Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e

  • jin
  • 21:11 25 Îlon 2022
  • |
img
ÊLIH - Encamnameya 4’emîn Konferansa TJA’yê hat eşkerekirin. Hat destnîşankirin ku wê pêngava rêxistinbûn û têkoşînê ya giştî azadiya fizîkî û şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah bê armanckirin.
 
4’emîn Konferansa Jinan ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlihê bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar in û di azadiyê de bi israr in” bi tevlêbûna 700 jinan li dar xist û 2 rojan bi niqaşan dewam kir  û bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî kir. Encamnameya konferansê bi Kurdî û Tirkî hat xwendin. Ya bi Kurdî ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Devrîm Demîr û ya bi Tirkî jî ji aliyê parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ve hat xwendin.
 
Encamnameya 4’emîn Konferansa TJA’yê wiha ye:
 
"Me wek TJA Konferansa xwe ya asayî ya 4'emîn bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar in û di azadiyê de bi israr in” bi hêza ku em ji piştevaniya jinan digirin, bi tevlêbûneke xurt, bi coşeke mezin û bi biryardariya têkoşînê û hêviyên mezin, di 24-25 ê Îlona 2022’yan de li Êlihê li dar xist. Konferansa me bi şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî ya ku li Îranê hat qetilkirin dest pê kir, berxwedana ku bi pêşengiya tevgera jinên Îranî bi pêş ketiye silav kir û diyar kir ku em ê piştevanê wan bin. 
 
Konferansa me, di kesayeta Aysel Dogan a ku yek ji nirxên me yên pêşeng bû de, me diyarî li hemû jinên ku bi evîna Welêt jiyana xwe ji dest dane kir. Em jinên ku bi hişmendiya heqîqeta hebûnê têkoşîna azadiyê dimeşînin, di demeke ku ji her gavê bêhtir pêdivî bi mezinkirina têkoşînê dibînin re derbas dibin.   
 
Têkoşîna jinê ku dîwarên bindestiyê yên ku Cîhanê, li Rojhilata Navîn, li Tirkiyê û Kurdistanê hatine avakirin ji binî ve hejandiye. Têkoşîna hemû pêkhateyên ku, bi înkarkirinê gef li hebûna wan tê xwarin û bi tunebûnê re rû bi rû ne jî di nav xwe de dihewîne.
 
Têkoşîna ku jinê bi pêş xistiye dide diyarkirin ku, yên ku di hişmendiya xwe de cih nedin yên ne ji xwe, wê ji xwe re jî cih nebînin.
 
Têkoşîna me ya temendirêj, di her kêlî û demê de mezintir û berfirehtir dibe.  Rastiya jinên ku bi rojan e li dijî rejîma Îranê li ber xwe didin jî, ji vê yekê ne qut e. Dîktayên Netewedewlet ên ku lingê modernîteya kapîtalîst in, têkoşîna jinê ya ku li hemû Cîhanê mezin dibe, ji nîqaşê re vedikin, hesabê dirêjkirina temenê xwe li ser dikin, û destkeftinên me dikin hedef. Îro encama herî girîng a ku derketiye holê û ji hêla me jinan ve bi zelalî tê dîtin ew e ku, Şaristaniyên bidewlet, bêyî xwarina keda jinan nikarin xwe ji pêyan bigirin û li hebûna xwe dewam bikin. 
 
Pêşenga şoreşger Roza Luksembûrg gotibû ‘Ji bo ku kapîtalîzm xwe heyî bike divê keda civakê bixwe û wê bike sermaye‘. Rastiya vê gotinê îro jî berdewam e. Tespîta ku ji bo şert û mercên îro yên ku pergala zilamsalarî jî ji bo  berdewamiya xwe keda jinê dixwe kirin, daneyeke giring e.
 
Ji ber vê yekê ye ku timî di nîvenda pergala kapîtalîst de jî û di civaka ku bi destê zilam hatiye sêwirandin de jî jin hene. Ji ber vê yekê, bi zelalî derketiye holê ku, mesafeya di navbera me jinan û azadiyê de, ji rastiya feraseta hişmendiya zilam derbas bûye. Bersiva me jinan ya ji vê yekê re, wê mezinkirina têkoşîna azadiya jinê û avakirina jiyaneke nû be!
 
Wek jin, têkoşîna ku em didin hevpar be jî, şert û mercên stratejîk û polîtîk ên erdnîgariya ku em lê dijîn, şêwaz û cewherê têkoşîna me diyar dikin.
 
Hişmendiya zilam-dewletî ya ku ev pênc hezar sal in bi awayekî sîstematîk xwe birêxistin kiribe jî, ciyawaziya pêkanînên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê derketine holê, têkoşîna me jinên Kurd zehmettir dike.
 
Îro hemû pêkanînên ku em pê re rû bi rû dimînin, dibin sedem ku jiyana gelek jinan ji aliyê derûnî, aborî û civakî ve hîn zehmettir bibe. Hewildana guhertina cudakirina ji hev a jinbûyînê, û pê re jî rastiya cudakirina erdnîgariya me, biryardariya me ya têkoşînê kûrtir, xurttir û bicoştir, û piralî dike. Têkoşîna me ya ku, me wek encama cihêxwaziya zayendî bi pêş xistiye bi xwe re têkoşîna li dijî netewe-dewlet û çînan jî vejand. Di vê çarçoveyê de, hemû têkoşînên ku tên dayîn, divê pêşî li ser îddîaya maf û azadiyê bên beramberkirin. 
 
Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, her çiqas ji aliyê bidestkeftinên jinan ve gelek xeteriyan di nava xwe de bihewîne jî di esasê xwe de rastiya ku azadiya jinê wê dawiyê li hemû desthilatdariyan bîne jî datîne holê, û ev rastî ne dûr e.
 
Heke îro di vê konferansê de sedema hatina me ya ba hev, şikênandina li ser jinbûyîna me be, armanca me jî birêxistinkirina têkoşîneke hevpar û avakirina rastiya hebûna me û azadiya me ye.
 
Jiyana me ya ku di nava şer û pevçûnan de dibuhure de bi xwe re azadiyê jî biafirîne."
 
Wê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ji me re armanc be. Niqaşek ji niqaşên bingehîn ên konferansa me, polîtîkayên tecrîdê ne. Rewşa li Tirkiye û Kurdistanê ku em tê de ne, ji polîtîkaya tecrîdê ku tê kûrkirin ne qut e. Tecrîd, awayekê êşkenceya sîstematîk e li dijî meyla azadî û têkoşînê. Armanca bi tecrîdê, bi hiştina bi tenê, ferzkirina radestiyê, qutkirina kes ji îdiaya azadiyê ye. Niha pêkhateyên muxelef hemû rû bi rûyê lêpirsîn, destgîrkirin û girtinê ne. Girtîgeh veguherandine ‘kampên berhekirinê yên nûjen.’ Bi sedan girtiyên nexweş berdêlê wêrekiya xwe bi dilîtiyê didin. Di nav civakê de berê polîtîkaya tecrîdê destpêkê tim li jinan e. Tecrîdkirin û dîlgirtina jinan bûye palpiştê wêrekiya mêraniyê jî. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî bîrdozî û paradîgmayê ye ku geşe bi wan daye. Eşkere ye ku bi avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojî û azadîxwaziya jinan wê civak azad bibe. Bi geşepêdana polîtîkaya tecrîdê xerabûna exlaqî her ku diçe zêde dibe. Sedema ku her roj jin aliyê mêran ve tên qetilkirin ev e. Konferansa me, di çarçoveya van hemû tespîtan de geşkirina têkoşînê li dijî tecrîdê û rakirina tecrîdê ji ser û azadiya bi fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike armanc.“
 
HÎMÊN BINGEHÎN ÊN TÊKOŞÎNA SERDEMA NÛ
 
Hîmên bingehîn ên têkoşîna serdema nû di danezanê de wiha hatin diyarkirin û eşkerekirin:
 
“*Têkoşîn li dijî Tecrîdê
 
*Têkoşîn li dijî Fam û Feraseta Mêr-Dewlet û Polîtîkayên Tundiyê
 
* Têkoşîn li dijî Siyaseta Dagirkerî û Mêtingeriyê
 
* Azadiya Jinên Girtî
 
* Şerê Teybet ê li ser Jinan
 
* Têkoşîna Ekolojiyê di Çarçoveya Paradîgmaya me de
 
* Ekonomiya Jinan a Demokratîk, Ekolojîk û Komunal
 
* Xebata Çand û Zimanê Zikmakî
 
* Akademiya Azadiya Jinan
 
* Di der barê Tora Piştevaniya Jinan a Navneteweyî û Tevgerên Jinan ên Tirkiyeyê de
 
* Jinên Ciwan“
 
 
 

Sernavên din

28/09/2022
13:33 Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin
13:02 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civake ne
12:32 ‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’
12:28 Jinên girtî li dijî hişmendiya mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:00 Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel
11:40 Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin
11:08 Di êrişa Tirkiyeyê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin
27/09/2022
23:46 Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne