Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên

  • rojane
  • 15:55 24 Îlon 2022
  • |
STENBOL – Tifaqa Ked û Azadiyê bi tevlibûna bi hezaran kesî “Nexşerê"ya xwe aşkera kir. Wiha hat gotin: "Îdiaya me jî û armanca me jî mezin e. Dê meşa me jî pir mezin be." 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê deklarasyona “Nexşerêyê” li Navenda Kongreyan a Halîçê aşkera kir. Di aşkerekirina deklarasyonê de Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Oerîhan Koca, Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Ozge Akman, Berdevkên Demê yên Federasyona Meclisê Sosyalîst (SMF) Dilşad Canbaz û Bariş Kayaoglû, Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Hevserokên Giştî yên Partiya Kesk a Çep Îbrahîm Akin û Ayşe Erdem, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Hevserokên Giştî yên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ugur, Berdevkên Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu û Sezgîn Kartal û parlamanter û nûnerên partiyên pêkhateyê amade bûn. 
 
 
Li eywanê lolîpopên bi nivîsên “Demokrasî”, “Azadî”, “Wekhevî”, “Ked”, “Jin”, “Aştî”, “Xweza” û “Ciwan” hatin bicihkirin. Di heman demê de pankaratên “Em ê bi hev re li ber xwe bidin” û “Tifaqa Ked û Azadiyê” hatin daliqandin. 
 
Di ketina navenda kongreyê de her wiha alayên baberik ên nivîsa Tifaqa Ked û Azadiyê li ser hatin rêzkirin û di ekrana mezin a eywanê de jî jenerîka logoyên pêkhateyên tifaqê hatin pêşandan. 
 
GOVEND, TILILÎ
 
Ji jinan heta ciwanan, ji karkeran heta siyasetmedar û gelek derdorên din ên civakê beşdarî deklarasyonê bûn. Karker bi dirûşmeyên “Yekitiya karkeran dê sermayayê têk bibe” û “Bêdeng nemîne, her ku bêdeng dimînî dê dor bê te” ketin hundirê eywanê. Bi hezaran kesî mil dan milên hev, xelekên govendê gerandin û lîrandin. Karker bi kaskên xwe, jinên karker jî bi tiliyên xwe govend gerandin. Gelên cuda jî tev li xelekên govendê bûn û peyama têkoşîna hevpar dan. 
 
BI DURÛŞMEYAN ÎMRALIYÊ SILAV KIRIN
 
Bi hezaran kesên hêwanê tije kirin dirûşmeyên "Bijî berxwedana gelan", "Em ê bi hev re bi ser bikevin", "Ev hê destpêk e", "Wê AKP hesabê gel bide" hatin berzkirin. Ciwanan ji bênavber dirûşmeyên "Bö Serok jiyan nabe", "Ciwan fedaiyên Apo ne" berz kirin.
 
DEKLERASYON HAT XWENDIN
 
Paşê kurtesînevîzyoneke ji çalakiyên civakî hat nîşandan. Ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Melîs Akyurekê û ji Partiya Kedê (EMEP) Levent Gokçek deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê xwendin. Piştî daxuyaniyê partiyên pêkhateyên axivîn. 
 
EHP: BAŞTÎ, GUFTÛGO, DIYALOG 
 
Ewilî Berdevka EHP'ê Ozge Akman axivî. Akmanê diyar kir ku sê têgihên bingehîn ên tifaqê hene. Akmanê anî ziman ku ew ji bo ked, azadî û aştiyê bi rê ketine û bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê. 
 
Akmanê axaftina xwe wiha domand: "Demîrtaş di hilbijartinên herêmî de tiştek gotibû. Gotibû 'kevirekî bikin ber dilê xwe û wisa dengê xwe bidin.' We deng wergirtin, hey ên hatin hilbijartin. Baş e, lê carekê be jî ma meriv qet napirse, 'gelê kurd çima kevir da ber dilê xwe?' Ah a, ji bo em bipirsin bê çima gelê kurd kevir kiriye ber dilê xwe bi rê dikevin. Em dibêjin dê aştî çêbibe, em dibêjin gere diyalog çêbibe, em dibêjin dê guftûgo çêbibe. Û bi vî awayî em ê pirsgirêka kurd bi rêyên adil û demokratîk çareser bikin. Rêya bicîbûna li dilê gelê kurd, ev e. Divê em têkoşîna xwe ya hevpar hîn mezintir bikin. Ev rejîma yekzilamî her carê hewl dide dengê me bitepisîne. Lê niyeteke me ya ku em wisa bidomînin qet tune ye. Em rejîma otorîter qebûl nakin, em vê rejîmê qebûl nakin. Demîrtaş got: 'Em ê te nekin serok'. Em jî dibêjin em ê te bişînin. Em têkoşîna hevpar mezin dikin. Em alternatîf in.”
 
EMEP: EM BI HÊVÎ NA, DÊ GEL BI SER BIKEVIN
 
Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî got: “Hêviyek me, xeyalek me heye. Em Tirkiyeyeke bi vî rengî xeyal dikin ku dema zarok diçin dibistanê û li çenteyê xwarinê yê kêleka xwe binerin hêstir ji çavên wan neyên. Em ji bo vê bi yek bûn. Em Tirkiyeyekê dixwazin ku mirov bi roj betal negerin, bi şev birçî ranekevin. Em ê bi hev re vê pêk bînin, em ê bi hev re bi ser bikevin, gelê kurd, tirk û Rojhilata Navîn wê bi ser bikevin. Gel dê bi ser bikevin."
 
BÛLDAN: SERKETINA ME YA NÛ NÊZ E
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldanê jî wiha giha got: “7'ê Hezîranan, serkeftina me ya nû nêzîk e. Îdiaya me jî û armanca me jî mezin e. Lewma dê meşa me jî pir mezin be. Em tên, ji bo afirandina erdnîgariyek ku ne şer, aştî lê serwer be em tên. Em ji bo meseleya kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin tên. Em tên, ji bo pêçandina hemû birînên me tên. Em bi hev re bi rê ketin da ku bibin tava sibehên xweş. Em tên, ji bo pêşî li ber cihokên rant û gendeliyê bigirin. Em tên, ji bo aştiya Dayikên Çorlû, Dayikên Roboskî, Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê biqîrin tên. Em ji bo jinan tên, ji bo Mahsa Emînî ya ji ber porê ku porê wê xuya dikir hat qetilkirin tên, em ji bo siberoja ciwanan tên. Karker û kedkarên hêja em ji bo we tên. Em tên, ji bo ku rejima qeyûmê li goristana darbeyan binax bikin tên. Em hem çare ne hem jî hêza çareseriyê ne. Çîroka me çîroka hevdîtina rojên xweş û geş e. Roj nêzîk in ku em bibêjin tu bi xêr hatî demokrasî, edalet û aştî. Rêya we û me vekirî be."
 
SANCAR: BERPRISIYARIYA DÎROKÎ
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî bi kurdî silav li beşdaran kir û diyar kir ku îro rojeke dîrokî û girîng e. Sancar wiha got: “Ev têkoşîn yek ji qonaxên girîng ên rêwitiya me ye. Hatina cem hev azmûneya têkoşîna siyaseta demokratîk a gelê kurd û vîna gelên Tirkiyeyê roja destpêkirina qonaxeke nû ye. Rojbûna me hemûyan pîroz be. Ev welat 10 sal in bi polîtîkayên şer, bi pergala kedxwariyê, bi talan û derewan tê birêvebirin. Niha em ji bo li dijî şer aştiyê, li dijî kedxwariyê wekhevî û rûmetê, li dijî talanê edaletê û li dijî derewan heqîqetê biparêzin em hatin cem hev û bûn yek û em dest bi meşeke mezin dikin. Ev meş meşa ked û azadî, demokrasî û aştî, edalet û heqîqetê ye. Mezinkirina vê meşê berpirsyariya me ya dîrokî ya li hemberî gelên vî welatî ye." 
 
Hevberdevkê Demê ya SMF'ê Bariş Kayaoglû destnîşan kir ku tifaq ji bo têkoşîna civakî tifaqeke pir girîîng e û bal kişand ser têkoşîna hevpar a di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de.
 
Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş jî destnîşan kir ku girîngiyeke dîrokî ya vê tifaqê heye. Baş bilêv kir ku ew bi hev re tifaqa herî kokdar a dîroka Tirkiyeyê radigihînin û wiha got: "Em ê dîrokê ji nû ve binivîsin." 
 
Berdevka Demê ya TOP'ê Perîhan Koca jî di axaftina xwe de anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê alternatîfeke gelparêz e û got ku ew ê gelê xwe mekûmû başê xiraban nekin.
 
Piştî axaftinan nûnerên partiyên di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de li ser dikê beşdaran silva kirin. PIştî wêneyê giştî hat girtin bername bi dawî bû. 
 

Sernavên din

26/09/2022
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike