Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye

  • jin
  • 09:04 23 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL- Jinên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de diyar kirin ku tifaqê zemîna ku jin bûne kirde afirandiye û gotin ku armanca wan ew e ku bi tifaqê re yekîtiya jinan a herî berfireh ava bikin.
 
Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) ku bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hev kom bûn, Tifaqa Ked û Azadiyê ava kirin.
 
Jinên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de diyar kirin ku armanca wan ew e bi tifaqê re yekîtiya jinan a herî berfireh ava bikin.
 
'KRÎZA CIVAKÎ'
 
Endama Lijneya Rêveberiya Meclisê (MYK) ya Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Sevîlay Derman destnîşan kir ku têgînên "ked" û "azadî" di dîroka têkoşîna jinan de xwedî cihekî girîng in û got ku têkoşîna jinan li dor van têgînan dirûv girtiye. Derman îşaret bi wê yekê kir ku krîzeke kûr heye ku li hemû beşên civakê belav bûye û wiha got: “Beranberiya vê krîzê û mueyîdeya wê gelekî giran e. Ger em vê krîzê tenê di warê jinan û LGBT+yan de şîrove bikin dê noqsan bimîne. Ji lew re em di vê pergalê de bi êrîşên li dijî ked, nasname û bedena me tên îstîsmarkirin. Ji ber vê yekê em naxwazin wê tenê wekî kedxwariyê vebêjin." 
 
'PERPITÎNÊN DAWÎ YÊN DESTHILATÊ'
 
Derman destnîşan kir ku desthilatdariya heyî ya riziyayî û xwe netêkşikîn dihesibîne, hewl dide bi avakirina hegemonyayeke li ser çand û jiyana maddî ya civakê hebûna xwe bidomîne got ku li hemberî derdorên muxalif û bi taybetî jî li hemberî jinan êrişên mezin hene. Derman got: "Êrişên vê dawiyê perpitînên dawî yên desthilatê ne." 
 
PERGALEKE KU JIN TÊ DE KIRDE YE
 
Derman diyar kir ku nîqaşên ku divê jin li hemberî êrişan çawa têbikoşin dewam dikin û wiha got: “Dema ku em li dora van pirsan dirûv digirin, Tifaqa Ked û Azadiyê dibe rêxistinbûyîna navenda helwest, nerazîbûn û berxwedanê ya li dijî êrişên li ser jinan û jiyanê. Tifaqa helwesteke li dijî jiyana kaptalîst a patrîyarkayî ye. Em jin Tifaqa Ked û Azadiyê wekî zemîneke ku jin bi vîna xwe kirde ye dibînin. Lewma em li dijî berpêşkirina alternatîfan in, ji lew re em bi xwe alternatîfan diafirînin."
 
Her wiha Derman anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê ne tifaqeke li ser esasên hilbijartinê ye û got ku ev tifaq di heman demê de amûra têkoşînê ya li dijî faşîzmê û kapîtalîzma patrîyarkayî ye. 
 
'JIN PÊKHATEYÊN SEREKE YÊN TIFAQÊ NE'
 
Endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Cemîle Baklacı jî anî ziman ku pêkhateya sereke ya vê tifaqê jin in. Baklaci destnîşan kir ku pêdivî bi tifaqeke ku jin karibin xwe tarîf bikin û rasterast gotina xwe bikin heye. Baklaci bal kişand ser tifaqên heyî û sozên wan û got ku ji sozên wan jî diyar e ku dê ji bo tiştekî nebin çare. Baklaci wiha got: "Lê belê bi avakirina tifaqa 3’yemîn re, divê em pêvajoyeke ku em ne mecbûrê 'başê xiraban' in û jin rasterast gotina xwe bibêjin bê avakirin. Li gorî min Tifaqa Ked û Azadiyê ji vê yekê re vekirî ye."
 
DAXWAZÊN HEVPAR
 
Baklaci diyar kir ku jin demeke dirêj e li dora daxwazên hevpar bûne yek û got ku jinan destnîşan kir ku pirsgirêkên wan ên cidî heye û lewam pêdivî bi sazîbûyûnek ku bi van pirsgirêkan re eleqedar bibe û çareseriyê hilbierîne heye. Baklacı wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêdiviya me bi wezareteke jinan heye. Di nava wezaretên li vir de divê li ser esasên polîtîkaya feminîst mekanîzmayeke kontrolê bê avakirin, ji kirdeyên tevgera jinê. Bi taybetî jî pêdiviya me bi polîtîkayên civakê heye, ji bo jiholêrakirina xizaniya jinê. A rast ev demeke em van daxwazan di nava xwe de nîqaş dikin. Tifaqa rêya sêyemîn  ji bo me, ji bo jinan bûye cihê heyecanê. Lê divê em vê heyecanê li kolanan jî bidin der."
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

26/09/2022
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike