Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye

  • rojane
  • 23:59 20 Îlon 2022
  • |
img
 
MÛGLA/AYDIN - Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, di civîna gel de ya li Bodrûmê axivî û got: “HDP, tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye.“ 
 
Alîkarê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel, tev li civînên gel yên li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê û navçeya Efeler a Aydinê hatin lidarxistin, bû.
 
‘DESTHILAT LI XÊR Û PÊŞEROJA GEL NAFIKIRE‘'
 
Temel anî ziman ku serdema tarî ya faşîzmê li Tirkiyeyê tê jiyîn û got: “Dixwazin serî bi her kesê bidin tewandin. Ev desthilat li xêr û pêşeroja gel nafikire. Gava em ji Îzmîrê hatin me bi çavên xwe dît ku desthilatdarî çiqas neyarê xwezayê ye. Peravên deryayê ji bo rantê pêşkêşê alîgiran kirin, daristan yek bi yek tên tunekirin. Ev desthilatdarî hin şebekeyên sûc ên diyar xwedî dike. Xwe bi şer, alozî û mirinê xwedî dike. Lê baş e ku HDP heye. Lewre HDP berxwedan e. Ên ku bi çavên dengan li HDP’ê nihêrtin, tevî ku ew qas tişt bi serê HDP’ê de hat dîsa ji pêyan ma dîtin ku çiqas şaşî kirine. HDP bi dek û dolaban çong danaîne. HDP, partiya yekane ya hêviya gelan e. Em ê nîşanê dost û dijminan tevan bidin."
 
‘RÊYA SÊYEMÎN RÊYA GELAN E'
 
Temel da zanîn ku faşîzm, bi saya berxwedana HDP, jin, kedkar û Kurdan li ber têkçûnê ye û wiha pê de çû: “Lê hinek ji bo girtina sûdê ji vê yekê dikevin hewila biwêdekirina HDP’ê. Lewma Tifaqa Ked û Azadiyê ya em 24’ê Îlonê ragihand gavekê pir giring e.  Ev Tifaq, tifaqa karker, gel û jinan e. Ev tifaq wê mezin bibe û bibe desthilatdar. Em bi nîşandana mirinê bi tayê razî nabin. Em nahêlin desthilatdariyek a din a Kurdan înkar bike, zilmê li kedkar û gelan bike, ava bibe. Rêya sêyemîn rêya gelan e. Ji wê boneyê rojeva HDP’ê ne wezaret e, birêxistinbûn û berxwedanê avakirina Komara Demokratîk e. Em ê bi yên ku ji bo vê armancê bimeşin re biaxivin lê bi yên ku dûrê van pîvanan bin re hîç niqaşa yekîtiyê nakin."
 
‘HPD TIFAQEKE DÎROKÎ YE‘ 
 
Temel got ku HDP tifaqa gelan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Du derewan ji gel re dikin. Ên dibêjin ‘HDP ne partiya Kurdan e, wan temsîl nake’ hene. Dixwazin berê Kurdan bidin hevdu. Derewa din jî yên ku xwe wek çepgir pênase dikin lê şoven in dibêjin ‘HDP, bi tenê partiya Kurdan e.’ Ev herdu lîstik jî aliyê desthilatdariyê ve tê nivîsîn. Dev ji van berdin! HDP tifaqa dîrokî ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê û ya kedkaran e, HDP partiya hemû bindestan e. Partiyek a wisa ye ku bawerî bi perspektîfa neteweya demokratîk aniye û bi ya wê divê gel xwe bi rê ve bibin. HDP partiya bindestan a rastîn a li Tirkiyeyê ye. Em bi hêzek a du qatê 7’ê Hezîranê diçin hilbijartinê.“ 
Civîna gel bi konsera hunermend Azad Bedran bi dawî bû. 
 
AYDIN
 
Bi tevlêbûna Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay, li Taxa Ovaeymîr a navçeya Efeler a Aydinê, li salonek a dawetê civîna bi gel re hate lidarxistin. Gelek kes tev li civînê bûn û di civînê de destpêkê Serpîl Kemalbay axivî û got ku wan bîat li polîtîkayên dijminahiyê nekiriye. Kemalbay wiha got: “Em ji bo avakirina Tirkiyeyek ku lê bê jiyîn, hewil didin. Em ji bo her kesê têdikoşin. Me Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo vê yekê ava kiriye. Em ê ji bo welatekê demokratîk bi hev re têbikoşin.”
 
ÊRÎŞA NIJADPEREST HATE PROTESTOKIRIN
 
Malbata ku li Aydinê rastî êrîşa nijadperest jî hat, tev li civînê bû. Li ser navê malbatê Semra Turkan bi bîr xist ku ew ji aliyê 90 kesan ve rastî êrîşa nijadperest hatine û got: “Me carek a din jî fam kir ku tenê parêzvaneke me heye û ew jî HDP ye."
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Piştre Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş diyar ku desthilatdariya şev û roj Kurdan weke dijmin îlan dike, nikare pirsgirêkan çareser bike û got: “Serokkomar dibêje ku pirsgirêka Kurd-Tirk li holê nîn e. Lê li holê, înkarkirina Kurdan û îlankirina wan terorîst heye. Xwesteka Kurdan a jiyîna wekhev û azad heye. Ji bo wan ziman û statuya Kurdan nîn e.”
 
Beştaş anî ziman ku HDP li vî welatî nûneriya siberojên ronî dike û got: “Ew çawan êrîşan zêde dikin, em ê jî berxwedanê geş bikin. Tu desthilatdarî nikare, li hemberî berxwedana gel raweste. Nekevin tariyê. Em nûneriya tarîtiyê nakin, em nûneriya ronahiyê dikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”
 
Piştî axaftinan hunermend Kadîr Çat derket li ser dikê û stranên xwe gotin.
 

Sernavên din

23/09/2022
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin