Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir

  • rojane
  • 11:57 15 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Nazmiye Şen a her kêliya ku diçe nan distîne roja qetilkirina keça wê Hêlînê tê bîra wê destnîşan kir ku kujerê ji ber ku unîformayê wê hebû nehat cezakirin û got: “Min soz da Hêlînê û hemû zarokên hatine qetilkirin ku ez ê dest ji têkoşîna xwe bernedim.”
 
Di 12’ê cotmeha 2015’an de di pêvajoya qedexeya derketina derve de li navçeya Sûra Amedê dema Helîn Hasret Şen bi dayika xwe re çû nan stendinê ji aliyê wesayîta leşkerî ya tîpa kobrayê ve di encama gula baranê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Şen ji ber gulebaranê saetek şûnda ji cihê ku hatiye kuştin hat rakirin. Serdozgeriya Amedê lêpirsîn dabû destpêkirin û piştre jî derbarê dosyeyê de biryara sînordarkirinê dabû. Di lêpirsîna îdarî ya Desteya Venêrînê ya Polîsan a Walîtiya Stenbolê di 28’ê îlona 2017’an de biryara 2 sal kidem sekinandinê ya bersûc Abdûllah Ercan hate dayîn. 
 
Doza tazmînatê ya li dijî Wezareta Karên Navxweyî hatiye vekirin de 3'yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê biryar da ku ji sedî 85 Wezaret xwedî kêmasiye û dê 314 hezar lîre tazmînatê bide malbatê. 
 
HEWLDANA PAKKIRINA POLÎSÊ BERSÛC
 
Lêpirsîna polîsê bersûc ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin piştî 3 salan hate temamkirin û di 12’ê berfanbara 2018’an bi “kuştina zanebûn” îdianame hate amadekirin. Îdianame bi hinceta “di madeyên sewqkirinê de xeletî heye” paş ve hat vegerandin û di 14’ê kanûna 2019’an de bi hinceta “kuştina bi xeletî” îdianame ji nû ve hate amadekirin. 8'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Amedê, kirinên bersûc bi hêceta ku “kuştina bi zanebûn” pêk aniye biryara bêpeywiriyê da. Piştî biryarê polîsê bersûc Ercan bi hinceta “kuştina bi xeletî” li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate darizandin. Herî dawî di danişiîna 6’ê îlona 2022’an de dadgeh girtina polîsê bersûc wek bipîvan nedît û daxwazên girtina wî careke din red kir. 
 
Nazmiye Şen piştî 7 salan têkoşîna edaletê berneda û ji aliyekê têkoşîna xwe didomîne ji aliyê din ve jî li dîwarên mala xwe bi daliqandina wêneyên keça xwe Hêlînê dide jiyîn. 
 
‘LI ERDÊ, PIŞTA WÊ LI MIN BÛ’
 
Dayik Şen anî ziman ku kuştina keça wê tim li pêş çavê wê ye û tiştên wê rojê jiyane wiha vegot: “Yekem carê ez di sala 2015’an de rastî qedexeyên kolanan hatim. Qedexeya derketinê çî ye me nedizanî. Tu hişyarî nehatin kirin. Tenê ji dûr ve hin deng dihatin. Qedexe roja şemiyê hate îlankirin û taxa ku em tê de bûn tu pevçûn û xendek tune bûn. Ji dûr ve deng dihatin, zarok pir ditirsiyan û heya serê sibê ji tirsan direcifîn. Digotin ‘Dayê em ditirsin.’ Li malê ceyran, av, xwarin tiştek tune bû. Kurê tiyê min got ku manav vekirî ye. Sihara duşemê em ji bo ku taştê amade bikin çûn firin û manavî. 
 
‘XWÎŞKA TE MIR’
 
Dema ku min bacansor û pirteqal kirîn keça min li quncikê disekinî. Tişten ku min kirîn min da keça xwe û ez ji bo kirîna nan çûm firinê. Tenê em cîran û zarok hebûn. Jixwe di qeydên kamerayan de jî derket. Di wê kêliyê de di wesayîta kobrayê ya pişt de dengê 3 teqîna quleyan hat. Em pê nehesiyan bê ka çi dibe û qêrînên ku ‘li zarok xistin’ berz bûn. Ez pişt keça xwe bûm. Hêlîn li erdê bû, pişta wê li min bû. Min nedizanî ku miriye. Cîranan dikir qêrîn, zarok hatibû kuştin û dengê guleyan nedihat birîn. Cîrana min laçika xwe ya spî avêt û keça min ji erdê rakir. Ji min re negotin ku miriye. Gotin Hêlîn ji ser hemdê xwe çûye. Min hewl da ku ez keça xwe bibînim. Demekê di hewşa malê de ma. Bavê wê ji nexweşxaneyê zanî ku keça min jiyana xwe ji dest daye û ji bo ku ambûlans bê wê ji wir bigire çûye dozgeriyê. Bavê wê ji bo ku bikeve Sûrê hewl daye lê ji ber pevçûnan nehiştine ku bikeve Sûrê. Hêlin çiqas li erdê wisa ma nayê bîra min. Mê hê jî nedizanî Helîn miriye. Pişt re em jî girtin û em çûn nexweşxaneyê. Hevjînê min keça min a biçûk himêz kir, jê re got ‘xwîşka te mir’ û dinya bi serê min de hat xwarê. Min keça xwe di bin dorpêça polîsan de veşart. Ji ber ku hemû polîs li wir bûn.” 
 
'HER KU NAS DISTÎNIM HEMAN TIŞTAN DIBÎNIM’
 
Dayik Şen anî ziman ku her cara ku ew diçe nan distîne heman tiştan dibîne û ev tişt gotin: “Neînim ziman jî her roj heman tiştî dijîm. Min zarokekî xwe di dema ku ji bo wan taştê amade bikim de winda kir. Zarokekî 12 salî bû. Kîjan wijdan vê yekê qebûl dike? Lê em di demeke ku wijdan, edalet û mirovahî nîne de dijîn.”
 
'7 SAL E TÊDIKOŞIM’
 
Şen bi bîr xist ku piştî 3 salên li ser kuştina keça wê derbas bûn, lêpirsîn hate temamkirin û destnîşan kir ku ew ji bo bersûc bên darizandin têkoşîn daye. Şen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dama ku tê lêpirsîn kujer kî be diyar dibe. Me bi salan têkoşîn da lê dosye tim hatin girtin. Heya 4 salan piştî kuştina keça min faîl nediyar bû. Li vir polîtîkaya bêcezahiştinê heye û eger faîl xwe sipartibe unîformaya xwe, nayê darizandin. Dosye ket sala xwe ya 8’an û kujer ji “kuştina bi zanebûn” nayê darizandin. 7 sal e ji bo keça xwe têkoşînê didim.”
 
‘MIN SOZ DA HÊLÎNA XWE: EZ Ê BIHÊZ BIM’
 
Şen anî ziman ku hezaran zarok wekî keça wê hatine qetilkirin û wiha bang li dayikên zarokên xwe winda kirine kir: “Êşên me jî serpêhatiyên me jî wekî hev in. Hemû jî zarokên Kurd in. Ma zaroka min kurd nebana dê bihata qetilkirin? Li pey keça min tenê bîranîn û wêneyên wê man. Ji bo zarokên xwe dengê xwe derxin. Kesên ku ciwantiya zarokên me ji wan stendine bila bên darizandin. Ew delalên ber dilên me birin, bila bi zarokên xwe re neçin sînemayan. Ez vê yekê nikarim qebûl bikim. Min soz da Hêlîna xwe ku dê qahîm bisekinim. Dê rondikên min bibarin, êşa te heya hava hestiyên xwe hîs dikim. Lê ez ê tu carî dest ji têkoşîna edaletê bernedim. Dibe ku ev 10 an jî 20 sal jî bidome. Heta ku faîl bên darizandin û cezayê herî giran bigirin ez ê dest ji têkoşîna xwe bernedim.”
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

15/09/2022
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike
09:30 Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir
09:01 Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
09:00 Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî
09:00 SPT li Tirkiyeyê ye: Biçin çavkaniya tecrîd û îşkenceyê Îmraliyê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN
13/09/2022
19:50 Belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
19:08 Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin
17:38 Bijîşk ji girtiyê nexweş re ne nexweşî ‘sûcê’ wî pirsî!
17:32 Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e
17:07 Projeya avahiyên komelî ya Erdogan: Girtîgeha Tîpa Sûrê!
16:54 Du kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatin girtin
16:47 WHO: Rîskeke mezin heye ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
16:45 Tirkiyeyê kolberek qetil kir
16:26 YNK: Ji bo namzetiya serokkomariyê me û PDK’ê hêj li hev nekiriye
16:19 Nobeta Edaletê: Bila wezareta dadê berpirsyariya xwe pêk bîne
16:12 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bang kirin
15:33 Doza DÎAY-DER'ê: Şahidê nepen nehat danişîn hate taloqkirin
15:32 Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin
15:09 Şandeya HDP’ê li Xarpêtê ye: Em ê pirsgirêkan çareser bikin
15:01 Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
14:52 Greva birçîbûnê ya Kiriklarê ket roja 17’an: Bêhiqûqî tê rewawkirin
14:47 Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin
14:33 Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin
14:05 Wezaretê hejmara rojnamegerên girtî neda: Ev agahî raya giştî eleqedar nake
13:55 ÎSÎG: Di 8 mehan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:44 Mîçotakîs bersiv da Erdogan: Di berbangê de em li benda hatina we ne
13:35 Dozger ji bo rojnamevan Onver ceza xwest
13:28 Bulbul: Dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:04 Tevî biryara dûrxistinê hebû jî jinek hate qetilkirin
12:53 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin
12:39 Li nexweşxaneyê 35 rojan bikelemçekirî ma û ÎHÎK’ê salek piştre got; ‘binpêkirin tune ye’
12:38 ‘Divê serdana MÎT’ê ya li Iraqê bê lêkolînkirin’
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn