Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e

WAN - Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di mitînga 1’ê Îlonê ya li Wanê de axivî û diyar kir ku ew li dijî siyaseta şer a AKP’ê têdikoşin û ji bo aştî were vê axê divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin.
 
 
 
Mitînga 1’ê Îlonê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parqa Mûsa Anter” bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlîbûna partiyên siyasî yên li bajêr û rêxistinên demokratîk bi şîara “Em li dijî şer û mirinê jiyanê dipêrêzin” dest pê kir. Li qada mitîngê pankartên “Bila tecrîd bisekine, aştî biaxive”, “Em li dijî şer li dijî mirinê aştiyê diparêzin”, “Ji bo sekinandina şer hêza me, ji bo avakirina aştiyê baweriya me heye” hatin amadekirin. Ji bo pişt dikê jî pankarta “Şer mirin e, aştî jiyan e. Aştiyê biparize” hat amadekirin. 
 
JIN HERIKÎN QADÊ
 
Sedan jinên li pêşiya Rêxistina HDP'a Rêya Armûşê kom bûn, wek kortej û bi dirûşmên “jin jiyan azadî” û tilîliyan ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Jinan pankarta ku wêneya Aysel Tûglûk li ser bû vekirin û ber bi qadê ve herikin. 
 
Gel, li qada alên HDP'ê û DBP’ê hatine daliqandin bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, "Bê Serok jiyan nabe" azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest. 
 
Di mitînga ku bi rêzgirtinê dest pê kir de ewilî Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli axivî û got: “Fîrewn û zalim baş dizanin ku aştî bi kê re tê kirin. Nizanin ku gel alîgirê aştiyê ye. Em ê çawa ku aştiyê bînin nîşanî wan bidin. Heta ku aştî were vî welatî em ê têbikoşin.” 
 
Dû re Hevserokê HDP'ê Fîkret Dogan wiha got: “Ji sekna gelê me heviyeke me ya mezin heye. Em bawer dikin ku gel wê di pêşengtiya kurdan de xwe bigihînin aştiyê. Em ê bi têkoşîna xwe dagirkeran bişînin.”
 
Piştî Dogan Koma Sorjiyan derket ser dikê. Kesên tev li mitîngê bûn bi stranan govendê gerandin. 
 
Dû re Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û bal kişand ser polîtîkayên şer. Bûldan bi coşa gel derket ser dikê û xelkê ilav kir. Bûldan roja aştiyê ya gel pîroz kir û destnîşan kir ku îro carek din xelkê li Wanê û Şirnexê û gelek deverên din peyama bidawîanîna şer û pêkanîna aştiyê daye Enqereyê. Bûldan got wan îro carek din dîtiye ku pêdiviya vê axê bi aştiyek mayînde heye. 
 
‘TERCÎHA GELAN AZADÎ YE’ 
 
Bûldan da zanîn ku kes nikare deng û daxwaza aştiyê bêdeng bike û got: “Heta ku HDP hebe wê helbet wê têkoşîna ji bo aştiyê, edalet û demokrasiye berdewam bike. Çimkî aştiya civakî tenê dikare bi edalet û aştiyek rûmet û adilane pêk were. Tercîha gelan ne şer û talan e. Tercîha gelan azadî û aştî û edalet e. Li vî welatî aştî dikare bi xelkê xweşiyê bide qezenckirin.”
 
‘HEMÛ RÊYAN BI TECRÎDÊ GIRTIN’ 
 
Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Li vî welatî bêhna aştiyê hat û li şûna çekan diyalog û müzakere hatin kirin. Welat şahidiya aştiyê kir. Xelkê me ketibû nava aramiyê û xweşiyê. Lê belê AKP polîtîkaya şer xist dewrê û maseya aştiyê qeliband. Di pêvajoya aştiyê de birêz Ocalan aktorek mezin bû. Di nava wan du sê salên pêvajoya çareseriyê de dayikek me negiriya. Ciwanek me jiyana xwe ji dest neda. Lê AKP bi awayekî pêvajoya li bi birêz Ocalan re qedand û rêya diyalogê girtin. Hemû rêyan bi tecrîdê girtin. Îro tecrîd tenê ne li Îmraliyê heye. Tecrîd îro li tevahiya welat belav bûye. Tecrîdê kirine pergalek Tirkiyeyê. Maf, hiqûq û edalet nemaye. Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e û li vî welatî pirsgirêka hiqûqê heye. Hemû pirsgirêk û krîzên li vî welatî bi tecrîdê ve girêdayî ne.
 
TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN 
 
Tenê rêyek heye ku welat ji van krîzan rizgar bike. Ew jî bidawîkirina tecrîdê ye. Heke îro tecrîd nehata sepandin, dê birêz Ocalan di dewrê de bûya. Heke pêvajoya aştiyê dewam bikira wê îro ewqas krîzan rû neda. Lewma em dibêjin demildest tecrîdê rkain û divê bibînin ku tecrîd binpêkirina mafê mirovan e. Divê birêz Ocalan bi rêkûpêk bi parêzer û malbata xwe re dikaribe hevdîtinê bike. Tenê tiştek dikare welat ji nava krîzan rizgar bike ew jî bidawîanîna tecrîdê ye.” 
 
 
Piştî axaftina Bûldan hunermend Azad Bedran derket ser dikê û strî. 
 

Sernavên din

03/09/2022
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne