Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê

  • rojane
  • 15:10 24 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Xebatkarên Rojnameya Xwebûne bi daxuyaniyekê desteserkirina rojnameya xwe şermezar kirin. Xwediyê Îmtiyaza Rojnameya Xwebûne Kadrî Esen di daxuyaniyê de destnîşan kir ku desteserkirina rojnameyê bêtehamuliya zimanê kurdî ye û çi dibe bila bibe rojnamegeriya kurdî wê li Bakurê Kurdistanê bidomê. 
 
Polîsan li otogara Amedê 100 rojnameyên hejmara 144’emîn a rojnameya Xwebûnê desteser kiribûn û destûr nedabûn ku rojname ji Mersînê re bên şandin. Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê têkildarî mijarê li ber Otogara Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniye de Xebatkarên Rojnameya Xwebûne, Hevserokê Partiya Hêremên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altun, rêxistina DBP'a Amedê, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Yenîşehir a Amedê, Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û gelek rojnameger amade bûn. Beşdarvanan di daxuyaniyê de rojnameya Xwebûne hilgirtin. 
 
Di daxuyaniyê de ewilî Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûne Kadrî Esen axivî. Esen, anî ziman ku rojnameya wan ji Otogara Amedê belavî tevahî Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê dibe. Esen, bi bîr xist ku rojnameya wan di 17-18’e îlonê de ji aliye polîsan ve li Otogara Amedê hatibû destêser kirin û wiha got: “Destûr nehatibû dayin ku Rojnameya Xwebûne li Mersîne û bajarên din re bê şandin û her wiha gef li kesen ku rojnameya me ji xwe re dibin bajaran hatibû xwarin. Ji bo ku destesêr kirina rojnameya xwe şermezar bikin me xwest li vir daxuyaniyê bidin.”
 
‘BÊ TEHAMULIYA KURDÎ YE!’
 
Esen, destnîşan kir ku bi salan e li Bakurê Kurdistanê zext û astengî li ser rojnamegerên kurd hene û wiha pê dê çû: “Ev yek bê tehamuliya hemberî zimanê kurdî ye. Zimanê kurdî li vî welatî ji aliye dewletê ve nayê qebûlkirin, ji ber vê yekê jî xebatên ku bi zimanê kurdî tên kirin ji aliye dewletê ve tên astengkirin. Daxwaza wan ew e ku xebatên ku bi rêya çapemeniye tên kirin bidin sekinandin û ew xebat li tevahî Bakurê Kurdistanê bên sekinandin. Rojnameya Xwebûne jî yek ji wan rojnameyane ku 3 sal in li Bakurê Kurdistanê weşana xwe bi kurdî didomîne û geşedanên ku li Kurdistanê û cihanê diqewimin bi kurdî ji raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê re radigihîne. Niha jî ji ber vê be tehamuliye zimanê kurdî, tê xwestin ku belavkirina rojnameya me ya ji Amedê ber bi bajarên din ve bê astengkirin. Bê tehamuliya li dijî kurdan û sazî û dezgehên kurdan sed sal in didome.”
 
‘ROJNAMEGERIYA KURDÎ NADIN RAWESTANDIN’
 
Esen, diyar kir ku heke bêtehamûliya li dijî zimanê kurdî bêrakirin wê şerê li Kurdistanê diqewime jî bê rawestandin û ev tişt anîn ziman: “Lê ji ber ku li Kurdistanê şer tê meşandin, xebatên çapemeniyê jî di şert û mercên gelek zehmet de tê domandin. Lê şert û merc çi dibin bila bibin li Bakurê Kurdistanê rojnamegeriya kurdî wê neyê bidawîkirin û rawestandin.”
 
‘XWEBÛN EM BI XWE NE’
 
Piştî Esen, Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn axivî. Altun jî bi lêv kir ku ji dîrokê heta niha ji bo kurdan çi xebat hatibe meşandin ji aliye dewletê vê hatiye qedexekirin û wiha got: “Ji bo kurd bi awayekî azad nejîn û asîmîle bibin ev polîtîka tên meşandin. Hem di dema Osmaniyan de hem jî di dema Komara Tirkiyeyê de gelek weşanên kurdan derketin lê hemû jî ji aliye dewletê ve hatin qedexekirin. Navê Xwebûne ji bo dewletê xetere ye, qedexekirina Rojnameya Xwebûne li Kurdistanê nayê qebûlkirin. Em desteserkirina Rojnameya Xwebûne şermezar dikin. Çi dibe bila bibe Çapameniya Azad wê di her şert û mercan de jî xebatên xwe bidomîne. Xwebûn em bi xwe ne, nikarin me qedexe bikin. Li hemberî vê em ê li ber xwe bidin.”
 
Piştî axaftinan, girseyê dirûşmeya, ‘Xwebûn hebûna me ye’ berz kirin. Daxuyanî bi belavkirina rojnameyan a li esnafên otogarê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

26/09/2022
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye