Îbrahîm Ayhan vegotin: Di rizgarkirina Kobanê de rola wî mezin e

  • rojane
  • 09:48 19 Îlon 2022
  • |
img
RIHA - Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan li sirgûnê jiyana xwe ji dest da. Ji hevalên Ayhan, Sitki Dehşet got ku di rizgarkirina Kobanê de rola Ayhan mezin bû û hevalê wî Ramazan Firat jî da zanîn ku di her kêliya jiyana xwe de têkoşiyaye.
 
Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku serdemekê di Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û du serdeman jî di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Rihayê bûbû parlamenter, di 20’ê îlona sala 2018’an de li bajarê Hewlêr ê Herêma Federal a Kurdistanê bi krîza jiyana xwe ji dest da. Ayhan, di salên dibistana amadehî de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û heta dawiya emrê xwe jî di vê qadê de têkoşiya. Di dema êrişên DAIŞ’ê yên di 15’ê îlona sala 2014’an de li dijî Kobanê ku 134 rojan domiyan bûn jî Ayhan li ser sînor nobet girt û bi gel re di nava berxwedanê de bû.
 
Di 4’emîn salvegera wefata Îbrahîm Ayhan de hevalên wî Sitki Dehşet (49) û Ramazan Firat (56) kesayet, ked û têkoşîna Ayhan bi ajansa me re parve kirin. 
 
‘XWEDÎ SERKNEKÎ BIBIRYAR BÛ’
 
Sitki Dehşet da zanîn ku 30 sal berê li Wanê di dema zanîngehê de bi Ayhan re hevnas bû û wiha qala wan dema kir: “Mirina Ayhan, ji bo têkoşîna siyasî windahiyeke mezine. Mirovekî zana, xwedî îrade û kesayetekî wisa bû ku hêj salên dûvdirêj dikariya ked dabûya vê têkoşînê. Demekî gelek dirêj me bi hev re xebatên sendîkayî meşandin. Li her deverê jî mirovan guh didan gotinên wî. Mirovekî pozîtîf bû û di têkoşîna xwe de xwedî seknekî bibiryar bû. Me jî ev bibiryarbûna wî ji xwe re esas girt. Her tim pê serfiraz bûm ku bi kesekî mîna Ayhan re min hevaltî dikir.”  
 
‘WEKÎLTIYA WÎ HAT XESPKIRIN’
 
Bi domdarî Dehşet anî ziman ku Ayhan di hilbijartinên giştî yên sala 2007’an de ji mamostetî û xebatên sendîkayî îstîfa kiriye û wiha domand: “Ji lîsteya ‘Namzetên hezar hêvî’ yên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû parlamenter lê parlamenteriya wî hat xespkirin. Li edliyeyê lîstokeke şer hat çêkirin û di wê navberê de dengên wî bo partiyeke din hatin hejmartin. Lê vê yekê ew bi tu awayî ji têkoşîna dûr nexist. Pişitre jî Ayhan têkoşîna xwe di qada siyasetê de berdewam kir. Ev yek ji bo kesên têkoşîna sendîkayî didan zehmet bû lê ji bo têkoşîna siyasî jî destkeftiyeke mezin bû. Di her qonaxê de têkoşîna xwe domand. Di sala 2011’an de ji BDP’ê bû namzetê parlamenteriyê û dema di girtîgehê de weke parlamenterê Rihayê hat hilbijartin. Min jî ji bo şêwirmendiyê dev ji pîşeya xwe ya mamostetiyê berda ku 15 sal bûn min dikir. Li gel ku Ayhan di girtîgehê de bû jî, bi pirsgirêkên Rihayê re gelek eleqedar bû. Tevî derfetên kêm jî ji bo gel a ku ji dest dihat kir.”
 
‘JI HER GEŞEDANEKE LI KOBANÊ HAYDAR BÛ’
 
Di berdewamê de Dehşet bal kişand ser êrişa DAIŞ’ê ya 20’ê îlona sala 2014’an a li dijî Kobanê û wiha pê de çû: “Îbrahîm Ayhan 134 rojan li ser sînor ma. Ji her geşedanên li Kobanê haydar bû. Pir li ser disekiniya. Heke Kobanê îro hatibe rizgarkirin, keda Îbrahîm jî gelek mezin e. Ez şahidê vê yekê me. Di konan de ma û bi gelek talûkeyan re rû bi rû ma. Ayhan, li bajarên herêmê gelek dihat hezkirin. Her wiha gelê Rojava gelek jê hez dikir. Bi her êşên li Kobanê re êşiya û bi her keyfxweşiyê re jî keyfxweş bû. Yek ji navendên berxwedana li ser sînor bû. Rastî gelek êrişan hat. Ji bo ku birîndaran veguhêzîne ya ku ji destê wî dihat kir. Carnan ajokarên ambûlansan digotin ‘em nikarin biçin’ lê wê demê ew bi xwe bi wan re diçû û birîndar di anîn.” 
 
‘ALA WÎ YA TÊKOŞÎNÊ DÊ HER LI BA BE’
 
Dehşet, bi domdarî got ku sedema mirina Ayhan, bêtehemûliya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî siyaseta demokratîk e û ev tişt anî ziman: “Wê demê gelek parlamenter neçar man ku biçin derveyî welat. Yekemîn berpirsyarên mirina Ayhan, polîtîkayên desthilatdariyê ne. Ev polîtîkayên zextê di roja me de jî berdewam in. Divê bê zanîn ku ev çareserî nîne. Xeyala Ayhan, Tirkiyeyeke demokratîk û azad bû. Bi mirina wî ya zû re ala têkoşîna wî me dewr girt. Em jî dê tu carî nehêlin ew al bikeve erdê.” 
 
‘JIYANA WÎ TIM TÊKOŞÎN BÛ’
 
Ji hevalên Ayhan, Ramazan Firat jî da zanîn ku di salên 90’î de Ayhan nas kiriye û wiha qal kir: “Li Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê me gelek serdeman bi hev re peywir girt. Xwedî seknekî bibiryar bû. Her tim dixwend. Li Enqereyê em çûn cem pirtûkfiroşekî. Ji me re gotin; ‘ev demekî gelek dirêje em karê pirtûkan dikin lê bi rastî jî me tu xwînerên weke wekîl Ayhan nedîtine.’” 
 
‘EM Ê DI 20’Ê ÎLONÊ DE BIÇIN SERDANA GORA WÎ’ 
 
Firat, diyar kir ku her sala hezkiriyên Ayhan wî li Goristana Nato ya li Sêweregê ser gora wî bi bîr tînin û wiha qedand: “Em ê îsal di 20’ê îlonê saet di 11.00’an de li heman cihî bi bîr bînin. Yên ku bûne sedema mirina Îbrahîm Ayhan, desthilatdariya ku bi awayekî derhiqûqî ceza dayî ye.” 
 
ÎBRAHÎM AYHAN
 
Îbrahîm Ayhan di sala 1968’an de li navçeya Sêwereg a Rihayê ji dayik bû. Di sala 1994’an de ji Beşa Fakûlteya Zîraetê ya Zanîngeha 100. Yil a Wanê mezûn bû. Di sala 1997’an de li Rihayê dest bi mamostetiyê kir. Ji ber xebatên sendîkayê sirgûnî Kastamonuyê hat kirin û di Hilbijartinên Giştî yên 2007’an de ji mamostetî û xebatên sendîkayî îstîfa kir û di nava lîsteya “Namzetên hezar hêvî” yên DTP’ê de bû namzet. 
 
Heta 1’ê cotmeha sala 2010’an serokatiya DTP û BDP’a Rihayê kir û di 1’ê cotmeha 2010’an de di çarçoveya operasyona KCK’ê de hat girtin û li Girtîgeha Rihayê ma. Ayhan, bavê 2 zarokan e û di hilbijartinên giştî yên sala 2011’an de weke namzetê serbixwe yê BDP’ê di girtîgehê de kete hilbijartinê û bû parlamenterê Rihayê. Di 3’yê çileya sala 2014’an de hate berdan. Ayhan, di Hilbijartinên Giştî yên 7’ê hezîrana sala 2015’an û ya 1’ê mijdara 2015’an de weke parlamenterê HDP’ê yê Rihayê hat hilbijartin.  
 
Bi hinceta ku wêneyê şervanê Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Azîz Guler ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kiriye, derheqê wî de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hat vekirin û 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê salek û 3 meh cezayê hefsê da Ayhan. Piştî ku cezayê wî teqez bûyî jî di 27’ê sibata 2018’an de parlamenteriya wî hat xistin. Li ser vê yekê Ayhan çû Hewlêrê sirgûnê. Dema li Hewlêrê, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da û li Sêweregê ji hêla dehhezaran ve hat oxirkirin. 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

20/09/2022
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye
11:34 Apê Mûsa li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn: Em roj bi roj mezintir dibin
11:31 Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin
11:15 Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye
10:59 Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye
10:58 Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin
10:43 Li Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:39 Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe
10:20 Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin
09:08 Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin
09:06 Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan
09:06 Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in
09:05 ‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'
09:05 Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN
19/09/2022
23:59 Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin?
23:59 HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
23:19 Rojhilatê serî hilda
22:47 Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
21:48 Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû
20:24 Qetilkirina Mahsa Amînîyê hat şermezarkirin
20:05 Cenazeyê Bariş Keve anîn Wanê
17:29 691 parêzerên ji Sûriyê ji bo Ocalan bang li Wezareta Dadê kirin
16:54 Li Kobanê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:18 Peywira parastinê ya parêzer Uçar hat qedexekirin
16:05 Polîsan li Amedê rojnameya Xwebûnê desteser kirin
15:58 HDP çû serdana DFG’ê
15:56 Nexweşê penceşêrê Huseyîn Dûrmaz bila bê berdan
15:49 Dosyaya teduristiyê ya Sîbel Balaç şandin ATK’ê
15:36 Ji bo çûyîna Îmraliyê ji Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur 756 parêzeran serlêdan kir
14:44 Artêşa tirk Amediye û Metîna bombebaran kir
14:43 Feray Şahîn a polîsekî ew qetil kiribû hat bibîranîn
14:29 Zilaman li du bajaran tundî li jinan kirin
14:27 Gelê Rojhilat ji bo Mahsa Amînî dest bi greva giştî kir
14:20 Derbarê polîsê parêzer birîndar kir de îdianame hate amadekirin
13:23 Odeyên Avahîsazan ji bo îhaleya firotina taxê hişyarî da: Dê temînatên we bên bloqekirin
13:22 Li Romayê hezaran kes di konsera ‘Ji Ocalan re Azadî’ de hatin cemhev
12:57 Ji bo cenazeyê Keve yê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da ambûlans nehate dayîn
12:48 Mûsa Anter dê li cihê hatiye qetilkirin bê bîranîn
12:39 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Dê têkoşîn bidome
12:19 Ferît Şenyaşar: Dozger li şûna dozê vekin tên malbata me lêkolîn dikin
12:16 Leyla Guven: Serdest ji miriyan çi dixwazin?
12:08 Berdevka YPJ’ê: Pêngava me gihişt armanca xwe
11:42 Li rojnamevan Hatîce Şahîn 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
11:35 ÇEVDER: Divê pêşî li qirêjiya Golan Wanê bê girtin
11:19 Rapora Hengawê ya Îranê: 38 kes birîndar bûn, 13 kes hatin girtin
10:56 Li Hezexê rêza ‘xizaniyê’
10:55 Ciwanên HDP’î yên hatin berdan: Piştgiriya Şenyaşar kirin mijara sûc
10:54 Ev 5 sal in ji bo keça xwe li edaletê digerin: Cihê kujer ne kolan lê girtîgeh e
09:48 Îbrahîm Ayhan vegotin: Di rizgarkirina Kobanê de rola wî mezin e
09:07 Welatiyên ku tev li meşa Cûdî bûn: Destên xwe yên qirêj ji xwezaya me bikêşin
09:07 'Bidestxistina mafê perwerdehiya bi kurdî di destê kurdan de ye'
09:06 Li Wanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike
09:05 ‘Hevdîtina bi Ocalan re daxwaza raya giştî ya demokratîk e’
09:05 Bersiva Wezaretê ya li ser birîna daran: Em daristanê ciwan dikin
09:04 Di doza Kemal Kûrkût de îfadeyên binakok ên polîsan: Di destê wî de perend hebû
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:55 Fînalîstên tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyar bûn
18/09/2022
23:59 Li Girtîgeha Akçadagê Bariş Keve bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
22:10 Li Silopiyayê Atolyeya Zarokan hate lidarxistin
21:57 Tûra dûçerxê ya Jinên Xemilandî hat betalkirin
18:14 Li Geverê wesayîtek gêr bû: Welatiyek mir yek jî birîndar bû
16:36 Li Geverê operasyona leşkerî: 10 gundî hatin binçavkirin
16:24 Nîqaşên jin û aştiyê: Armanca jinan avakirina civakeke wekhev e
16:00 Pakîstan Demîr tevî 5 biryarên ‘dûrxistinê’ jî hate qetilkirin
15:46 ‘Mafên demokratîk li Enqereyê bi darbeya sivîl hatine binpêkirin’
15:08 Çalakiyên li Îranê berdewam in: Jinan pora xwe jê kirin
14:34 Wezaretê got ku sedema rabûna lehiyan şaredariya AKP'î ye
14:25 TJA: Em têkoşîna nasnameyê ya Mahsa Amînî ji bîr nakin
13:56 Aydenîz: Bila kesek li ser kurdan hesaban neke
13:25 Hovîtiya leşkerên Azerbaycanê: Jina ermen a leşker tecawiz kirin û bi îşkenceyê qetil kirin
13:04 Tirkiyeyê êrişî gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
12:21 Li Pirsûsê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
12:20 Der barê kesên ‘33 Rêwiyên Hêviyê’ bi bîr anîn de îdianame hat amadekirin
11:53 Şêwirmendê Peker hat binçavkirin
11:49 Rojanemeger Ezmî: Divê Tirkiye di mijara DAIŞ’ê de bi agir nelîze