Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin

img

ÎZMÎR - Serokê ÎHD'a Şaxa Îzmîrê Zafer Încîn diyar kir ku binpêkirinên mafan ên di dema Rewşa Awarte de li girtîgehan didomin û divê girtîgeh ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin.

 
Li girtîgehên Tirkiyeyê roj bi roj zext, pêkanînên îşkenceyê û binpêkirina mafan zêde dibin û li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê yên li dijî van pêkanînan didomin. Girtiyên neweş nivîskar Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ên di Girtîgeha Kiriklar a Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de ne di 28’ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Rayedarên ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji nedîtî ve tên, dest ji çareserkirina pirsgirêkan berdin, girtiyan bi mironê re rû bi rû dihêlin. 
 
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Zafer Încîn rewşa girtîgehan nirxand.
 
‘BÛNE BINPÊKIRINÊN MAYINDE'
 
Încîn, diyar kir ku di salên dawî de hejmara girtiyan zêde bûye û got: “Binpêkirinên mafan ên xwe disipêrin Rewşa Awarte ya sala 2016’an, li girtîgehan bûne binpêkirinên mayinde. Li gorî serlêdanên tên kirin em hem bi girtiyan re hem jî bi rêvebiriya girtîgehê re hevdîtinan pêk tînin. Kêm be jî, carinan pirsgirêk tên çareserkirin, lê pirî caran pirsgirêk bi neçareserkirinê bi dawî dibin."
 
GIRTÎGEHÊN TÎPA S'YÊ
 
Încîn bal kişand ser girtîgehên Tîpa S'yê yên ku nû hatine çêkirin û anî ziman ku ev girtîgeh girtîgehên pîlot in û tecrîdê girantir dikin. Încîn destnîşan kir ku divê girtîgehên Tîpa S'yê tavilê bên girtin û wiha got: “Girtîgehên Tîpa S'yê modeleke girtîgehê ye ku li ser tecrîd û îzokasyonê hatine avakirin. Li girtîgehan mirovan ceza dikin. Divê dest ji van pêkanînan bê berdin. Girtîgehên Tîpa S'yê dijî destûra bingehîn û qanûnên navneteweyî ne."
 
BIRYARÊN SIYASÎ Û BÎRDOZÎ
 
Încîn anî ziman ku  hefteyê herî kêm xebera mirina 2-3 girtiyan tê û ji bo berdana van girtiyên jiyana xwe ji dest dane gelek caran serlêdan hatine kirin, lê nehatine berdan. Încîn destnîşan kir ku rewşa gelek girtiyên nexweş giran e û wiha domand: “Helwesta Saziya Tipa Edlî ya li hemberî girtiyên nexweş cihê nîqaşê ye. Tê gotin heyetêns erbixwe lê ne, lê ev jî cihê nîqaşê ye. Biryara derbarê Aysel Tûglûk de gelekî bû rojev. Em dizanin ku ew raproên li dijî helwesta bijîjkiyê didin. Carinan ATK'ê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' dide. Lê wê demê jî dozgerî bi hinceta ku 'ji bo civakê xetere ye' rê li ber taloqkirina înfazan digire. Bi hincetên siyasî, bîrdozî û nijadperestî tevdigerin. Em dikarin bibêjin ku mafên girtiyan bi awayekî kêfî tên desteserkirin.”
 
BANGAWAZÎ
 
Încîn destnîşan kir ku ji bo pirsgirêkên li girtîgehan ji holê bên rakirin divê heyetên serbixwe girtîgehan kontrol bikin û got, divê saziyên sivîl û rêxistinên mafên mirovan dem bi dem serdana girtîgehan bikin û wan kontrol bikin.
 
Încîn bilêv kir ku sedema hebûna girtîgehan ew e ku mirovan ji nû ve entegreyî civakê bikin û got, lê li girtîgehan girtî ji aliyê rêvebiriyê ve tên cezakirin û ji bo pirsgirêkên li girtîgehan ji holê rabin bang li Wezareta Dadê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. 
 
Herî dawî Încîn anî ziman ku divê raya giştî di vî warî de hesas bibe û bibe dengê girtîgehan. 
 
MA / Delal Akyuz
 
 
 
 

Sernavên din

03/09/2022
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne