Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’

STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr bal kişand ser rola diyarker a hilbijêrên HDP’ê û wiha got: “Bi taybet jî hilbijêrên HDP’ê heta ku nîşaneyên guhertinekê nebînin, heta peymaneke civakî nebînin dê bi awayeke veşarî dengê xwe nedin muxalefetê.” 
 
Piştî gotinên Gursel Tekîn ê CHP’î ku di hevpeyvînekê de digot dikare wezîrtiyan bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji pêkhateyên ‘Tifaqa Milet’ Partiya ÎYÎ bertekên tund nîşan da. Hevseroka Partiya ÎYÎ Meral Akşener ku bi eslê xwe MHP’î ye, wiha got: “Em li ser maseyeke ku HDP li ser be rûnanin.” Nîqaşên piştî van gotinan hêj berdewam in. Li gel ku tê zanîn bêyî HDP’ê tu tifaq nikarin bi ser kevin jî, Akşener û endamên partiyê wê bertekên bi vî rengî nîşan didin û ev helwesta wan jî ji hêla gelek derdoran ve tê rexnekirin. 
 
Tifaqa Milet, pozîsyona xwe li ser polîtîkaya “Çûyîna Erdogan” û “vegera li pergala parlamenteriyê” ava kiriye. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr têkildarî Tifaqa Ked û Azadiyê û nîqaşên di rojevê de bi ajansa me re axivî. 
 
Esengul Demîr diyar kir ku li qadê hewayê hilbijartinê heye û wiha got: “Partiyên siyasî êdî ketine pêvajoya hilbijartinê. Dibe ku di bihara 2023’yan de hilbijartin çêbibe. Di pêvajoyeke wiha de ‘muxalefeta’ ku ji xwe re dibêje ‘Tifaqa milet’ ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê nabe çareserî. Tekane armanca wan vegera li pergala parlamenteriyê ye. Pêkhateyên vê tifaqê tenê ji bo çûyîna AKP û Erdogan hatine ba hev. Anku armanceke wan a ku hêviyê bide civakê, daxwaza guherînê pêk bîne nîne. Dixwazin vegerin serdema ku welêt ji hêla desthilatdariyên rastgir ve tê birêvebirin û bi îdeolojiya kemalîst teşe digire.”
‘SOZEKE WAN A BO KURDAN TUNE YE’
 
Demîr, di berdewamê de got ku partiyên di nava Tifaqa Milet de jixwebawer û wêrek nînin û wiha pê de çû: “Helwesta wan a li dijî HDP’ê jî li ser vê bingehê ye. Heke muxalefet jixwebawer bûya û bigota ‘Heke pêwîst bike em ê ji bo pêşeroja van gelan bi HDP’ê re jî tifaqê bikin’, dê tu koz di destê desthilatdariyê de nemînin. Ji ber ku gelek tirsonekin, desthilatdarî li dijî wan her tim vê polîtîkayê bi kar tîne. Her carê jî neçar dimînin ku paşdegav biavêjin. Heke polîtîkayeke wan a ji bo pêşerojê, ji bo kurdan û hwd. hebûya diviya ev pir bi rehetî vegotina. Lê em dizanîn ku nînin.”
 
‘WEKE TALÛKE DIBÎNIN’
 
Bi domdarî Demîr anî ziman ku ji hêla îdeolojiyê ve bloka AKP-MHP’ê û Tifaqa Milet ji hev dûr nînin û ev nirxandin kir: “Ew, hilbijêrên HDP’ê û polîtîkaya HDP’ê gelek talûke dibînin. Anku bi nêrîna dewletperest nêz dibin û tevahiya wan partiyan jî nêrîna neteweperest û nîjadperest a dewletê dipejirînin. Anku her du alî jî dijbertiya HDP’ê dikin. Di zexta li ser HDP’ê de, di rakirina parêzbendiyan û doza girtinê de tevek jî dibin yek.”
 
‘HILBIJÊRÊN HDP’Ê BI VEŞARÎ DENGAN NADIN’
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr daxuyand ku di hilbijartinê de rola hilbijêrên HDP’ê diyarker e û ev nirxandin kir: “Bêyî ku guh bidin daxwazên kurdan, hilbijêrên HDP’ê, kedkar û jinan, dibêjin ‘Ji bo çûyîna Erdogan bêyî dudilî deng bidin me.’ Lê ev mimkin nîne. Bi taybet jî heta hilbijêrên HDP’ê şopa guherînekê nebînin, heta peymaneke civakî nebînin dê bi awayekî veşarî dengan nedin muxalefetê. Em qala gelekî ku têdikoşie û bi canê xwe bedel dide dikin. Dê deng nedin partiyeke din a neteweperest û faşîst a piştî serdema Erdogan.” 
 
GOTINA NÎJADPEREST A PARTIYA ÎYÎ
 
Têkildarî gotinên Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener a derheqê HDP’ê de jî Demîr ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de desthilatdarî di vê mijarê tirsa muxalefetê bi kar tîne. Bi taybet jî Partiya ÎYÎ pir ditirse ku li cem HDP’ê xuya bike. Ji hêla îdeolojîk ve ji hev dûr in. Lê girseya wê sekuler û neteweperwer in. Bêguman armanca wan a esasî têkbirina rejîma AKP-MHP’ê ye. Sererastkirina aboriyê û destnedayîna jiyana sekûler daxwazên wan bûn. Lê niha dîsa li cewhera xwe vegeriyaye anku li xeta neteweperest û nîjadperest vegeriyaye. Akşener, aktora herî girîng a salên giran ên 90’î ye. Hêj hesaba sûcên wan salan hatine kirin nedaye. Weke ku rola wê di wan salan de nebe û weke aktoreke nû pêşkeş dikin. Em baş pê dizanin ku fikrên wê neguherî ne. Lewma em ne li bendê ne ku pêşerojeke nû bidin Tirkiyeyê. Ne hilbijêrên HDP’ê û ne jî derdorên di nava HDP’ê de siyasetê de dikin baweriya xwe nadin Akşener.” 
 
ALTERNATÎFA HER DU TIFAQAN
 
^Demîr, destnîşan kir ku li dijî bloka desthilatdariyê û ya Tifaqa Milet weke alternatîf “Rêya Sêyemîn” heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tifaqa Ked û Azadiyê vê rêyê dişopîne. Ev tifaq, guherînê dixwaze. Armanca wê jî guhertina makeqanûna 12’ê Îlonê, naskirina daxwazên gelê kurd û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên diyalogê ye. Her wiha li dijî texrîbkirina xwezayê derdikeve, jiyaneke ekolojîk diparêze û ya herî girîng jî azadiya jinê diparêze. Girîngtirîn aliyên wê yên ji blokên din ev in. Ji bo daxwaza demokrasiyê, dê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bibe. Ev tifaq ne tenê ji bo hilbijartinê heye lê hilbijartin van tifaqan bêhtir pêş dixe. Lewma her ku hilbijartin nêz dibe dê hîn berfirehtir bibe û hemû derdorên muxalîf ên li derve mayîn jî dê beşdar bibin. Dê ev tifaq bandoreke erênî li gelek derdorên din jî bike. Hêviyeke mezin dide kesên di guherînê de biisrar, li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar didibin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

18/09/2022
11:49 Rojanemeger Ezmî: Divê Tirkiye di mijara DAIŞ’ê de bi agir nelîze
11:09 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 559’an de didome
11:03 Baroya Şirnexê ji bo qirkirina daristanan cara duyemîn serlêdan kir
10:49 Li Çewlikê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:34 Li Silêmaniyeyê 3 rojnamevan hatin binçavkirin
10:31 Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter diyar bûn
09:57 Xwendekarên ODTU'yê ku tev li Meşa Cûdî bûn: Em ê li her derê têbikoşin
09:12 '3 meh in em nikarin bi zarokên xwe yên girtî re biaxivin'
09:02 'Hêzên demokrasiyê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan rêyekê peyda bikin'
09:01 Ferît Şenyaşar: Pirtûka 'Adalet'ê xulaseya qîrîna malbata me ye
09:01 Îdare dixwaze mazgalên deriyên hucreyan bigire
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2022'YAN
17/09/2022
22:04 Zeraq li ser 'Rengê Hebûnê' axivî: Duzimanîbûn ji bo me mirin e
18:27 Ji bo tevlî Meşa Cûdiyê nebin 11 saetan hatin sekinandin
16:51 Amînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin bi girseyî hate veşartin
16:46 Li Cûdî bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan: Rêya me rêya azadiyê ye
16:42 Li Dîlokê qirkirina xwezayê hat şermezarkirin
16:36 Di lêpirsîna derheqê kesên tev li Nobeta Edaletê bûyîn de biryara neşopandinê hat dayîn
16:19 Îşkenceya li Guzelê hate kirin bi gotina ‘fikra kesayetî ye’ hate îadekirin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Durmaz bên berdan’
15:39 Bi hezaran kes li dijî şer û talanê li Cûdî ne
15:15 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû
14:43 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag re got: Daxwaza me edalet e
14:36 ‘Biryara demborînê nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye’
14:19 Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin
14:10 ANF: 5 HPG’î di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan
13:59 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn
13:40 HDP dê li Egeyê bi gel re bicive
13:30 Kalê 84 salî bi gopalê xwe tev li Meşa Cûdî bû
12:27 Di navbera Tacîkîstan û Kirgizîstanê şer derket
12:11 Ji alîgirên Amedsporê re doza 'nerabûna ser piya ya Sirûda Îstîklalê’ hate vekirin
12:01 Kesê jê re digotin ‘ji tîma sûîqestê ye’ boyaxvanê emniyetê derket
11:42 Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim
11:20 Du baskên Meşa Cûdî gihiştin hev: Em destûr nadin bêmirovbûnê
10:12 Ji bo 16 rojnamegeran serî li AYM’ê dan
10:06 Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût li Silopiya ne
09:45 Îsraîlê ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
09:44 Kilinç ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:30 Li bajarê pîşesaziyê Dîlokê tu kes ji şertên jiyanê ne razî ye
09:02 Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand
09:02 Ji ber tirşiyê ceza li girtiyan hatiye birîn!
09:01 ‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin'
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:51 Ji Serhedê ber bi Cûdî ve ketin rê
16/09/2022
21:20 Li Kercewsê dozger xwe kuşt
20:44 Sancar malbata Hakan Arslan ziyaret kir
20:37 Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan
20:09 Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne
19:53 Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin