Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome

  • rojane
  • 16:16 12 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera Darbeya 12’ê Îlona 1980’an, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku darbe ji bo kurdan tê wateya şer û ev jî bi destê AKP’ê tê domandin. Di daxuyaniya li pêşiya Girtîgeha Amedê de beşdaran bal kişand ser qetilkirina girtiyan û wiha hat gotin: “Heta ku zilm hebe dê bexwedan jî bidome.” 
 
Di dîroka Tirkiyeyê de Darbeya 12’ê Îlona 1980’an a Kenan Evren weke pêvajoya herî tarî tê pênasekirin. Bi boneya salvegera darbeyê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn û darbe hat protestokirin. Di vê çarçoveyê de li Amedê bi pêşengtiya Komeleya 78’an li pêşiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku weke Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê tê naskirin, daxuyanî hat dayîn. Girtîgeha navborî, bi berxwedana dîrokî ya li dijî sepanên îşkenceyên dermirovî navê xwe li dîrokê nivîsand. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Remziye Tosun û Îmam Taşçier, nûnerên partiyên siyasî, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Di 42’yemîn salvegera Darbeya 12’ê Îlonê de em hemû darbeyên sivîl û leşkerî şermezar dikin” hatibû vekirin. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla endamê Komeleya 78’an Kemal Baran û ya bi tirkî ji hêla Berdevkê Komeleyê Huseyîn Bariş ve hate xwendin. 
 
CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERDIKEVIN
 
Kemal Baran di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Tirkiye hêj niha jî bi zîhniyeta yekperest û makeqanûna darbeyê tê birêvebirin û wiha domand: “Li gel ku ewqas dem derbas bû, hiqûq û sepanên 12’ê Îlonê hêj berdewam in. Hem bi hiqûqa navxweyî û hem jî bi ya navneteweyî nakin û têxin bin lingê xwe. Hêj niha jî ji girtîgehan cenaze derdikevin. Îşkence didome, înfaza girtiyan tê şewitandin, tecrîd û teslimbûn lê tê ferzkirin. Divê darbekar û îşkencekar bên darizandin.” 
 
BERXWEDAN ÎRO JÎ DIDOME
 
Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier jî diyar kir ku pirsgirêkên di dema darbeya 42 sal berê û yên roja me dişibin hev û ev tişt anî ziman: “Heta ku pirsgirêka kurd hebe dê ev darbeye bidomin. Li vê girtîgehê Esat Oktay îşkence li girtiyan dikir. Ev îşkence û êriş niha jî didomin. Wê rojê jî û îro jî berxwedana li girtîgehan, berxwedana hemû kurdan e. Heta ku zilm û zorî hebe dê berxwedan jî her bidome. AKP bi avakirina girtîgehan pesnê xwe dide. Lê zindanan ser bi kurdan nedan tewandin. Serê wan her tim bilind bû û dê her bilind be.” 
 
Piştî daxuyaniyê, beşdaran qurnefîl danîn ber dîwarê girtîgehê û çalakî bi dawî bû. 
 
STENBOL
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî bi heman boneyê li pêşiya Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (TRT) ku darbe li wê derê hatibû ragihandin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “12’ê Îlon di sala 42’yan de ye: Ne darbe û ne jî dîktator. Demildest demokrasî û mafên mirovan” hatibû vekirin. Daxuyanî ji hêla Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî ve hate xwendin. Yolerî, diyar kir ku zîhniyeta 12’ê Îlonê hêj niha jî didome û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP’ê sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin paşguh kir û hesaba wê nepirsî. Desthilatdarî ne tenê bi vê sînor ma, her wiha piştî ‘Hewldana Darbeyê ya 15’ê Tîrmehê’ bi dirêjiya 2 salan OHAL îlan kir û bi qanûnên re 12’ê Îlonê hêj bêhtir pêş xist.”
 
Di berdewamê de Yolerî diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina darbeyan tiştên divê bên kirin zelal in û wiha domand: “Divê saziyên darbeyê bên girtin, hemû qanûnên rê li ber binpêkirina mafan vedikin tevî encamên wan ji holê bên rakirin, cezakirina darbekar û kesên bi wan re tevgeriyan, pêkanîna edaletê, rakirina zextê, çêkirina makeqanûneke demokratîk û azad e.” 
 
‘EM Ê HESABÊ JI DARBEKARAN BIPIRSIN’
 
Her wiha endamên Hewldana 78’an jî li Kazanci Yokuşu ya li Taksîmê hatin ba hev û çalakiyeke protestoyê li dar xistin. Di çalakiyê de Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo demokrasiyeke gelparêz em hesabê ji darbeyan dipirsin” hatibû vekirin. Ji Hewldana 78’an Osman Zorba di çalakiyê de axivî û da zanîn ku darbe, tên wateya şerê li dijî kurdan û dê gelê kurd heta dawiyê li ber xwe bide. 
 
ENQERE 
 
Li Enqereyê jî Federasyona 78’an bi heman boneyê çelenga reş a bi nivîsa “Di sala 42’yan a darbeyê de 12’ê Îlon hêj didome. Em emperyalîzma DYA’yê ku digot ‘zarokên me bi ser ketin’ şermezar dikin” danî pêşiya Seferatxaneya DYA’yê û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Endamê Lijneya Rêveber a Federasyona 78’an Cumhur Yavuz da zanîn ku generalên 12’ê Îlonê bêyî ku hesabê bidin mirine û wiha got: “Dozên wan yek bi yek dikevin. Dozên îşkenceyê hatin girtin. Daxwazên me hatin redkirin. Îşkencekar li qedemeyên bilind ên dewletê weke rêveber hatin tayînkirin. Li Tirkiyeyê her darbe weke ‘lûtfa xwedê’ tê dîtin û her desthilatdarî jê sûd digire. Darbeya faşîst a 12’ê Îlonê îro bi destê AKP’ê tê domandin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku soza me bo şoreşgeran heye û heta ku em hesabê dipirsin jî dê têkoşîna me bidome.” 
 
‘ZÎHNIYETA 12’Ê ÎLONÊ DIDOME’
 
Hewldana 78’an, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Hewldana Azadiya ji bo Raman a Enqereyê û Navenda Çandê ya Mûstafa Suphî jî bi heman mebestê li Mulkiyelîler Bîrligiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Rejîma darbeyê ya 42 salan hêj berdewam e” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de li ser navê Hewldana 78’an Metîn Uzunuz axivî û destnîşan kir ku ev 42 sal in siyasetmedarên tirk civakê bi zîhniyeta darbeya yekpereste birêve dibin. 
 
HATAY
 
Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûn a Hatayê jî bi heman boneyê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn destnîşan kir ku şopên Darbeya 12’ê Îlonê hêj berdewam in û civakê jibîr nekirine. Şahîn, daxuyand ku demokrasî çareseriya hemû pirsgirêkan e. 
 
ÎZMÎR
 
Hewldana 78’an a Egeyê jî li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê daxuyanî da. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li daxuuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rejîma Darbeya 12’ê Îlonê roj bi roj mezintir dibe û didome” hate vekirin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Roj dê were hesab dê bê pirsîn”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de li ser navê Hewldana 78’an, Endama Lijneya Rêveber Emîne Sozudogru axivî û ev tişt anî ziman: “Darbekaran, di salên 1970’an de derdorên çepgir û Kurdistanî weke ‘dijminê navxweyî’ pênase kir û dest bi êrişên xwe kirin. Bi vê yekê re qad li ber zîhniyeta nîjadperest, şoven û olperest vekirin.” 
 

Sernavên din

13/09/2022
10:20 Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na'
09:41 Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin
09:38 DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin
09:14 Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
09:01 Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan
09:00 Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê
09:00 Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin