Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin

  • jin
  • 12:49 25 Îlon 2022
  • |
ÊLIH - Di 4’emîn Konferansa Jinan a TJA’yê de jinên hatine qetilkirin hatin bibîranîn û peyama “Jin dê pergala we serûbin bikin” hate dayîn. 
 
4’emîn Konferansa Jinan a Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlihê li dar dixe di roja 2’yemîn de berdewam dike. Ji çar aliyê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 700 delege tev li konferansa bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” tê lidarxistin bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û nûnerên gelek saziyên jinan jî tevlî konferansê bûn. Li salona ku konferans lê hat lidarxistin, alên TJA'yê û pankartên “Xweparastin ne sûc e, maf e”, “Bijî têkoşîna jinê ya gerdûnî”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e” û “Ji serhildanê heta berxwedanê, ji berxwedanê heta azadiyê dema azadiya jinê ye” hatin daliqandin. 
JINÊN HATIN QETILKIRIN
 
 
Jinên ku cilûbergên herêmî yên rengîn li xwe kiribûn, di saetên serê sibê de dest bi dagirtina salonê kirin. Jinên ku demek dirêj govend gerandin, gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Di konferansê de jinên ciwan wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz, Pinar Gultekîn, Fîrdevs Babat, Gulîstan Dokû, Garîbe Gezer û Jîna Mahsa Amînî ku di dîrokên cuda de hatin qetilkirin hilgirtin. Di konferansê de sînevziyona li ser têkoşîna jinê jî hate nîşandan. 
 
JÎNA AMÎNÎ HATE BIBÎRANÎN
 
 
Endama TJA’yê Zeynep Boga ku piştî hilbijartina dîwanê axaftina vekirinê kir, destnîşan jin pêşengtiyê ji berxwedanan re dikin û Rojhilata Navîn yek ji van qadên berxwedanê ye û got: “Berxwedana ku piştî kuştina Amînî dest pê kir, berxwedaneke li dijî feraseta ku jinê weke kole dibîne ye. Ev berxwedana bi salan e. Jin li her derê li ber xwe didin. Li zindanan, li kolanan, li hemû qadên jiyanê li ber xwe dide. Ev konferans yek ji qadên me yên berxwedanê ye. Jinên ku tên vir pêşengên azadiyê yên berxwedanê ne. Bi vê hişmendiyê em konferansê li dar dixin. Silav li jinên ku li vir ji 4 parçeyên Kurdistanê û gelek bajaran tevlîbûneke xurt kirin.” 
 
 
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’
 
Endama TJA’yê Bêrîvan Ertel jî Jîna Amînî bi bîr xist û wiha got: “Yên Jîna qetil kirin bila bizanibin ku jin desthilat û rejîma we têk dibin. Her roj tecawîzê zarokên biçûk dikin, jinan qetil dikin. Jin wê vê pergala we serûbin bikin. Em ê li dijî çanda we ya destavêtinê li ber xwe bidin û em ê tu carî serê xwe netewînin. Em dizanin ku em jin, ên ku civakê li dijî nîjadperestiyê û her cure polîtîkayê diparêzin, ji bo ku desthilatdariya zilam-serwer a pênc hezar salan ji dest bidin di nav lezekê de ne. Sîstema bi serdestiya mêr dizane ku wê dawiya wê were, lewma yekser li dijî têkoşîna azadiya jinê şer îlan kiriye.”
 
‘EM HEVRÊYÊN KESÊN SERÊ XWE NETEWANDINE NE’
 
Ertel di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd ku li dijî paradîgmaya bi serdestiya mêr destkeftiyeke nû ya dîrokî pêk anî, nayê qebûlkirin. Polîtîkayên tecrîdê kêmasiya çareseriyê ye, kûrkirina şer, xizanî, krîz, kaos û herî zêde jin ji vê bandor dibin. Me li dijî van polîtîkayan têkoşiya û em ê vê bidomînin. Desthilatdariya AKP û MHP'ê bi polîtîkayên xwe yên mêtinkar bi rengekî bêeman êrîş dikin. Êrîşên zayendîperest ên li hemberî bedena jinê roj bi roj zêde dibin. Kûrbûna şer xwe li Kurdistanê weke polîtîkayên şerê taybet nîşan dide. Kujerê Îpek Er a ku we li Êlihê qetil kir û Sakîne Kultur ku we li Silopiyayê qetil kir, Gulistan Doku ku we li Dêrsimê û Garîbe Gezer ku we di girtîgehê de qetil kir hûn in. Em hevrêyên wan kesan in ku serê xwe natewînin. Em hevalên Semra Guzel a ku we hewl da serê wê bitewînin û Leyla Guven a ku we girtî ne.
 
EM HÊZA XWE JI AZADIYA XWE DIGIRIN
 
Nobeta Emîne Şenyaşar nobeta jinan e. Em xwedî li nobetên wîjdanê ku dayik didomînin derkevin. Jinên li Afganîstanê ku bi mayîna li welatên xwe li dijî zîhniyeta Talîbanê li dijî vê zilmê têdikoşin, hêviyê diafirînin. Ji jinên ku ji bo temsîliyeta wekhev û Peymana Stenbolê têdikoşin re silav. Weke tevgera jinê em hêza xwe ji rêxistinbûyîna xwe û têkoşîna xwe ya mafdar digirin. Em tu carî bi sînorên ji aliyê dewleta bi serdestiya mêr ve hatine xêzkirin, nehatine sînorkirin. Berxwedan nasnameya me ya têkoşînê ye. Li hemberî hemû çewisandinan ya serbikeve wê têkoşîna jinê be. TJA'ya ku li dijî komkujiya jinê û ekolojiyê têkoşîna xwe didomîne û ji bo civakê û azadiya jinê têdikoşe wê têkoşînê bidomîne.”
 

Sernavên din

26/09/2022
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye