Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin

  • rojane
  • 14:33 13 Îlon 2022
  • |
ENQERE - Parêzeran da zanîn ku di Doza Kobanê de dadgeh li gorî îfadeyên hevnegirtî yên şahidan tevdigere û wiha gotin: “Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin.” 
 
Parêzerên Doza Kobanê ku Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 20 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, têkildarî pêvajoya dozê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan anî ziman ku doza heyî ne tenê li dijî HDP’ê lê li dijî hemû derdorên li dora siyaseta HDP’ê civiyan hedef digire û weke “Doza kompasê” pênase kir. 
 
Bi domdarî Ozdogan got ku desthilatdarî hewl dide siyaseta HDP’ê û siyasetmedarên wê bi delîlên çêker û nekêr di girtîgehan de û li eywanên dadgehan hefs bike û wiha domand: “Bi zîhniyeteke faşîzan û sepanên siyasî darizandinên komî dikin. Li ser twîtên ku li dijî qirkirina DAIŞ’ê, mafê zarok û jinên di bin nîrê qirkirinê de diparastin tên darizandin. Ev yek nîşan dide bê ka daraz kîjan alî digire. Hemû kar û barên di dosyayê de tên kirin, kar û barên siyasî ne. Tu taybetiyeke wan a darazî nîne. Bi taybet jî mafê parastinê tê binpêkirin, bi sînorkirina demê re parastin tê astengkirin, delîl li gorî keyfa dilê dadgeh û dozger tên nîqaşkirin, delîlan li pişt deriyên veşarî çêdikin û gefê li parêzeran dixwin. Di nezera me de ev yek, hiqûqa dijminatiyê ye. Miwekîlên me bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de ne.”
YÎGÎTER: 12’Ê ÎLON DIDOME
 
Ji parêzeran Cenk Yîgîter da zanîn ku ji destpêkê ve dozê weke “kompas” pênase dikin û wiha pê de çû: “Ev kompas, li dijî HDP û siyasetmedarên HDP’ê ye. Di her kêliya vê dozê de hemû xetên sor ên hiqûqa hemdem hatin binpêkirin. Kompaseke li dijî hiqûq û mafên makeqanûnî ye. Lewma doza tolhildanê ye. 12’ê Îlon hêj didome. Biryara DMME’yê heye û bangawaziyên HDP’ê yên 6’ê cotmeha 2014’an dinirxîne. Ev bangawaziye, dikevin ber sînorê mafê azadiya xweîfadekirinê. Ti eleqeya xwe bi bûyerên 7-8’ê Cotmehê nîne. Delîlên tên nîşandan, îfadeyên şahidan, şahidên nepen û çendek îftîrakarên ji poşmantiya bibandor sûd wergirtin pêk tên. Tu agahiyeke şênber tê de nîne. Herî zêde jî fesadî tê de heye.” 
 
ÎFADEYÊN HEVNEGIRTÎ YÊN ŞAHIDAN
 
Parêzer Çîgdem Kozan jî balkişand ser biryara DMME’yê ya derheqê Selahattîn Demîrtaş de û wiha domand: “Daîreya mezin biryar da ku çi tundî di bangawaziyê de nîne. Têkildarî civîna MYK’ê tenê şahidek heye ku ew jî A53 e. Dibêje ku ev civîn di 5’ê hezîranê de li navenda giştî hatiye kirin û 30 kes beşdar bûne. Lê belê ev civîn di 6’ê hezîranê de hate kirin. Wê demê navenda giştî tune bû. Ew civînl i navenda giştî ya Egîtîm Senê hat kirin. Yek ji şahidên sereke yên dozê Kerem Gokalp e ku dozger doz li ser gotinên wî amade kiriye. Lê îfadeya xwe ya li dozgeriyê piştrast nekir. Merdan Ruştu Ovalioglû jî ku berê şahidê nepen ê bi navê Abc123 bû, diyar dikir ku ferman ji hêla keseka bi navê Zerrîn nivîsandiye û wî jî li ser kompîturê xwendiye. Lê dema me jê pirsî, got bîra min nayê. Digot, tiştên Zerrînê nivîsandin qederê rûpelekê bûn lê twîta HDP’ê tenê çendek rêzik in. Darizandina wan li ser îfadeyên şahidên nepen didome. Xuyaye ku bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin. Di darizandineke asayî de heke gotinên şahid hev negirin, dadgeh êdî pîte bi gotinên wan nake. Di dosyayê de gelek şahidên nepen hene lê dadgeh gotinên wan ji nav digire.”
 

Sernavên din

15/09/2022
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike
09:30 Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir
09:01 Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
09:00 Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî
09:00 SPT li Tirkiyeyê ye: Biçin çavkaniya tecrîd û îşkenceyê Îmraliyê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN
13/09/2022
19:50 Belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
19:08 Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin
17:38 Bijîşk ji girtiyê nexweş re ne nexweşî ‘sûcê’ wî pirsî!
17:32 Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e
17:07 Projeya avahiyên komelî ya Erdogan: Girtîgeha Tîpa Sûrê!
16:54 Du kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatin girtin
16:47 WHO: Rîskeke mezin heye ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
16:45 Tirkiyeyê kolberek qetil kir
16:26 YNK: Ji bo namzetiya serokkomariyê me û PDK’ê hêj li hev nekiriye
16:19 Nobeta Edaletê: Bila wezareta dadê berpirsyariya xwe pêk bîne
16:12 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bang kirin
15:33 Doza DÎAY-DER'ê: Şahidê nepen nehat danişîn hate taloqkirin
15:32 Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin
15:09 Şandeya HDP’ê li Xarpêtê ye: Em ê pirsgirêkan çareser bikin
15:01 Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
14:52 Greva birçîbûnê ya Kiriklarê ket roja 17’an: Bêhiqûqî tê rewawkirin
14:47 Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin
14:33 Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin
14:05 Wezaretê hejmara rojnamegerên girtî neda: Ev agahî raya giştî eleqedar nake
13:55 ÎSÎG: Di 8 mehan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:44 Mîçotakîs bersiv da Erdogan: Di berbangê de em li benda hatina we ne
13:35 Dozger ji bo rojnamevan Onver ceza xwest
13:28 Bulbul: Dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:04 Tevî biryara dûrxistinê hebû jî jinek hate qetilkirin
12:53 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin
12:39 Li nexweşxaneyê 35 rojan bikelemçekirî ma û ÎHÎK’ê salek piştre got; ‘binpêkirin tune ye’
12:38 ‘Divê serdana MÎT’ê ya li Iraqê bê lêkolînkirin’
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn