'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'

  • rojane
  • 09:04 10 Îlon 2022
  • |
ŞIRNEX - Selahattîn Demîr ku ji bo hevdîtinê bi kurê xwe yê di Girtîgeha Xarpêtê de bike çûye girtîgehê got: “Dixwazin girtiyên siyasî li girtîgehê tecrîd bikin û tew hinekan jî bikujin û wekî 'xwekuştinê' bidin der." 
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi pêkanînên nû didomin. Bi taybetî jî pêkanînên li dijî girtiyên siyasî hem malbatan hem jî girtiyan mexdûr dikin. Ji girtiyên ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin yek jê jî Celalettîn Demîr ê 28 salî ye. Li Demîr muebeda giran û 54 sal ceza hatiye birîn. Demîr ku di sala 2017'an de li navçeya Qilaban a Şirnexê hatiye binçavkirin û ew xistine Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê, piştî hatiye girtin bi du hefteyan ew şandine Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa F'yê ya Hejmara 1'ê. 
 
Bavê girtî Celalettîn Demîr, Selahattîn Demîr (53) ku di 5'ê îlonê de çûye girtîgehê ji bo hevdîtinê, behsa bêhiqûqîtiyên ku bi wan re rû bi rû maye kir.
‘DIXWAZIN WAN JI JIYANÊ QUT BIKIN'
 
Demîr da zanîn ku demek berê kurê wî şandine girtîgehek dûrî wan û got: “Sedema bingehîn a ku kurê min şandin Xarpêtê ew e ku têkiliya wî ya bi malbatê re qut bikin. Kurê min şandin cihekî dûr ku em bi awyaekî rêk û pêk wî nebînin. Ev li hemberî hemû girtî û malbatan tê pêkanîn. Girtiya dişînin cihên dûrî malbatên wan. Bi vî awayî dixwazin di warê aborî de jî malbatan bitengijînin. Hevdîtinê hem ji bo girtiyan hem jî ji bo malbatan vediguherînin îşkenceyê." 
 
Demîr anî ziman ku sewqkirina girtiyên siyasî ya ber bi cihên dûr ve ew e ku girtî ji jiyanê bên qutkirin û wiha got: “Dixwazin girtiyên siyasî ji hemû qadên jiyanê qut bikin. Dixwazin girtiyên siyasî li girtîgehê tecrîd bikin û tew hinekan jî bikujin û wekî 'xwekuştinê' bidin der. Kesên ku nasnameya kurdî qebûl dikin û ji bo jiyanek li gor wê têdikoşin bi tu awayîli mafên wan esas nayên girtin."
 
POLÎTÎKAYA BÊZARKIRINÊ
 
Demîr diyar kir ku ew û hevjîna xwe û 2 zarokên xwe ji Cizîrê çûne Xarpêtê ji bo hevdîtinê bi kurê xwe yê girtî re bikin û wiha axivî: “Rê 7-8 saetan ajot. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj em gihîştin girtîgehê. Vê carê em bi helwestên kêfî yên ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve dihatin meşandin re rû bi rû man. Dema em nû ketin girtîgehê em rastî lêgerînê hatin. Piştî vê vê lêgerînê em ketin hundir û em rastî lêgerîneke din hatin. Ji bilî cil û bergên me tiştekî me nema. Piştre bi dedektorê lêgerîn kirin. Paşê em birin beşeke din û vê carê jî çavê me kontrol kirin. Piştî kontrolkirina çavan, em birin beşeke din û li wir ji me xwestin ku em di amûra x-rayê re derbas bibin. Di vê beşê de ji me xwestin ku em pêlavên xwe derxin û wiha pêtazî bimeşin. Digel ku tiştek li ser me tunebû jî, her ku em derbas dibûn deng ji amûrê diçû. Bi eyarên amûrê lîstibûn, lewma deng jê diçû. Her kes belkî 10-15 caran tê re derbas bû. Bi taybetî li wê beşê qelebalixeke mezin çêdibe. Kal, zarok, astengdar, her kes tê sekinandin."
 
ÎŞKENCE
 
Bav Demîr wiha domand: “Piştî lêgerîna ku veguherî îşkenceyê me zarokên dîtin. Piştî ku hevdîtin bi dawî bû jî destûr nehat dayîn ku em ji girtîgehê derkevin. Em li ber avahiya girtîgehê ya Hejmara 1 hatin sekinandin. Tevî ku di navbera deriyê derketina girtîgehê û avahiya em tê de bûn 50-60 metre mesafe hebû jî, destûr nedan em bi peyatî derkevin. Gotin em ê we bi erebeya xwe ya rîngê bibin. Em tam du saetan li ber tavê hatin sekinandin. Dema me got em dixwazin bi peyatî derkevin derve, gardiyanên li benda derketina me, gef li me xwarin ku dê derbarê me de zabitnameyê binivîsin û hevdîtinê li me qedexe bikin. Tevî ku li wir wesayît hebûn jî, em 2 saetan bi zanebûn di bin wê tavê de hatin sekinandin. Mirovên ji hevdîtinê derketin ji cihên dûr ên wekî Dersim, Erzirom û Şirnexê hatibûn. Tevî ku rêwîtiya wan dirêj bû jî, destûr nehat dayîn ku kes derkeve. Ev, hemû pêkanînên dijmirovahiyî ne.”
 
POLÎTÎKAYA TECRÎDKIRINÊ
 
Demîr destnîşan kir ku di serdema darbekar Kenan Evren û salên 90’î de li şûna îşkenceya fizîkî îşkenceya derûnî cih girtiye û got: “Sedema bingehîn a van pêkanînan çewisandina malbatan e. Di encama van zextan de armanc dikin ku careke din malbat zarokên xwe yên li girtîgehê nebînin. Ev parçeyek ji şerê derûnî ye. Lê bereksê van em ê hîn bêtir xwedî li zarokên xwe derkevin. Bi taybetî em ê hevdîtinên girtî û vekirî yên zarokên xwe. Pêwîst e hemû malbatên girtiyan zêdetir xwedî li zarokên xwe derkevin û biçin hemû hevdîtinan. Divê em li dijî van polîtîkayên qirêj têbikoşin. Divê raya giştî li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne. Bêdengmayîna li hemberî van kiryaran, şirîkê pêkanînên dijmirovahî ye. Divê her kes dengê xwe derxe û bertekên xwe nîşan bide.”
 

Sernavên din

13/09/2022
10:20 Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na'
09:41 Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin
09:38 DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin
09:14 Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
09:01 Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan
09:00 Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê
09:00 Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin