Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e

img
AMED - Jinên HDP'î ku ji bo meşa ber bi Çiyayê Cûdî ve bang kirin diyar kirin ku nêzîkatiya feraseta baviksalariyê ya li hemberî jinê û xwezayê heman nêzîkatî ye û wiha gotin: "Berî her kesî divê jin pêşî li ber vê bigirin."
 
Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 17'ê îlonê de bi dirûşma “Em li dijî wêrankirina şer û talankirina xwezayê dimeşin” li dijî qirkirina ekolojiyê ber bi Çiyayê Cûdî ve meşekê li dar bixin.
 
Jinên HDP'yî destnîşan kirin ku ên herî zêde bandorê ji qirkirina xwezayê digirin jin in û ji bo tevlibûna meşê bang kirin. 
 
HELWESTA LI HEMBERÎ XWEZAYÊ HEMAN HELWEST E
 
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku nêzîkatiya ferasetiya desthilatdariya baviksalarî a li hemberî jinê çawa be ya li hemberî xwezayê jî heman e û wiha got: "Tahdeya li ser jinê, awayê serdestiya li ser jinê, di heman demê de mirov dikare wekî destdirêjiya li xwezayê û berdewama ranta ji xwezayê tê bidestxistin  jî bibîne." Atasoy destnîşan kir ku lewma divê bi taybetî jin beşdarî meşa li Cûdî bibin û wiha dom kir: "Em baş dizanin ku li Kurdistanê armanca qetilkirina xwezayê ya bi hincetên 'ewlehiyê' tê kirin, feraseta tekparêz a dewletê ye. Lê divê mirov komkujiyên xwezayê yên li Kurdistanê derî helwesta giştî bifkire. Lewre li vir li dijî bîr, nirx û çanda gelan êrîşeke bi tevahî tê kirin. Beriya her tiştî divê jin li ber vê rabin. Bi vê boneyê em jî hemû saziyan, di serî de jî saziyên jinan vedixwînin vê  meşa ku Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê daye destpêkirin."
 
‘NE DERÎ POLÎTÎKAYA ŞER E'
 
Hevşaredara Erganiyê Meryem Yildiz ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin jî destnîşan kir ku qirkirinên li herêmê û polîtîkaya şer girêdayî hev in. Yildiz, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em talankirina xwezaya li erdnîgariya Kurdistanê nikarin derî ji polîtîkaya şer a li dijî Kurdistanê binirxînin. Wekî ku hûn jî dizanin, bloka faşîst a AKP-MHP’ê li dijî hemû kurdan, ziman û erdnîgariya wan hiqûqeke dijminatiyê esas digire. Di demên dawî de bi komkujiya xwezayê ya li Cûdî re me ev yek dît. Eşkere ye ku bi hedefgirtina hebûn, xweza û erdnîgariya kurdan siyaseta tunekirinê tê kirin."
 
Yildiz diyar kir ku herî zêde jin ji şer û qetlîamên xwezayê tesîrê digirin û wiha pê de çû: "Bi taybetî jin mexdûrên şer in. Dema ku behsa Botanê tê kirin, jin û xwezaya wê tên bîra mirov. Dema behsa jinan tê kirin xweza û ax tê bîra mirov. Ji ber vê yekê polîtîkayek tê meşandin ku hem jinê hem jî civakê ji xwezayê qut bike. Di vî warî de mixabin yên ku herî zêde zirarê dibînin jin in. Çûna xwezayê, nava zeviyan û koçertî heye. Lê dema em lê dinêrin hema hema her roj bi TIR'an dar tên birîn. Tişta ku li wir tê kirin tenê ne birîna darekê ye, siyasetek e ku dixwaze bi wê darê re hemû bûnewerên wir bênefes bihêle û tune bike." 
 
Yildiz bal kişand ser wê yekê ku kurd dest ji destkeftiyên xwe bernadin û wiha got: “Kurdan her tim doza destkeftiyên xwe kirine û tu carî van destkeftiyan nakin qurbana hiqûqa dijminatiyê ya desthildatariyê. Lid ijî vê komkujiyê dê di 17'ê îlonê de ber bi Cûdî ve meşek bê lidarxistin. Dema em niha lê dinêrin jin li Botanê li dijî qirkirina xwezayê radibin. Em hemû pêkhateyên xwe yên li Amedê vedixwînin Meşa Cûdî, ji bo dawî li qirkirina xwezaya Kurdistanê bê."
 
‘JIN RENGEVEDANA XWEZAYÊ YE'
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê ya Amedê û Hevşaredara Pîranê Yasemîn Uçer a ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin jî bal kişand ser têkiliya jin û xwezayê û wiha domand: “Jin, rengevedana xwezayê ye. Çawa ku xweza xwe nû dike û pêş dikeve, tim zindî ye, jin jî di warê mirovbûnê de di heman rewşê de ye. Em dikarin bibêjin jin û xweza wek hev in. Meşa li xwezayê, xwarina ji xwezayê tenê bi jinan pêkan e. Ji ber vê yekê xebatên li ser xwezayê tenê bi rêya jinan bi ser dikevin. Ev aheng heta roja me ya îroyîn jî bi gotinên wekî 'Dayika Xweza, Dayika Axê' bi awayekî herî rast bi xulaseyî hatiye roja me ya îro. Jin jî dizanin ku divê mudaxileyî xwezayê neyê kirin, ji lew ra dizane dê etxrîbatek çawa rû bide. Zehmet e meriv ewladên Dayika Xwezayê be, lê pêkan e. Divê xweza radestî jinan bê kirin. Jin û xweza li hev dikin."
 
BANGAWAZÎ
 
Uçer bibîr xist ku li Şirnexê qirkirineke mezin a xwezayê tê kirin û ji bo meşa ku dê di 17'ê îlonê de li dijî vê qirkirinê bê lidarxistin bang kir: "Em bang li hemû jinan dikin ku pêşî li ber vê xisarê bê girtin. Parastina xwezayê parastina xwe ye.”
 
MA / Eylem Akdag 
 

Sernavên din

15/09/2022
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike
09:30 Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir
09:01 Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
09:00 Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî
09:00 SPT li Tirkiyeyê ye: Biçin çavkaniya tecrîd û îşkenceyê Îmraliyê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN
13/09/2022
19:50 Belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
19:08 Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin
17:38 Bijîşk ji girtiyê nexweş re ne nexweşî ‘sûcê’ wî pirsî!
17:32 Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e
17:07 Projeya avahiyên komelî ya Erdogan: Girtîgeha Tîpa Sûrê!
16:54 Du kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatin girtin
16:47 WHO: Rîskeke mezin heye ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
16:45 Tirkiyeyê kolberek qetil kir
16:26 YNK: Ji bo namzetiya serokkomariyê me û PDK’ê hêj li hev nekiriye
16:19 Nobeta Edaletê: Bila wezareta dadê berpirsyariya xwe pêk bîne
16:12 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bang kirin
15:33 Doza DÎAY-DER'ê: Şahidê nepen nehat danişîn hate taloqkirin
15:32 Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin
15:09 Şandeya HDP’ê li Xarpêtê ye: Em ê pirsgirêkan çareser bikin
15:01 Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
14:52 Greva birçîbûnê ya Kiriklarê ket roja 17’an: Bêhiqûqî tê rewawkirin
14:47 Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin
14:33 Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin
14:05 Wezaretê hejmara rojnamegerên girtî neda: Ev agahî raya giştî eleqedar nake
13:55 ÎSÎG: Di 8 mehan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:44 Mîçotakîs bersiv da Erdogan: Di berbangê de em li benda hatina we ne
13:35 Dozger ji bo rojnamevan Onver ceza xwest
13:28 Bulbul: Dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:04 Tevî biryara dûrxistinê hebû jî jinek hate qetilkirin
12:53 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin
12:39 Li nexweşxaneyê 35 rojan bikelemçekirî ma û ÎHÎK’ê salek piştre got; ‘binpêkirin tune ye’
12:38 ‘Divê serdana MÎT’ê ya li Iraqê bê lêkolînkirin’
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn