Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin

  • rojane
  • 09:57 14 Îlon 2022
  • |
AMED -  Li mezraya Bîra Zeyna ya Pasûrê ji ber ku ceyran kêm tê dayîn, şêniyên mezrayê bi sala ye pirgirêka ceyranê dijîn. Tevî gelek serlêdanên niştecihan jî ev pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin. Şêniyan da zanîn ku heqê ceyrana bi kar nayînin didin.
 
Di salên 90’î de li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund û mezra hatin şewitandin. Vê jî rê li ber koçberiyeke mezin vekir û seranserî gel koçî metropolên Tirkiyeyê bûn. Yek ji wan gundên hatine şewitandin jî Temîran-ı Kebîr û mezra ya wê Bîra Zeyna ya Pasûr a Amedê ye. Piştî şewitandina mezrayê, niştecehên wê neçar man ku koç bikin. Bi dayîna destûrê re, niştecihên wê di sala 2002’yan de dîsa vegeriyan. Bi vegera wan re pirsgirêkên wan jî dest pê kirin. Yek ji van pirsgirêkan jî pirsgirêka avê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê gelek caran li cihê peywendîdar serlêdan kirin lê rêyek nebirin vê pirsgirêka wan. 
 
Şêniyên mezrayê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn. 
2002’YAN HETA NIHA PIRSGIRÊKA CEYRANÊ HEYE
 
Ji niştecihên mezrayê Mihemed Mistefa Bayram da zanîn ku di sala 1986’an de li gundê wan ceyran hatiye girêdan û wiha got: “Di sala 1994’an de mezraya me hat şewitandin û em koçber bûn. Di sala 2002’yan de piştî destûrê em dîsa vegeriyan. Ji wê salê heta niha jî em pirsgirêka ceyranê dijîn. Ceyran gelek kêm tê dayîn û bi têrî mezrayê nake. DEDAŞ çima kêm ceyranê dide? DEDAŞ mecbûr e ceyrana mezraya me çê bike. Lê li gel ku me gelek caran serlêdan kir jî ev pirsgirêk nehat çareserkirin. Divê berpirsyariya xwe pêk bînin.” 
 
‘EM HEQÊ CEYRANA BI KAR NE ANÎ DIDIN’
 
Mistefa Bayram bi domdarî got ku ji ber ceyrana kêm sarinc, televîzyon û tiştên elektronîk xirab dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema zirara me DEDAŞ e. Tenê yek faz girêdane. Ew jî bi terî çendek malan dike. Bûdçeya ji bo ceyrana mezraya me hatiye veqetandin, ji hêla DEDAŞ an jî taşeronan ve hatiye xwarin. Ji bo ceyran bêhtir bê, em cîhazên ku voltajê zêde dike bi kar tînin û ev jî sarinc û televîzyonan xerab dike. Li hemû malan sarinc û televîzyonên xerabûyî hene. Li gel ku em ceyranê bi kar nayînin jî her meh fatûreyên ceyranê bo me rê dikin. Pereyê ceyrana me bi kar ne anî ji me distînin. Em dixwazin pirsgirêka me ya ceyranê çareser bikin.”
 
KÊM BÛNA CEYRANÊ BANDOR LI SER NEXWEŞAN JÎ DIKE
 
Ji niştecihên mezrayê Faîkê Bayram jî da zanîn ku zarokê wê yê 11 salî bi nexweşiya bêhntengiyê ketiye û wiha domand: “Dema bêhna wî kurt dibe, bi makîneyê tê ser hemdê xwe. Lê di demsala zivistanê de hema hema ceyran qet nîne. Lewma em nikarin makîneyê bi kar bînin. Ji ber kêmbûna ceyranê em gelek pirsgirêkan dijîn. Sarincên me xerab bûne. Li gel ku ceyrana me nîne jî pereyê wê ji me distînin. Ev pereyê ji me distînin heram e.” 
 
NIŞTECIHÊN MEZRAYÊ BEZAR BÛNE
 
Têkildarî mijarê ji şêniyên mezrayê Şakîr Bayram jî bi lêv kir ku xelkê mezrayê ji ber nebûna ceyranê bêzar bûne û axaftina xwe wiha qedand: “Em nikarin sarincan bi kar bînin. Zarok diçin dibîstanê û êvarê di tariyê de dixebitin. Me gelek caran serlêdan kir. Dibêjin dê çê bikin lê tiştekî nakin. Me dixapînin. Her meh derdora 200, 250 an jî 300 TL fatûre ji me re tên. Lê me ev ceyran bi kar ne anî ye. An bila ceyrana me çê bikin an jî ya heyî jî bibirin. Em çima pereyê ceyrana bi kar ne anî bidin? Bi sala ye em pereyê ceyranê didin. Her malê herî kêm 40 milyar zirar kiriye.” 
 
MA/ Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

15/09/2022
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike
09:30 Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir
09:01 Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
09:00 Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî
09:00 SPT li Tirkiyeyê ye: Biçin çavkaniya tecrîd û îşkenceyê Îmraliyê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN
13/09/2022
19:50 Belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
19:08 Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin
17:38 Bijîşk ji girtiyê nexweş re ne nexweşî ‘sûcê’ wî pirsî!
17:32 Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e
17:07 Projeya avahiyên komelî ya Erdogan: Girtîgeha Tîpa Sûrê!
16:54 Du kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatin girtin
16:47 WHO: Rîskeke mezin heye ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
16:45 Tirkiyeyê kolberek qetil kir
16:26 YNK: Ji bo namzetiya serokkomariyê me û PDK’ê hêj li hev nekiriye
16:19 Nobeta Edaletê: Bila wezareta dadê berpirsyariya xwe pêk bîne
16:12 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bang kirin
15:33 Doza DÎAY-DER'ê: Şahidê nepen nehat danişîn hate taloqkirin
15:32 Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin
15:09 Şandeya HDP’ê li Xarpêtê ye: Em ê pirsgirêkan çareser bikin
15:01 Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
14:52 Greva birçîbûnê ya Kiriklarê ket roja 17’an: Bêhiqûqî tê rewawkirin
14:47 Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin
14:33 Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin
14:05 Wezaretê hejmara rojnamegerên girtî neda: Ev agahî raya giştî eleqedar nake
13:55 ÎSÎG: Di 8 mehan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:44 Mîçotakîs bersiv da Erdogan: Di berbangê de em li benda hatina we ne
13:35 Dozger ji bo rojnamevan Onver ceza xwest
13:28 Bulbul: Dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:04 Tevî biryara dûrxistinê hebû jî jinek hate qetilkirin
12:53 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin
12:39 Li nexweşxaneyê 35 rojan bikelemçekirî ma û ÎHÎK’ê salek piştre got; ‘binpêkirin tune ye’
12:38 ‘Divê serdana MÎT’ê ya li Iraqê bê lêkolînkirin’
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn