Raportorên NY’ê Îran şermezar kir

  • cîhan
  • 16:34 22 Îlon 2022
  • |
img
CENEVRE - Raportorên NY’yê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî şermezar kirin û bang li Îranê kirin ku li gorî standartên mafên mirovan ên navneteweyî tevibgere û hemû polîtîka û qanûnên rê li ber cihêkariyê vedikin jî betal bike.
 
Roportorê Taybet ê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Javaid Rehman, Seroka Koma Xebatê ya Têkildarî Cihêkariya li Dijî Jinan Melissa Upreti, Cîgira Serok Dorothy Estrada Tanck û endamên wê Elizabeth Broderick, Ivana Radacic û Meskerem Geset Techane, Raportora Taybet ê Tundiya li Dijî Jinê Reem Alsalem, Raportorê Taybet a Mafên Kombûna Aştiyane û Azadiya Xwebirêxistinkirinê Clément Nyaletsossi Voule, Raportora Taybet a Azadiya Raman û Xweîfadekirinê Irene Khan û Raportora Taybet a Têkildarî Rewşa Parastina Mafên Mirovan Mary Lawlor têkildarî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî (22) ku li Îranê bi hinceta pora wê xuya dike ji hêla “polîsên exlaqê” ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke hevpar dan. 
 
Di daxuyaniyê de êrişên li dijî çalakiyên demokratîk ên ku bi mebesta darizandina berpirsyaran li seranserî welêt hatibûn destpêkirin û tundiya li ser parastvanên mafên mirovan hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi mirina Amînî re mat bûne û gelek xemgîn bûne. Bi domdarî wiha hat gotin: “Amînî bû yek ji qurbaniyên din ên cihêkarî û zexta sîstematîk û pîvanên cihêkar ên Îranê ku jinan ji azadiya wan bêpar dihêle.” 
 
‘NE JI BER KRÎZA DIL LÊ JI BER ÎŞKENCEYÊ JIYANA XWE JI DEST DA’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Amînî di 13’ê îlonê de ji hêla “polîsên exlaqê” ve bi sedema ku “dersoka xwe guncav girê nedaye” hatiye binçavkirin û ev tişt hatin parvekirin: “Di raporên têkildarî bûyerê diyar dibe ku Amînî derbasî Navenda Binçavkirinê ya Vozarayê dihat kirin rastî îşkenceya polîsên exlaqê hatiye. Li navenda binçavkirinê kete komayê û di 16’ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Berevajî îdiayên rayedarên Îranê, Amînî ne ji ber krîza dil lê ji ber îşkence û miameleya xerab jiyana xwe ji dest da. Em polîtîkaya bi darê zorê dersokê li jinan ferz dike ku rê li ber tundiya fîzîkî û înkarkirina rûmeta mirovan vedike, şermezar dikin. Divê rayedarên îranî derheqê mirina Amînî de bi lez û bez lêpirsîneke serbixwe bide destpêkirin û encamên wê jî bi raya giştî re parve bike. Her wiha hemû faîlan jî bidarizîne.”
 
BIRÎNA ÎNTERNETÊ NÎŞAN DIDE KU DÊ TUNDÎ ZÊDETIR BIBE 
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser birîna înternetê û ev tişt hatin destnîşankirin: “Ji bo ku hesab ji mirina Amînî were pirsîn û dawî li tundî û cihêkariya li dijî jinan bê anîn, ji 16’ê îlonê heta niha li Tehran, Îlam, Îsfehan, Kirmanşah, Mahabad, Seqiz, Sanandaj, Sari û Tebrîz jî di nav de li gelek bajaran bi hezaran kes daket kolanan. Lê belê hêzên ewlekariyê yên Îranê li dijî çalakvanan tundiyeke mezin bi kar tînin. Li gorî raporan, yek jê jin û yek jî zarokeke 16 salî, bi giştî 8 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Ji 19’ê îlonê ve jî li Tehran, bajarên Kurdistanê û herêmên din ên welêt heta demekî dirêj înternet hat qutkirin. Bi vê yekê re di nava 12 mehan de bû cara sêyemîn ku Îran bi awayekî giştî înternetê qut dike. Gelemperî ji bo ku têkbirina daxwaza azadiyê û xwebirêxistinkirina gelê Îranê înternet tê qutkirin. Dewlet bi tu awayî nikare birîna înternetê rewa nîşan bide.
 
QANÛNÊN CIHÊKAR BETAL BIKIN
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev bû 40 sal ku jinên îranî li dijî girêdana dersokê ya bi darê zorê û binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn çalakiyên demokratîk li dar dixin. Divê rayedarên welêt guh bidin van daxwazên însanî yên jinan. Banga me li Îranê ew e ku hemû qanûn û polîtîkayên li ser bingeha cihêkariya zayenda civakî hatine sazkirin ji holê bên rakirin û li gorî standartên mafên mirovan ên navneteweyî tevbigerin.” 
 
MA / Ruştu Demîrkaya
 

Sernavên din

23/09/2022
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev