NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên hêzên girêdayî PDK’ê dema ji bo dewleta tirk rê û çeperan çêdike hatin weşandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), hêzên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li deverên şer ji bo dewleta tirk rê û çeperan çêdike. Dîmenên çêkirina rê û çeperan hatin weşandin. Di nûçeyê de balê dikişînin ser rêyên ku PDK’ê di 27’ê tebaxê de li Girê Amediyê yê li Metînayê û Girê Hekarî çêkirin û tê destnîşankirin ku PDK ji bo artêşa tirk rê û çeperên nû çêdike. Di dîmenên 12’ê îlonê de jî bajarê Amediyeyê û gundên li derdora wê xuya dikin. Hat gotin ku deverên rê û çeper lê tên çêkirin jî Girê Çarçel û Girê Hekarî ne.