HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e

  • rojane
  • 13:05 12 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî sala nû ya perwerde-hînkirinê axivî û wiha got: “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Dersên bijarte cihê wê nagire.”
  
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komîsyona Zarokan, bi boneya sala perwerde û hînkirinê ya 2022-2023’yan, li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hevberdevkên Komîsyona Zarokan Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz jî di civînê de amade bûn. Di daxuyaniyê de Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî mijarê axivî. 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ye û wiha got: “Zîhniyeta Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê hêj didome. Mixabin ku tifaqa AKP-MHP’ê ku berdewamiya wê zîhniyetê ye, zîhniyeta darbeyê û şertên wê didomînin. Makeqanûna 1982’yan ku berhema darbeya leşkerî ye, hêj di meriyetê de ye. Hemû saziyên 12’ê Îlonê îro ji hêla AKP’ê ve weke amûrek tên bikaranîn. Digotin ‘Em ê YOK’ê rakin’ lê dersên olê bi darê zorê ferz dikin û di perwerdeyê de olê weke amûrekî bi kar tînin. Bi vê yekê re zîhniyeta darbeya 12’ê Îlonê didomînin. 12’ê Îlonê bi mebesta tepisandina têkoşîna wekhevî û azadiyê ya li Kurdistanê pêk hat. Hikûmeta AKP-MHP’ê jî îro bi heman zîhniyetê nêz dibe. Her ku kurd daxwaza azadiyê dikin, tên girtin, binçavkirin û zindanîkirin. Lewma divê em nebêjin 12’ê Îlonê çû. Ev sepan, encama zîhniyeta 12’ê Îlonê ye.”
 
SALA NÛ YA PERWERDE-HÎNKIRINÊ
 
Di berdewamê de Koçyîgît qala sala nû ya perwerde-hînkirinê kir û ev tişt anî ziman: “Em tevek dibînin bê ka di perwerdeyê de newekheviyeke çawa heye. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên perwerdeyê jî perwerdeya veguhestinê ye. Bi taybet jî piştî 12’ê Îlonê li Kurdistanê YÎBO hatin avakirin. Di van dibistanan de xwestin zarokên kurd asîmîle bikin û bikin neferên pergalê. Îro jî li gundan dibistan nayên çêkirin û zarokên kurd ji mafê perwerdeyê bêpar tên hiştin.”
 
PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ MAFEKÎ BINGEHÎN E
 
Koçyîgît di berdewamê de bal kişand ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha domand: “Di halê hazir de yek ji hêmayên bingehîn ên perwerdeyê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Lê li Tirkiyeyê ev maf bi qanûnan tê astengkirin. AKP hewl dide bi dersa bijarte binpêkirina vî mafî veşêre. Di perwerdeya bijarte de MEB’ê heta niha tenê 79 mamoste tayîn kirine ku dersa bijarte ya kurdî bidin. Ev jî nîşan dide ku di vê mijarê de qet jidil nînin û durûtiyê dikin. Em dîsa dubare dikin û dibêjin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafekî bingehîn e û dersa bijarte jî nikare cihê wê bigire. Ev nabe tercîhek.  Heta ku ev pirgirêk çareser nebe, dê wekheviya di navbera herêman de jî bi dawî nebe.”
 
TUNEHESIBANDINA ZIMANÊ DAYIKÊ TUNEHESIBANDINA KES E 
 
Koçyîgît axaftina xwe wiha qedand: “Tunehesibandina zimanê dayikê ya di perwerde û qada cemaweriyê de, tunehesibandina wî gelî ye. Tê wateya tunehesibandina wî gelî. AKP ji bo qelskirina van mafan, çendek gavên xapînok diavêje.”
 

Sernavên din

13/09/2022
10:20 Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na'
09:41 Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin
09:38 DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin
09:14 Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
09:01 Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan
09:00 Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê
09:00 Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin