‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’

  • jin
  • 10:44 25 Îlon 2022
  • |
img
ÊLIH - Jinên tev li konferansa TJA’yê bûn, bal kişandin ser dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” ya li Îranê bilind bû û wiha gotin: “Li Îran, Iraq û Tirkiyeyê jin li dora vê felsefeyê bûne yek. Em ê xwedî li vê dirûşmê derkevin û têkoşînê bikin yek.”
 
4’emîn Konferansa Jinan a Tevgera Jinên Azad bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li dar dixe duh li Êlihê dest pê kir. Di rojeva jinên ku beşdarî konferansê bûn de ewilî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê, rojeva din jî bû çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê di pêşengtiya jinan de dest pê kirin û veguherîn serhildana gel.
 
‘NASNAMEYA KURD TÊ HEDEF GIRTIN’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk (HDP) a Esenyûrtê Sevgî Yilmaz a tev li konferansê bûyî bal kişand ser nasnameya kurd a Jîna Amînî ya li Îranê hatiye qetilkirin û wiha got: “Jinên kurd li her derê hedef in. Hewl tê dayîn ruhê têkoşer ê jinên kurd bê sekinandin. Jin êdî serî hildidin. Em jî li cem jinên li ber xwe didin û serî hildidin in. Em li ber xwe didin û serî hildidin.”
 
‘ARMANC TUNEKIRINA CIVAKBÛNÊ YE’
 
Yek ji jinên ciwan a ji zanîngehê Emîne Ekîn jî bal kişand ser sedemên qetilkirina Jîna Amînî ya li Îranê û wiha got: “Armanc ew e ku civakbûna jinê bikujin û hemû aliyên xwezayî tune bikin. Ev komkujiya li ser Jîna Amînî, komkujiya ku tê xwestin li dijî jinên kurd bi xwe bê kirin e.” Ekîn a destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê pêk hat tirs li hemû desthilatan belav kir, anî ziman ku êrîş ji vê tirsê derketine û wiha domand: “Piştî şoreşê hewl tê dayîn jinên Kurd bên serdestkirin û qetilkirin.”
 
‘RÊYA ŞOREŞÊ YA OCALAN VEKIRÎ’
 
Ekîn a diyar kir ku jinên kurd êdî zordestiyê qebûl nakin, di vê berxwedana jinan de îşaretî roja Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêberê me jî xwedî perspektîfekê ye. Bi vê perspektîfê şoreşa jinê pêk hat. Ev perspektîf îro qadan vala nahêle. Weke jin em jî têdikoşin. Em li dijî kolekirina jinê û zordestiyê derdikevin, em xweparastinê pêş dixin. Em ê têkoşîna xwe ya rewa li ser bingeha xweparastinê li her qadê bidomînin.”
 
DI ŞOREŞAN DE ROLA JINÊ 
 
Yek ji ciwanên zanîngehê Nazgul Çamûr jî rola jinan a di şoreşên dîrokê de pêk hatin destnîşan kir û wiha got: “Dema em li hemû berxwedan û şoreşan dinêrin em dibînin ku jinên ciwan pêşengtiyê dikin. Em dizanin ku yên kaosa ku derdikeve dikare bi rê ve bibe jî jinên ciwan in. Ev bertekên rejîma Îranê ji tirsa wê ya ji hêza jinê derdikeve. Piştî Jîna Amînî gelek jinên din hatin qetilkirin. Ev yek nîşan dide ku çiqas ji jinan ditirsin.”
 
‘HIŞMENDIYA KU HEDEF DIGIRE EYNÎ YE’
 
Çamûr, qala wekhevbûna desthilatên Îran û Tirkiyeyê kir û wiha berdewam kir: “Dema em li Tirkiye û Kurdistanê dinêrin, em dibînin ku ji Îranê rewşeke cudatir nîne. Di şexsê Garîbe Gezer li Kurdistanê û Denîz Poyraz de li Tirkiyeyê em dibînin ku têkoşîna jinên kurd tê tepisandin. Li dijî van qirkirin û zextan tişta dikeve berê jinên ciwan ên kurd wê hatina gelhev, xurt bûn û xwe rêxistinkirin be. Wê bilindkirina têkoşîna me be. Ji ber ku em dizanin ku her şoreş û berxwedana ku wê bê afirandin wê di pêşengtiya jinên kurd de pêk were.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIKIN YEK’
 
Ji Atolyeya Hunerê Cejna Sarûhan jî qala komkujiyên jinan kir û wiha got: “Em naxwazin her roj windahiyan bidin. Li Îran, Iraq û Tirkiyeyê jin li derdora felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ kom dibin. Çawa ku em bûne sedem ku ev dirûşme li her herêmê bê bilêvkirin, em ê vê dirûşmeyê biparêzin û têkoşînê bikin yek.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel-Eylem Akdag
 

Sernavên din

26/09/2022
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye