Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na'

  • rojane
  • 10:20 13 Îlon 2022
  • |
AMED - Parêzer Yusuf Çakas diyar kir ku daxuyaniyên “em bi fikar in” ên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên dayîn wan tatmin nakeû banga, “ji rejîma înfazê ya bêhiqûq re bêjin na” li CPT û saziyên navnetewî kir. 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de ji bo serlêdana bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, biryara xwe da. Ji ber ku Tirkiyeyê bi biryara binpêkirinê nekir, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 9’ê tebaxê de bi daxwaza ku biryara DMME’yê pêk were dîsa serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) da. Li ser serlêdanê, Tirkiyeyê bersiv da Komîteyê û li xwe mikûr hat ku Abdullah Ocalan ji mafê “hêviyê” bêpar hiştiye. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) jî ji bo biryara venihêrînê ya biryara DMME’yê ku derheqê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navên Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de dabû, di 26’ê tîrmeha 2021’an de bi awayekî nivîskî KWKE agahdar kir. Tirkiyeyê di 7’ê îlona sala 2021’an de bersiv da û îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Girava Îmraliyê tu binpêkirin çênebûne. Tirkiyeyê tespît û pêşniyarên weke “mafê hêviyê” û “guhertina di qanûna derheqê cezayê muebbeta giran de” ku rê li ber berdana Abdullah Ocalan û girtiyên din vedike jî jinedîtî ve hat. Komîteyê di 3’yê kanûna 2021’an de biryara xwe ya “Ocalan-2” ragihand û ji Tirkiyeyê xwest ku hejmara kesên di halê hazir de cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn û ev cezayê wan nayê daxistin û lêkolînkirin diyar bike. Her wiha komîteyê ji Tirkiyeyê xwest ku herî dawî heta dawiya îlona sala 2022’yan derheqê pêşketinên di tevdîrên giştî de agahî bide. Lê belê Tirkiyeyê heta niha jî tu gav neavêtine. 
 
Ji 775 parêzeran li dijî qedexekirina hevdîtina li gel Ocalan îmze dabûn rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED) parêzer Yusuf Çakas tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya CPT û saziyên navnetewî nirxand. 
 
 
‘TECRÎD LI SER TEVAHIYA CIVAKÊ BELAV BÛYE’ 
 
Çakas diyar kir ku îktidar bi polîtîkaya tecrîdê dixwaze wan peyamên tê xwestin bigihîjin civakê asteng bike û di roja îro de tenê ne Ocalan tê tecrîdkirin di heman demê de tecrîd li ser tevahiya civakê belav bûye. Çakas da zanîn ku tecrîd nehiqûqî ye û wek ku her tim siyasetmedar eşkere dikin tecrîd meseleyek polîtîk e. Çakas got ew aliyên hiqûqî yên tecrîdê nîqaş nakin çimkî her kesek hikumxwar dikare  bi rêya hevdîtina rûbirû, telefonê, name û her cure mafê wî yê hevdîtinê heye. 
 
'CPT Û DMME NEJIDIL NÊZ DIBIN’ 
 
Çakas bal kişand ser “mafê hêviyê” yê Ocalan ku jê muaf hatiye girtin û wiha got: “Heke hûn ji demokrasiye, hiqûqê, azadiyê û aştiyê dûr bisekinin, divê hûn bi wayekî her tiştî asteng bikin. Mînaka vê yekê çi ye? Dê mafê hêviyê binpê bikin, tecrîdê kûr bikin û viya li ser tevahiya civakê belav bikin. Di vir de wê nêzîkatiya Yekitiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, CPT, DMME’yê çi be? Pêwîste em di vir de nejidilbûna van saziyan bibînin. Çimkî ev sazî nejidil nêzik dibin.” 
 
HEVDÎTINA KU NAYÊ KIRIN TÊ QEDEXEKIRIN 
 
Çakas da zanîn ku rêxistinên navneteweyî di mijara “mafê hêviyê” de ti însiyatîf negirtine û got: "Em li bendê ne ku di demeke nêz de nêzîkatiya xwe diyar bikin." Çakas bal kişand ser serlêdana dawî ya li CPT'yê û got: "Daxwaza CPT'yê heye ku defakto biçe Girava Îmraliyê. Divê CPT û saziyên din ên navneteweyî ji vê rejîma înfazê ya bêhiqûq û neheq re bêjin 'raweste'. Her tim hevdîtina parêzeran tê qedexekirin. Li cihek ku hevdîtin lê nebe, qedexekirina hevdîtina parêzeran jî rewşeke trajîkomîk e. Tu hevdîtin nayê kirin lê hevdîtin tê qedexekirin. Ji ber ku hevsengiyên navnetewî de cuda bi rê ve diçe, ji vê bêhiqûqiya li Îmraliyê re nabêje bes e.” 
 
'EM BI FIKAR IN’ TÊR NAKE!
 
Çakas destnîşan kir ku ji tecrîda li ser Ocalan hemû cîhan berpirsyar e û wiha got: “Heke Konseya Ewropayê, CPT û saziyên din bixwestana dikaribûn ji bo ku Tirkiye hiqûqê bisepîne banga bikirina. Lê belê di vî warî de bangên wan tune ne. Tişta ku herî zêde dikin daxuyaniya ‘em ji bêhiqûqiya li Tirkiyeyê bi fikar in’ dikin. Em jî bi fikar in. Daxuyaniyên wan ên ‘em bi fikar in’ tenê têr nake û bawerî nade me. Bi rastî jî divê hiqûq were tesîskirin. Pergala li Îmraliyê deqa reş a li hiqûqê ye. Çimkî hiqûq li Îmraliyê nayê sepandin. Em jî wek hiqûqzanan dixwazin vê deqa reş a li ser hiqûqê rakin.” 
 
MA / Eylem Akdag - Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

15/09/2022
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike
09:30 Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir
09:01 Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
09:00 Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî
09:00 SPT li Tirkiyeyê ye: Biçin çavkaniya tecrîd û îşkenceyê Îmraliyê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN
13/09/2022
19:50 Belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
19:08 Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin
17:38 Bijîşk ji girtiyê nexweş re ne nexweşî ‘sûcê’ wî pirsî!
17:32 Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e
17:07 Projeya avahiyên komelî ya Erdogan: Girtîgeha Tîpa Sûrê!
16:54 Du kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatin girtin
16:47 WHO: Rîskeke mezin heye ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
16:45 Tirkiyeyê kolberek qetil kir
16:26 YNK: Ji bo namzetiya serokkomariyê me û PDK’ê hêj li hev nekiriye
16:19 Nobeta Edaletê: Bila wezareta dadê berpirsyariya xwe pêk bîne
16:12 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bang kirin
15:33 Doza DÎAY-DER'ê: Şahidê nepen nehat danişîn hate taloqkirin
15:32 Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin
15:09 Şandeya HDP’ê li Xarpêtê ye: Em ê pirsgirêkan çareser bikin
15:01 Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
14:52 Greva birçîbûnê ya Kiriklarê ket roja 17’an: Bêhiqûqî tê rewawkirin
14:47 Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin
14:33 Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin
14:05 Wezaretê hejmara rojnamegerên girtî neda: Ev agahî raya giştî eleqedar nake
13:55 ÎSÎG: Di 8 mehan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:44 Mîçotakîs bersiv da Erdogan: Di berbangê de em li benda hatina we ne
13:35 Dozger ji bo rojnamevan Onver ceza xwest
13:28 Bulbul: Dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:04 Tevî biryara dûrxistinê hebû jî jinek hate qetilkirin
12:53 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin
12:39 Li nexweşxaneyê 35 rojan bikelemçekirî ma û ÎHÎK’ê salek piştre got; ‘binpêkirin tune ye’
12:38 ‘Divê serdana MÎT’ê ya li Iraqê bê lêkolînkirin’
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn