Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin

  • rojane
  • 10:49 13 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî ku bertek nîşanî guhertina nexşeya Kurdistanê ya li Zanîngeha Zaxoyê ya di encama zextên Tirkiyeyê da wiha got: “Tu welatên serbixwe bêrêziyeke bi vî rengî ya li dijî wan hatiye kirin qebûl nake.”
 
Nexşeya Kurdistanê di 20’ê tebaxê de li Fakulteya Zanîstên Civakî ya Zanîngeha Zaxoyê ku li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistana Federe hate daliqandin. Nexşe di 11’ê îlonê de bi biryara rêveberiya zanîngehê hatibû jê kirin û şûna wê nexşeya tenê ji bajarên Herêma Kurdistana Federe pêk tên hatibû daliqandin. 
 
Pişt re eşkere bû ku nexşe piştî serdana Wezîrê ji Pekhateyan Berpirsyar ê Herêma Kurdistanê yê tirkmen ku bi nezîkbûna xwe ya Tirkiyeyê tê naskirin, Beşa Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Zaxoyê, nexşe jê kirine. Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya Herêma Kurdistana Federe û Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî rakirina nexşeya mezin a Kurdistanê ya ji dîwarê fakulteyê ya di encama zextên Tirkiyeyê de weke “bêhurmetî” nirxand.   
 
NEXŞEYÊN KURDISTANÊ 
 
Berwarî, da zanîn ku nexşeya Kurdistanê beriya zayînê (B.Z.), piştî zayînê (P.Z.), beriya îslamiyetê piştî îslamiyetê her tim hebûye û wiha got: “Piştî Şerê Çildêranê yê di sala 1514’an de axa Kurdistanê di navbera Osmaniyan û Safewiyan hate parvekirin. Dewleta Eyubî ku beriya 800 salan ji aliyê Selahattîn Eyubî ve hate avakirin jî dewleteke kurdan bû û nexşeya wê hebû. Di heman demê de Kardûk, Merwanî, Gutî, Mîtanî jî dewletên kurdan bûn. Nexşeya van jî cuda cuda hebûn. Nexşeya siyasî ya Kurdistanê heta Peymana Sykes-Picot a axa Kurdistanê lê hatibû parvekirin û di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hate destnîşankirin hebû.”
 
NÊZÎKATIYA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ KURDAN
 
Berwarî, bi lêv kir ku nezîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurd, Kurdistan, zimanê kurdî û nexşeya Kurdistanê ne rast e û wiha berdewam kir: “Tirkiyeyê di sala 1930’an de destûr neda ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bê hînkirin. Di sala 1960’an de radyoya ku li Misrê weşana kurdî dikir asteng kir. Bi heman awayî li Bexdayê jî weşana kurdî asteng kir. Dîsa mudaxileyê Radyoya Erîvan a li Ermenîstanê jî kir. Destûr neda ku di sala 1991’an de ala kurdan li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl bê daliqandin. Ji bo ku kur dli Mûsil û Kerkukê bi cih nebin tişta ji destê wê hat kir. Niha jî Tirkiye li her derê hewl dide daliqandina alên kurdan qedexe bike.”
 
‘CIHÊ ŞERMÊ YE’ 
 
Berwarî, da zanîn ku nexşeya li Zanîngeha Zaxoyê hatiye rakirin beşekî nexşeya Kurdistana mezin bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew nexşeya li Zaxoyê hatiye hilbijartin hemû Kurdistanê di nava xwe de nahewîne lê nexşeya Kurdistanê ya ku di cîhanê de tê zanîn e. Ev nêzîkatî ji bo Başûrê Kurdistanê kêmasiyeke mezin e. Bi taybetî ji bo Zanîngeha Zaxoyê kêmasiyeke mezin e. Cihê şermê ye ku nexşe li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye guhertin û tenê sê bajar di nexşeya nû de cih digirin. Tevî ku mijara daliqandina nexşeya Kurdistanê hikûmetên Tirkiyeyê, Başûr û Iraqê eleqedar nake jî, divê zanîngeh însiyatîfê werbigire û bibe parlamenta Iraqê û Dadgeha Laheyê û giliyê Tirkiyeyê bike. Diviyabû li her derê bigota ku Tirkiye li dijî daliqandina nexşeya Kurdistanê derket. Diviyabû zanîngehê bi gotina ‘em nikarin nexşeya Kurdistanê li cihê em dixwazin daliqînin’ gilî bikira.”
 
‘TUNEHESIBANDINA HIKUMETÊ YE’
 
Berwarî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li gorî min tu dewletên serbixwe bêrêziyeke wisa ku li dijî wê hatiye kirin qebûl nake. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê ji aliyê Iraqê û cîhanê ve tê nasîn. Ji sala 1991’an ev herêm xwe bi xwe, xwe bi rêve dibe. 32 sal in hikumetek û parlamentoyeke wê heye. Ev parlamento û hikumet li ser xwîna şehîdan hate avakirin. Di encama komkujiyên Helepce û Enfalê hate avakirin. Ji ber vê yekê divê hikumeta Başûr li dijî vê rewşê bisekine. Ji ber ku ev yek tunehesibandina hikumetê û binpêkirina axa Kurdistanê ye.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

15/09/2022
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike
09:30 Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir
09:01 Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
09:00 Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî
09:00 SPT li Tirkiyeyê ye: Biçin çavkaniya tecrîd û îşkenceyê Îmraliyê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN
13/09/2022
19:50 Belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
19:08 Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin
17:38 Bijîşk ji girtiyê nexweş re ne nexweşî ‘sûcê’ wî pirsî!
17:32 Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e
17:07 Projeya avahiyên komelî ya Erdogan: Girtîgeha Tîpa Sûrê!
16:54 Du kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatin girtin
16:47 WHO: Rîskeke mezin heye ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
16:45 Tirkiyeyê kolberek qetil kir
16:26 YNK: Ji bo namzetiya serokkomariyê me û PDK’ê hêj li hev nekiriye
16:19 Nobeta Edaletê: Bila wezareta dadê berpirsyariya xwe pêk bîne
16:12 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bang kirin
15:33 Doza DÎAY-DER'ê: Şahidê nepen nehat danişîn hate taloqkirin
15:32 Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin
15:09 Şandeya HDP’ê li Xarpêtê ye: Em ê pirsgirêkan çareser bikin
15:01 Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
14:52 Greva birçîbûnê ya Kiriklarê ket roja 17’an: Bêhiqûqî tê rewawkirin
14:47 Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin
14:33 Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin
14:05 Wezaretê hejmara rojnamegerên girtî neda: Ev agahî raya giştî eleqedar nake
13:55 ÎSÎG: Di 8 mehan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:44 Mîçotakîs bersiv da Erdogan: Di berbangê de em li benda hatina we ne
13:35 Dozger ji bo rojnamevan Onver ceza xwest
13:28 Bulbul: Dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:04 Tevî biryara dûrxistinê hebû jî jinek hate qetilkirin
12:53 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin
12:39 Li nexweşxaneyê 35 rojan bikelemçekirî ma û ÎHÎK’ê salek piştre got; ‘binpêkirin tune ye’
12:38 ‘Divê serdana MÎT’ê ya li Iraqê bê lêkolînkirin’
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn