STENBOL - 8 kesên ku polîsan di Nobeta Edaletê de bi lêdanê binçavkiribûn, hatin berdan.
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin, di hefteya 25’emîn de li pêş Îskeleya Kadikoyê hate lidarxistin. Polîsan malbatên girtiyan û kesên piştevaniya nobetê kirin bi paşve kelemçekirin û bilêdanê binçavkirin.
KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN HATIN BERDAN
Dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 3’yan a Sîlîvriyê tê ragirtin Fînce Akman, xwişka girtiyê nexweşê giran Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Tîpa L a Umraniyeyê tê ragirtin Cemîle Çîftçî, Dayika Xemgîn Karakaş ê li qawişa yek kesî de li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê ragirtin, Cemîle Karakaş û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê jî di nav de 8 kes hatibûn binçavkirin. Piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê her 8 kes hatin berdan.