Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide

  • rojane
  • 09:14 25 Îlon 2022
  • |
AMED - Selma Ozkan, keça girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, got: "Dema bavê min anîn cihê hevdîtinê xwestin li ser kursiya biçûk rûnê. Lê nikaribû rûnê. Destên wî direhilîn, nikaribû bi telefonê bigire. Me kir nekir me nikaribû biaxive. Guhên wî giran bûne, tiştekî nabihîse."
 
Ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ên di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de yek jî Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî ye. Guatra bijehr, nexweşîan guh û çavan, nexweşiya helandina hestiyan bi Ozkan re. Her wiha Ozkan heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji ber vê 4 caran jî anjiyo bûye.  Di demên dawî de Ozkan her hefte herî kem rojekê diçe nexweşxaneyê. Ozkan, herî dawî di 2'yê Îlonê de ji ber nexweşiya dil rakiribûn nexweşxaneyê û rîtma dilê wî ji sedî 40 kêm bûye. Ozkan sê rojan li nexweşxaneyê mabû û piştre ew bi awayekî kelemçekirî cardin biribûn Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê. 
 
Di sala 1993'yan de li navçeya Licê ya Amedê Tûxgeneral Bahtiyar Aydin hatibû kuştin û kuştina wî xistibûn stuyê Ozkan. Ozkanê ku 27 sal in ji ber vê girtiye, çendî nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî jî, lê bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan. 
 
Selma Ozkan, keça Ozkan, destnîşan kir ku bavê wê tevî hemû nexweşiyan jî 27 sal in li ber xwe dide.
JI XWARINÊ KETIYE
 
Ozkanê wiha domand: “Birayê min, bavê min bi kursiya biteker anî cihê hevdîtina girtî. Bavê min nikaribû li ser kursiya biçûk a li cihê hevdîtinê rûnê. Ji ber vê kursiya biteker xwest û bavê min li ser rûnişt. Destên bavê min direhilîn û nikaribû bi telefonê bigire. Birayê min serê telefonê xist nava destên wî. Lê me pêwendî bi hev re dananî. Ji lew re guhên wî giran bûne. Rojê deh heban dixwe." Ozkanê diyar kir ku di demên dawî de bavê wê cardin rakirine nexweşxaneyê û got: "Rîtma dilê wî ji sedî 40 kêm bûye. Sê rojan li nexweşxaneyê ma û paşê li ser kursiya biteker û kelemçekirî ew birin girtîgehê. Beriya niha derman dixwar û bi şev radiza. Lê belê nexweşiyên wî giran bûne, êdî ev derman jî fêdeyê lê nakin. Bavê min nikare razê. Êdî bavê min nikare xwarinê jî bixwe. Ji xwarinê ketiye."
 
‘BIRAYÊ MIN JÎ NEXWEŞ E’
 
Ozkanê ji bo birayê xwe Ahmet Ozkan ê girtî ku ew û bavê xwe di heman odeyekê de ne jî got: "Di vê hevdîtinê de birayê min jî jar xuya dikir. Jixwe birayê min jî ji kezeba xwe emeliyat bûye û rewşa wî ji nebaş e.” 
 
‘DIBEJIN BILA BIMIRE Û DOZA LICÊ BE GIRTIN’
 
Ozkanê bilêv kir ku tevî ev qas nexweşiyan jî bavê wê nayê berdan û got ku ji ber vê bifikar in. Ozkanê destnîşan kir ku bavê wê belesebeb girtiye û wiha got: “Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire û bi vî awayî doza Licê bê girtin. Dinya tev dizane ku tu eleqeya bavê min bi vê bûyerê re nîn e. Ev gelek caran di çapameniyê de jî derket. Dema bavê min hat binçavkirin gelek îşkenceyên giran lê kirin. Di dema îşkenceyê de îfadeyeke ku wan çêkiribû pê dan îmzekirin. Jixwe xwendin û nivîsandina wî jî tune ye."
 
BANGAWAZÎ
 
Ozkanê bal kişand ser Nobeda Edaletê ya Amedê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û bang li raya giştî kir: “Divê ji perlementeran heya saziyên civakî her kes dakeve qadan. Ger xwedîderketineke girseyî çêbibe dê ecamek bi dest bikeve. Êdî em nazwazin ji girtigehan tabût derkevin. Divê girtiyên nexweş di saxiya xwe de bibin rojev, ne ku piştî mirin."
 
‘27 SAL IN LI BER XWE DIDE'
 
Ozkanê di dawiyê de wiha got: "27 sal in bavê min biribin kîjan girtîgehê ez çûm cem wî û min pêwendî pê re danî. Konya, Mêrdîn, Elbîstan, Mereş, Edene... Herî dawî 3 sal in em nikarin pêwendiyê bi hev re deynin. 27 sal ne hindik e, 27 sal... Gava bavê min hat girtin extiyar bû. Lê kes wek bavê min li ber xwe neda. Bifikirin 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û 4-5 caran anjiyo bûye û dîsa li ber xwe dide. Tu sûcê bavê min tune ye. Heya ji min hebe ez ê bêsûciya wî bilêv bikim. Her kes dizane. Bavê min 27 sal in li ber xwe dide. Dê tim serbilind be li ber wan û dê 4 salên din spîsaxlem derkeve. Min li ber girtîgehê bang kir, min got, 'Tu 84 salî yî û hê jî ji te ditirsin." 
 
MA / Mehmet Guleş-Eylem Akdag

Sernavên din

26/09/2022
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike