwar nekin û em ji têkoşîna xwe bi biryar in. Em li cem hevalên xwe disekinin. Em li rex hemû hevalên xwe yên jin ên girtî ku têkoşîna azadiyê meşandine disekinin. Em ê hemû hevalên xwe ji hundir bigirin. Em ê bi hev re xeyala xwe ya cîhanekê, bi xurtkirina azadiya jinê tacîdar bikin.” 
 
‘EM JI LAŞÊN XWE ŞERM NAKIN’
 
Ji Jinên Demokrat ên Nû (YDK) Elîf Kaya jî diyar kir ku lêgerîna tazî polîtîkayeke mêr-dewletê ye û anî ziman ku bi hedefgirtina bedenen jinan hewl tê dayîn wan ji têkoşînê vegerînin. Kaya, anî ziman ku wê êriş negihin armanca xwe û got: “Em ji laşên xwe şerm nakin. Em ê bi hişmendiya ku êrîşa li ser bedena me hemû têkoşîna jinê armanc dike, bi hev re li ser piyan bin.”
 
DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ
 
Ji Jinên Kedkar Delal Erol jî diyar kir ku ewilî jin rastî lêgerîna tazî hatine û got: “Ev êrişeke dewletê ye. Em ê têkoşîna xwe ya jinê ya rêxistinbûyî li dijî êrîşa dewletê bilind bikin û di şexsê Ebrû û Denîzan de ji bo misogerkirina azadiya hemû jinên şoreşger ên girtî yên li zîndanan, em ê bi hev re têbikoşin.”
 
LI DIJÎ TACÎZA POLÎSAN BERTEK NÎŞAN DAN
 
Piştî daxuyaniyê jinan diyar kir ku polîsan bi telefonên xwe yên taybet wêne û dîmenên wan kişandine, ev yek tacîz e û bertek nîşanî polîsan dan. Piştî bertekê polîsê ku dîmen dikişandin telefona xwe ji berîka derxist û careke din jin kişandin. Jinan jî bi heman awayî telefonên xwe derxistin û ew polîs kişandin. Li ser vê yekê polîsan gef li jinan xwarin. Jinan jî li ser vê yekê wiha gotin: “Em baş dizanin ku hûn kî ne. Hûn tacîzker in. Hûn ê hesabê bidin.”
 
Jinên ESP’î û SKM’î û parêzerên wan, serî li edliyeyê dan û derbarê lêgerîna tazî de gilî kirin. 
 

Sernavên din

03/09/2022
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne