Amedî: Em li ba Semra Guzel in

img
AMED - Welatiyên Amedî bertek nîşanî girtin û hewldana ser tewandina Semra Guzelê dan û gotin: “Em li ba Semra Guzel in.”
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel piştî ku hedef hate nîşandan parêzbendiya wê hate rakirin. Piştî parêzbendiya wê hate rakirin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Guzelê de lêpirsîn da destpêkirin. Guzel a derbarê wê de biryara binçavkirinê dan, di 2’yê îlonê de hate binçavkirin. 
 
Guzel a birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, dema beriya bibin edliyeyê ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê bi paş ve hate kelemçekirin û polîsan tundî lê kir. Polîsan li ber kamereyan xwest ku serê Guzel bitewînin lê Guzelê li ber xwe da û ne hişt serê wê bê tewandin. Dû re Guzel a anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi SEG-BÎS’ê îfade da Dadgeha Sûlhê ya Enqereyê. Guzel li vir bi heman îdiayan hate girtin. 
 
Gelê Amedê bertek nîşanî girtin û hewldana ser tewandina Semra Guzelê dan.
 
‘EM LI BA SEMRA GUZEL’IN’
 
Welatiyê bi navê Şehmûs Başkan, diyar kir ku mûameleya nebaş a li Semra Guzel hate kirin qebûl nake û wê yekê şermezar dike. Başkan, diyar kir ku parlementera gelek deng ji gelê Amedê stend, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ve hedef hate nîşandan. Başkan bi lêv kir ku hewceye ji ber vê kiryara xwe Wezîrê Karên Hundir bê darizandin û wiha got: “Sedat Peker gelek kiryarên Wezîrê Karên Hundir derxistin holê lê tiştek nebû. Li vî welatî heq, hiqûq, edalet tune ye. Ne mimkune ku mirov li vî welatî qala edaletê bike. Gelê Amedê yê ku dengên xwe daye Semra Guzel li ba wê ye. Eger ku edalet hebûya niha ji xwe parêzbendiya parlementeran ne dihatin rakirin. Lê dîsa jî ew nûnerên me ne û em dê dîsa dengên xwe bidin wan û em wan ji bîr nakin. Ez wan kesên ku ev kiryare kirî jî şermizar dikim.”
 
‘ARMANCA WAN DOZA KURD Û GEL JI HEV QUT BIKIN E’
 
Welatiyê bi navê Rêzan Kaanarslan jî anî ziman ku desthilat jî baş dizane ku parlementerên vê herêmê hêmanên nûneriyê ne û dixwazin çavên gel bi tirsînin. Kaanarslan dest nîşankir ku dixwazin bi zextan çok bidin danîn û wiha got: “Esas ji aliyê desthilatê ve gelek parlementerên me yên weke Semra Guzel hatin binçavkirin û girtin. Weke kevneşopiya dewletê û desthilatê li dijî nûnerên gelê kurd êrişek heye û armanca li vir bi gelê kurd çok danîne. Lê Semra Guzel ne tenê parlementer, di heman demê de bijîşk e û gelek salan jî Seroktiya Odeya Bijişkan jî kiriye. Her wiha têkiliya wê û gel jî heye. Hedef, şikandina vê têkiliyê ye jî. Hedefek wan jî bi dûrxistinê, şikandina têkiliyê, bi dûwar kêşandinê doza kurdan û gel ji hev qût bikin e.”
 
Kaanarslan, bertek nîşanî mûxalefetê jî da û got: “Ez li vir wek Amediyekî dixwazim ji ber bertek ne nîşandayîna mûxalefetê re nerazîbûna xwe bînim ziman. Ji ber ku Semra Guzel hêj jî parlementere û îro mûxalefet tû bertek nîşanî vê girtinê nedan. Ev, bê rêziyek li hember gelê kurd e. Ji ber ku mijar dibe kurd ew jî xwe kerr dikin.”
 
‘SEMRA GUZEL HEDEF HAT GIRTIN’
 
Kaanarslan, derbarê ser tewandin û tûndiyê de wiha axivî: “Sekna Guzel û peyama wê ya di got ‘haya min heye ku çi dikin’ pir bi qiymet e. Ev jî esasen berxwedana gelê kurd bû. Binçavkirina ku di çaxê parlementerên HEP û bi taybetî Orhan Dogan de dest pê kirî, di bûyera İdrîs Baluken de jî û di çalakiya Wanê ya piştî daxûyaniya jinan a gotibûn ‘jin serî na tewînin’ de ji aliyê jinên polis ve serî tewandin û binçavkirin bûye kevneşopiyek dewletê. Ev domandina şerê sîstematîk ya li hember kurdan nîşan dide. Em ê dîsa parlementerên xwe hilbijêrin. Em xwedî li berxwedana wan jî derdikevin. Çawa dema parlementerên HEP’ê ji girtîgehê derketin gel xwedî li wan derket, em jî dê xwedî li parlamenter, hevserokên giştî û hevşaredarên xwe derkevin.”
 
Kaanarslan di mijara rakirina parêzbendiya parlementeran de jî bertekên xwe nîşan dan û wiha pê de çû: “Pergala ku em jê re dibêjin dewlet, binyatek baviksalar e. Polîtîkayên şer ên desthilatê herî zêde ser jinan bandor dike. Berê niha parêzbendiya Salîha Aydenîz ji bo rakirinê şandin meclîsê. Niha jî Semra Guzel hedef tê girtin. Esasen ev tiştekî sistematîk e. Hem kurdan hem jî jinan hedef digirin.”
 
‘RAKIRINA PARÊZBENDIYAN SIYASÎ YE’
 
Welatiyê bi navê Omer Ozgur da zanîn ku ya li Semra Guzel hatiye kirin ne tiştekî nû hatiye kirine. Ozgur diyar kir ku desthilat kesê ji xwe re tahlûke dibîne di avêjin girtîgehan de û got: “Dibe ku ji ber axiftina min ya niha, min jî bi avêjin hundir. Silhedîn Demîrtaş ev salan e di girtîgehê de ye û girtina wi jî ji ber heman tiştiye. Tû sûcê wi jî tûneye. Qeyûm tayînî şûna kesên ku em dengên xwe didinê dikin lê tû kes jî devê xwe venake. Ji ber ku gel ditirse. Yên ku ne tirsin jî niha di girtîgehan de ne. Her wiha niha jî dest bi rakirina parêzbendiyên parlementeran dikin. Rakirina van parêzbendiyan armancek siyasî ye.”
 
‘DIVÊ KES LI DIJÎ VÊ NEHEQIYÊ BÊDENG NEBE’
 
Welatiyê bi navê Mahmut Çakmak jî diyar kir ku ya bi Semra Guzel hatiye kirin neheqî ye. Çakmak, dest nîşan kir ku hewceye ji ber van kiryaran bêdeng nebin û dengê xwe derxin û wiha got: “Ji ber ku em çi qas bêdeng bin, em ew qas tên perçiqandin. Îşkence binçavkirin û rakirina parêzbendiya parlementera Amedê Semra Guzel xetere ye. Hewceye ev pêvajo were sekinandin. Herkes xwedî îradeyeke azad e û hewceye parêzbendiyên kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin neyê rakirin. Hewceye êdî tû kes li dijî vê neheqiyê bêdeng nebe.”
 
Welatiyê bi navê Mehmet Kabasakalli bi lêv kir ku kesên gel hilbijartî dîsa tenê gel dikare ji wir bigire. Kabasakalli yê diyar kir ku tiştên ku li Semra Guzel hatine kirin xetere ye, bi lêv kir ku anîna rojevê ya bûyera ku beriyê çend salan çêbû ne tiştekî baş e û wiha got: “Ji bo ku pere bibin ji herkesî re dibêjin terorist. Herkes teroristin lê yên ku pere didizin, welat dişêlînin ne terorist in”
 
‘JI BO ME KURDAN EDALET TÛNE YE’
 
Welatiyê bi navê Efe Can jî bertek nîşanî bêhiqûqiya li Semra Guzel hatiye kirin da û got ku em parêzbendiyan wek sembolîk dibînin. Can, dest nîşan kir ku ev yek zext û tûndiya li ser jinan jî tîne li ber çavan û got: “Çi dibe bila bibe, me xwestiye bibin nûnerên me. Lê çi hikmete ku kesên gel hilbijartî û kirine nûnerên xwe, heqên wan yên nûneriyê ji destê wan tê girtin. Gotinek wan ya li ser doza kurd hatiye gotin bêhnokekê jê di avêjin û di kişînin ser mijarên cûdatir û wan digirin. Pêvajoya çareseriyê de serokkomar û serokwezîrê Tirkiyeyê jî gotinên kurdan yên li ser aşitiyê gotin. Di wê pêvajoyê de ji ber ku wan digotin ne sûc bû tlê niha wek terorizm penase dikin. Ev tiştekî xelet e. Tevahî girtin li ser van mijaran e. Ji bo wan edalet heye lê ji bo me kurdan edalet tune ye.”
 

Sernavên din

10/09/2022
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN