Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan

AMED - Amediyan bertek nîşanî binpêkirinên mafan û mirinên li girtîgehan dan û gotin, girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan.
 
Tahde û îşkenceya li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe dijwartir dibe. Bi taybetî jî li dijî girtiyên nexweş. Bi raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) berdana girtiyên nexweş tê astengkirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 8 mehên ewil ên sala 2022'yan de herî kêm 5 girtî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Amediyan bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirina girtiyan dan. 
‘JI BER KURDBÛNA XWE NAYÊN BERDAN’
 
Welatiyê bi navê Ramazan Tûgay anî ziman ku li girtîgehan bi hezaran binpêkirinên mafan rû didin û got, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) nayên pêkanîn. Tûgay bibîr xist ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş ên bêsûc hene û got: "Ligel hemû raporan jî nayên berdan, ji ber ku kurd in. Eger ew ne kurd, tirk bûna teqez dê bihatana berdan. Lewma edalet tune ye. Eger edalet hebûna dê niha gelek hevalên me li derve bûna. Hewce ye partiyên siyasî di vî warî de baş bitêkoşin."
 
‘QIRKIRINEKE SIYASÎ YE’
 
Welatiyê bi navê Mehmet Morkûzû jî diyar kir ku dadger û dozger karên xwe nakin û got, niha di girtîgehan de belesebeb gelek girtî hene. Morkûzû destnîşan kir ku yên tên girtin jî bi piranî endam û rêvebirên HDP'ê ne. Morkûzû axaftina xwe wiha domand: “Em niha zextên herî mezin li ser HDP’ê dibînin. Bi rastî jî cihê ku mirovahî, heq, hiqûq û edalet lê hebe, ev qas kes nayên girtin. Hewce ye bi lez girtîgeh werin valakirin. Zîndanîkirina girtiyên nexweş bêhiqûqîtî ye. Kesê ku bûye îradeya gel avêtine hundir. Ev qirkirineke siyasî ye. Niha daxwazkirina tiştekî ji desthilatdariyê, bêmantiq e. Ji ber ku guh nadin me. Diz û çete li derve digerin, lê kesên siyasî girtî ne. Ev siyasî bîlfiîl tu sûç nekirine. Ev polîtîkaya bêîradekirina gel e.”
 
Welatiyê bi navê Tahsîn Oral bertek nîşanî binpêkirinên mafan û mirinên li girtîgehan çêdibin dan û got, ev bi temamî polîtîkayên şer in, ên li hemberî kurdan tên meşandin. Oral bibîr xist ku ji girtîgehan gelek cenazeyên kurdan derdikevin û got: "Tev jî mirovên polîtîk, xwedanhişmendî, demokrat, welathez û dijşer in. Girtina van mirovan ne rast e." 
 
Oral bilêv kir ku desthilatdara heyî ne guh dide hiqûqê ne jî heqê.
 
‘BERPIRS WEZARET E’
 
Welatiyê bi navê Bunyamîn Gorker bibîr xist ku venêrîna girtîgehan di berpirsiyariya Wezareta Dadê de ye û got, divê Wezareta Dadê mufettîşan peywirdar bike ji bo kontrolkirina girtîgehan. Gorker got: "Li nav sînorên vî welatî her kes xwedî maf e. Dixwazî bila girtiyê siyasî be, dixwazî bila yê muebedxwarî be hemû xwedî maf in û eger nexweş be hewce ye bên dermankirin. Eger dermankirin ne mimkun be jî, ev dikarin ji aliyê serokkomar ve werin berdan. Ev welat ji bo tu partiyên siyasî mîrate nemaye an jî ji bo hin malbatan. Eger tu wek dewletê erka xwe bi cîh bîni û gel pêş bikeve, dê zemîna sûc ji holê rabe û wê çaxê jî jixwe tu kes sûc nake. Eger kesek sûcekî bike, berpirsiyar wezaret e. Di berîka her kesî de nasnameya Komara Tirkiyeyê heye û dewlet jî mecbûr e li wan kesan binêre. Eger lê nenêre bila cihê xwe biterikîne û here. Tu kesî bi zorê ew li wir negirtine.”
 
‘LI TIRKIYEYÊ EDALET TUNE YE’
 
Ekrem Yildiz jî got: “Tu sûcê girtiyan tune ye. Sûcê wan zimanê wan û kurdbûna wan e. Di girtîgehan de deh kesên sûcdar hebin, bi deh hezaran jî bêsûc hene. Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Heq, hiqûq ji holê hatiye hilanîn. Xwedê heqê me nehêle. Miletê me tev birçî ye. Em demek dirêj e di bin zilmê de ne. Sedema zilma li me tê kirin jî zimanê me ye. Girtiyên me tev li erdê ne, lis er betonê ne. Xwedê heqê me ji wan bistîne.”
 
Welatî Mehmet Polat jî anî ziman ku kesên di girtîgehan de ji ber ku fikir û ramana xwe anîne zimên hatine girtin û got, demildest divê ev desthilat bê guherandin. 
 

Sernavên din

10/09/2022
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN