Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD`ê Ferhad Şamî da zanîn ku Kampa Holê hewldana duyemîn a avakirina xîlafetê ye û got: “Li vir nifşê sêyemîn ê DAIŞ`ê mezin dibe ku ji DAIŞ`ê xeternaktir e.”
 
Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bipiştgiriya QSD`ê, YPG/YPJ`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê di 25`ê tebaxê de dest pê kir. Di encama pêngavê de ku heta niha didome, gelek tunel, cihên perwerdeya DAIŞ`ê, zindan, alavên îşkence û kuştinê û miqdareke cebilxane hate dîtin, her wiha gelek çeteyên şaneyên DAIŞ`ê û gumanbar hatin girtin.
 
Têkildarî rêveçûna pêngavê û encamên ku heta niha bi dest xistine, Berdevkê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Ferhad Şamî, der barê xemsariya hêzên navneteweyî ya li hember xeternaktirîn kampên cîhanê (Kampa Holê) de got: “Ger ev der bûye bombeyeke demkî û ewqasî bîrin kûr bûye, yek berpirsyarê esasî ew kesên ku pişta xwe dan vê meseleyê û mijara DAIŞ`ê ji kokê de çareser nekirin.”
 
`NIFŞÊ KU LI KAMPÊ TÊ MEZINKIRIN JI DAIŞ`Ê XETERNAKTIR E`
 
Şamî, diyar kir ku ev demek e li Kampa Holê hem di rojeva wan hem jî di rojeva cîhanê de hebû û wiha behsa xetereya vê kampê kir: “Gelek bûyerên kuştinê, serhildanên jinên DAIŞ`î û êrişên zarokan li vir derdiketin. Ev mijar di çapemeniya cîhanê de, her wiha di belgeyên NY`yê de cih digirtin. Xetereya kampa Holê ji mêj ve hatiye eşkerekirin. Destpêka ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê berê xwe dane kampa Holê wekî bijareyeke lezgîn hate kirin, ku wê demê li Baxozê ber bi têkçûnê ve diçûn nîşaneya xeteriyê hebû. Dema jinên DAIŞ`î dihatin di nava axaftina xwe de digotin ku `xelîfe Ebû Bekir El Bexdadî soz daye me ku dê me xilas bike. Ev der wê cihekî me demkî be ku em li vir îdeolojiya xwe pêş bixin, cihekî ku em nifşekî nû yê DAIŞ`ê mezin bikin`. Lewra xetereya kampê gihîştiya astekê ku bûye bombeyek li ber teqînê. Li ser erdê êdî DAIŞ însanan dikuje û nifşekî nû ava dike. Xetereya herî mezin ev e ku nifşekî nû yên DAIŞ`ê li kampê tê avakirin. Dê ev nifş ji nifşê DAIŞ`ê xeternaktirîn be. Ji lew ra hewcedariyeke lezgîn bi vê operasyonê hebû.”
 
'KAMPA HOLÊ HEWLDANA DUYEMÎN A AVAKIRINA XÎLAFETÊ YE'
 
Şamî sedema destpêkirina qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê wiha anî ziman: “Di vê kampê de êdî DAIŞ xwe zindî dikir û vedigere wekî dema destpêkê. Avakirina DAIŞ`ê li van kampan bi çend kesan dest pê kir. Dema derfet dîtin xwe belav kirin û dewleta xwe ava kirin. Kampa Holê jî hewldana duyemîn ya avakirina xîlafetê ye. Ev bi rastî jî xeteriyeke ku her kes jî vê dibîne. Ji lew ra her çiqas ev pêngav ji ber êrişên dewleta tirk hatine derengxistin jî, lê pêwîstiyeke lezgîn pê hebû. Her çi qas civaka navneteweyî çavê xwe jê re girtibin tenê behsa xetereya wê dikin, gavên berbiçav zêde neavêtin, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn helbet nikarîbûn çavê xwe ji vê xeteriyê re bigrin. Ji ber ev bombeya demkî di nav herêmên me de ye û xeteriyek mezin li ser herêmên me, destkeftiyên me û cîhanê çêdike.”
 
'QSD`Ê PIŞTGIRÎ NEDABA DÊ DAIŞ JI DERVE FIRSEND BIDÎTA'
 
Şamî, di dewama axaftina xwe de sedema beşdarbûna QSD`ê di qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de wiha rave kir: “QSD hêza parastina sînor a leşkerî ye. Operasyonên derve ji aliyê QSD`ê ve tên kirin. Di hundir de helbet sîstemeke rêxistinî û fermî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Lê DAIŞ ne tenê mijareke hundirîn e. Ev nexweşî tenê bi hêzên hundirîn re nayê mudaxilekirin. Ji bo wê QSD wekî piştgirîdayîn tev li pêngavê bû. Hemû cîhan dizane ku QSD`ê li hember terora DAIŞ`ê xwedî tecrûbe ye. Ger QSD`ê piştgiriya vê pêngavê nekiriba dê DAIŞ’ê dîtiba ku pêngav tenê ji hundir ve tê kirin, wê demê dê ji derve firsend dîtiba. Heta ev şaneyên wan yên di hundirê kampê de dê wekî fersendekê dîtibana ku karibin êrişî hêzên ewlekariyê bikin û hinek gavan biavêjin.”
 
PLANA DAIŞ`Ê YA AVAKIRINA 3 KORÎDORAN
 
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî, destnîşan kir ku kampa Holê jî di nav de gelek hewldanên DAIŞ`ê hebûn ku korîdoran veke û wiha nirxandina xwe dewam kir: “QSD niha derdora kampê digire. Gelek hewldanên DAIŞ`ê hebûn ku korîdoran vekin. Di dema borî de hewldanên wan yên avakirina 3 korîdoran me eşkere kiribûn. Yek ji wan korîdoran ji herêmên dagirkirî bi taybetî ji xeta çiyayê Kezwana xwe bigîhînin Girtîgeha Sînaa, ji wir jî ber bi Holê û derbasî Til Koçerê bibin bû. Plankirina wan a destpêkê ev bû. Korîdora duyemîn; ji sînorê Iraqê bi taybetî jî rojhilatê Dêrezorê xwe bigîhînin Til Koçerê bû. Bala xwe bidinê, di demên borî de gelek şehîdên me di xeta Til Koçerê de çêbûn. Korîdora sêyemîn jî di ser çolistana Sûriyê re bû ku gelek şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hewl da avê qut bikin. Bi taybetî jî dixwestin çemê Firatê qut bikin ku hikûmeta Şamê jî di bin navê ku bi şerê cuda re mijûl e, çavên xwe ji wan re girt. Şaneyên veşartî gelek herêmên li xeta avê ya di navbera me û hikumeta Şamê de bi dest xistibûn. Li wir jî xwestin korîdorekê vekin. Bê guman, ew korîdor di dema êrişên li ser zindana Sînaa de hatin pûçkirin. Lê korîdorên dîtir yên sînorê Iraqê û dewleta Tirk her man. Ji ber ku hikumeta Iraqê piştgiriya pêwîst neda û dewleta Tirk her tim li pey van şaneyan bû ku xwe bi rêya vê korîdorê bigîhîne kampa Holê. Ji ber wê, QSD`ê rola herî sereke hilda ser xwe ku karibe kampa Holê ji van şaneyên derdorê qut bikin û serweriya xwe li ser kampê çêbikin.”
 
TÊKILIYÊN DAIŞ Û TIRKIYÊ: XELÎFE BI TAYBET LI SER KAMPÊ Û ZINDANÊ DISEKINE
 
Di encama pêngava li kampa Holê de ku heta vê kêliyê dewam dike, gelek belgeyên ku têkiliyên DAIŞ û dewleta tirk îsbat dikin, derketin holê. Ferhad Şamî têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk bi taybet di kampa Holê de bi van gotinan anî ziman: “Di cîhanê de rola dewleta tirk hatiye naskirin. Îro hinek kes serê xwe dixin axê naxwazin vê têkiliyê bibînin û eşkere bikin. Tişta ku xetereya DAIŞ`ê zêdetir dike ev e. Heta ku hêzên navneteweyî têkiliyên DAIŞ û Tirkiyê îtîraf nekin, wan belgeyên di destê xwe de eşkere neke, dewleta tirk teslîmî dadgehê neke xeterî mezintir dibe. Dewleta tirk ji vê sûd werdigre. Di dema dawî de her çiqas me behsa van îspatan kir lê tiştên herî esas deşîfre kir mijara hebûna serçeteyên DAIŞ`ê ye. Têkiliya dewleta tirk û DAIŞ`ê hebûna serçeteyên DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî zelal e. Li Kampa Holê zêdetir zelal e. Çima? Niha Ebû Bekir El Bexdadî li Îdlibê hatibe kuştin, Qureyşî di navbera Îdlib û Efrînê de hatibe kuştin, Fayiz Egal li Babê, Mahir Egal jî Cindirêsê hatibe kuştin wê demê raste rast tekiliyên herêmên dagirkirî bi kampê re hene. Dosyaya Holê, dosyaya Kampa Roj û ya zindana DAIŞ`ê yekser girêdayî xîlafeta DAIŞ`ê ye. Xelîfe bi xwe li ser wan disekine. Xelîfe jî di herêmên dagirkirî de hatin kuştin.”
 
TÊKILIYÊN MÎT`Ê BI ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN LI KAMPA HOLÊ RE
 
“Di vê operasyonê de tiştên hîn zêdetir hate fêmkirin têkiliyên MÎT`ê bi şaneyên DAIŞ`ê re ye” Şamî bi van gotinan rola MÎT`ê di nava kampa Holê de diyar kir û ev tişt lê zede kirin: “Gelek çete û malbatan xwestin birevin, MÎT`ê gelek têkiliyên wan çêkirin. Cihê ku li kampê malbatên çete lê ne rasterast destê MÎT`ê di tevgera wan de berçav e. Dema êrişên dewleta tirk zede dibin yekser xwe radikin. Dema ku dibînin QSD`ê bi sînor re nemijûl e xwe vedişêrin, demekê disekinin. Ji bo wê ne mijareke bêzanebûn tê kirin. Îstîxbarat li pey vê ye ku dewleta tirk li ser sînorên wan baş bi kar dianî niha dixwaze di nav me de jî van dosyayan baş bi kar bîne ku car din zindî bike ku karibe serweriya xwe li herêmê çêbike.”
 
'NIFŞÊ SÊYEMÎN Ê DAIŞ`Ê YÊ HERÎ XETERNAK E'
 
Li kampa Holê nifşekî cîhadîstan tê avakirin. Zarokên ku mêjiyên wan bi îdeolojiya DAIŞ`ê tê şûştin xetereya herî mezin a li ser cîhanê ne. Der barê vê mijarê de, Ferhad Şamî ev tişt gotin: “Dema em dibêjin kampa Holê bombeyek demkî ye ne tenê bi hebûna çend fîşek û çekan e. Dixwazin li kampa Holê hişmendiya DAIŞ`ê serwer bikin. Dema em dibêjin DAIŞ di kampa Holê de ye em behsa nifşê sêyemîn dikin. Em DAIŞ li ser 3 nifşan dinirxînin; nifşê yekem yê beriya DAIŞ`ê, El Qayîde ye ku ji DAIŞ re bû bingeh, nifşê duyemîn yê ku DAIŞ ava kir û nifşê sêyemîn jî ev zarokên ku niha ser destê dayikên xwe perwerdeya DAIŞ`ê dibînin in. Rojnamevan dema derbasî kampê dibin lêdanê ji zarokên 4 salî dixwin. Ew zarok 2019`an dema hatin kampê çêbûne û niha bûne nifşê sêyemîn yê li kampê. Li gor saziyên mirovî ji me re parve kirine, mehane 60 zarokên DAIŞ`î li vir çêdibin. Ji sala 2019 heya 2022`an binêrin, hezar û 800 zarokên DAIŞ`î çêbûne. Ew zarok keviran diavêjin rojnamevanan, saziyên li vir, kesên ku lojîstikê pêşkêşî wan dikin. Dema ber wan de diçin, bi destê xwe sembola xîlafetê çêdikin û dibejê ez ê te serjê bikim. Ev xeter e. Ev nifş li ser kînê hatiye avakirin, dixwazin tola bav, xizm û emîrên xwe hilînin.”
 
`DAIŞ JI BO ÎDEOLOJIYA XWE DÎSA ZINDÎ BIKE VEDIGERE ŞÛR Û KÊRAN`
 
Gelek alavên kuştin û îşkenceyê di hundirê konên kampa Holê de hatin dîtin. Jinên ku rastî îşkence dihatin, hatin xilaskirin. Ferhad Şamî diyar kir ku DAIŞ bi alavên îşkencê, kêr û şûran tirsa xwe ava kiriye û got: “Li vê kampê ne tenê malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene. Penaber û welatiyên ku ji şer reviyane û xwe spartine QSD`ê jî hene. Ji bo ku DAIŞ îdeolojî û tirsa xwe zindî bike dîsa vedigere şûr, kêr û alavên îşkenceyê ku di operasyonê de hatine desteserkirin. DAIŞ esas tirsa xwe di dilê xelkê de ne bi çekên giran çêkir, tirsa xwe bi kêrê, îdeolojiya xwe ya li ser hatiye avakirin çêkir. Niha li kampê  şaneyên veşartî di aliyê îdeolojî de dibistan, mizgeftan de xelkê li ser fikrê cîhadîst xwedî dikin, aliyê din jî ji bo ku ev pêk werê kêr û alavên tûj ku xelkê pê îşkence dikin û wan dikujin, bi kar tînin.”
 
‘RIZGARKIRINA WEFAYÊ YA ÊZIDÎ ŞANAZIYEKE MEZIN E’
 
Ferhad Şamî da zanîn ku pêngav li ser 4 aliyên stratejîk dimeşe û wiha pê de çû: “Yek, DAIŞ li vir tevlihevî çêdikir, bala xwe bidinê tevliheviya wan heya niha kêm bû. Du; ev dibistan cihên ku perwerde lê dîtin hatin rakirin ku wê hewldanên wan çêbibe car din ava bikin ku ji şert û mercên mirovî sûd digirin. Sê jî çalakiyên DAIŞ`ê bûn ku di van demên dawîn de nema dikarin çalakiyan bikin. Em ê hewl bidin bi temamî vê mijarê çareser bikin. Ya din jî bi rastî wekî şahnaziyekê em lê dinêrin rizgarkirina jina êzidî bû. Ev mijareke stratejîk a YPJ`ê bû. Bi awayekî rojane li ser vê dosyayê tê xebitîn ku jineke êzîdî li kur be heta ji me bê bi taybetî jî pêşengtiya YPJ`ê were rizgarkirin. Rizgarkirina Wefa ji bo me şahnaziyeke gelekî mezin e. Tu kes seranser nêzî vê mijarê bibe ku mijareke gelekî girîng e ku jiyanek ji nav van hovan de bê xilas kirin. Li vê derê heya niha zêdetirî 120 kes hatine girtin. Sîstema wan a ku niha tevlîhev bûye neçar in sîstemek nû ava bikin. Ev jî destkeftiyeke sereke ya vê operasyonê ye.”
 
'PIŞTÎ PÊNGAVÊ DÊ NÊZÎKATIYA ME DI VÊ MIJARÊ DE CUDA BE'
 
Berdevkê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî îşaret pê kir ku sedema vê ‘bombeya li ber teqînê’ hêzên navneteweyî ne û got: “QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji mêj de erkên xwe yên girêdayî dosyaya DAIŞ`ê pêk anîne. Me DAIŞ têk bir, xetereyeke mezin li ser asta cîhanê ji holê rakir. Êdî îro şûn de bi taybetî jî piştî vê operasyonê erkê serekê dikeve ser civaka navneteweyî. Ji 50 heta 60 welatan zarok û jinên DAIŞ`î li vir hene. Hemû jî dizanin ev terorîst in. Lê dema ku ew dewlet nayên zarok û jinên xwe nabin, ew dibin alîkar ku DAIŞ zindî bibe. Ger ew dewlet wan bibin bidarizînin, tev li civaka xwe bikin, wê demê çavkaniya ku DAIŞ jê sûdê wergire, ziwa dibe. Lê dema ku pişta xwe didin vê mijarê, birîna ku DAIŞ çêkiriye dihelê ku zêdetir kûr bibe. Heya niha tenê 20 dewlet hatine çend zarok birine, heta jin jî nebirine. Hêzên navneteweyî bi awayekî berjewendîperest nêzî vê mijarê bûne. Piştî vê operasyonê helbet dê nêzîkatiyên me li hember vê cuda be û ji niha ve em ji hêzên navdewletî re dibêjin ger ev der bûye bombeyek û ew qasî birîn kûr bûye, berpirsyarên esasî ew kes in ku pişta xwe dan vê meseleyê û mijara DAIŞ`ê ji kokê de çareser nekirin.”

Sernavên din

10/09/2022
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN