Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin

  • rojane
  • 09:57 27 Îlon 2022
  • |
AMED -  Çavên Ceylan Onkol ku bi topa hawanê ya artêşa tirk hatibû qetilkirin û dayika wê parçeyên bedena wê yek bi yek di koşa xwe de kom kirin û gundiyan bedena wê bi pelên dara berûyê pêça bûn, ev 13 sal in li kujerên xwe û daraza ku kujerên wê diparêze dinihêrin. 
 
Zaroka 12 salî Ceylan Onkol di 28’ê îlona sala 2009’an de dema li mezraya Xanbaz a bi ser gundê Kanîspî ya navçeya Licê ya Amedê pezê xwe diçêrand, bi guleya havanê ya qereqolê hat qetilkirin. Bi ser kuştina Ceylanê re 12 sal derbas bûn lê belê hêj kujerek jî nehatiye darizandin. 
 
Bedena Ceylana biçûk şeş saetan li cihê bûyerê ma heta ku dozger çû cihê bûyerê. Dayika wê Salîha Onkol, parçeyên laşê keçika xwe di pêşa xwe de berhevkirin, şêniyên gund bedena Ceylanê bi pelên dara berûyê pêçandibûn û malbatê hemû delîlên li cihê bûyerê radestî Serdozgeriya Komarê ya Liceyê kir. Lê belê di raporên derbarê kuştina Ceylanê de ku ji aliyê leşkeran û polîsan ve hatibûn amadekirin de hat îdiakirin kirin ku Ceylan bi dasê hatiye kuştin. Rayedarê leşkeriyê yê wê demê Yuksel Şanliturk malbat neheq kiribû û gotibû ku malbat ji bo tezmînatê werbigire xwe mexdûr dike û bi van gotinan xwestibû ser bûyerê bigire. 
SERÎ LI DMME’YÊ DAN 
 
Piştî salekê anku di sala 2010'an de parêzerên malbata Onkol ji bo ku biryara veşartinê ser dosyayê were rakirin û hemû daxwazên wan dihatin redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di gulana 2012'an de ji bo ku lêpirsîneke bibandor û bêalî neyê birêvebirin, daxwazên kûrkirina lêpirsînê hatin redkirin. Tevî dema derbas bû jî doz nehat vekirin û tawanbarek anku sûcdarek jî nehat dîtin, ji ber vê yekê dîsa serî li DMME’yê hat xistin. DMME 5 sal şûn ve di 17’ê çileya 2017’an de serlêdana malbata Onkol bi encam kir û biryara “di warê lêpirsîna bibandor û binpêkirina maf nehatiye binpêkirin” da. Serdozgeriya Komarê ya Licê di nîsana 2014’an de biryara ku ji bo tespîta kiryaran a di dosyayê û raporan da têr nakin biryara lêgerîna daîmî derxist. 
 
PÊVAJOYA TEZMÎNATÊ 
 
Malbat Onkol bi hêceta berpirsiyartiya di teqînê de û binpêkirin heye li dijî Wezarat Karên Navxweyî bi daxwaza 100 hezar lîre madî û 150 hezar lîre jî tazmînatê serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û doz vekir. Dadgehê biryara ku 28 hezar û 208 lîre tazmînat ji bo malbatê were dayîn da. Parêzerên malbatê li dijî vê biryarê derketin û îtîraz kirin. Li ser vê dijderketinê dadgehê biryara bi giştî 283 hezar lîre ya madî û manevî ji bo malbatê were dayîn da. 
 
AWIRÊN CEYLANÊ LI KUJERAN DIGERE  
 
Her çiqas 12 sal bi ser bûyerê de derbas bû jî heta niha hêj yek faîl jî nehatiye darizandin. Li ser navê Ceylanê gelek berhemên hatin çêkirin û Ceylan bû babeta stran û wêneyan û pêşengehan. Her çiqas ji Meclisê hatibe xwestin ku bûyera Ceylanê were lêkolînkirin jî lê bes hemû daxwaz bêbersiv man. Wextê ku Ceylan 7 salî bûye li dibistana seretayî wêneyek wê ku ew bi tenê ye heye û ew wêne ji bîra kesî naçe. Nêrîn anku awirên Ceylanê bi wî faroniyê wê yê zer dilê bi milyonan însanan êşand. Ew wêneyê karxezalî 12 sal in di bîra her kesî de ye û ew awirên wê li bende ye ku kujer werin darizandin.
 
Dayik Salîha Onkol, behsa roja ku Ceylanê hatiye qetilkirin kir. 
 
ROJA BÛYERÊ VEGOT
 
Dayik Onkol wiha got: "Roja dibistanê ya Ceylanê bû, min xwest Ceylan biçe dibistanê. Ji bo ez tenê nemînim, wê rojê nexwest biçe dibistanê. Serê sibê rabû kincên xwe li xwe kir, taştêya xwe xwar, tepsiya xwe hilda û çû cem heywanan. Beriya ku biçe cem heywanan got 'Dayê ez diçim, dema ez hatim ji min re miqerneyê çêbike' û çû. Piştî demekê dengê hewanê hat. Bi vê dengî re teqînek jî çêbû. Min hîs kir ku bombe li cihê Ceylan lê ye ketiye. Cîranan jî got, ew tişt li hêla heywanên we ketiye. Paşê ez û kurê xwe çûn. Ewilî kurê min gihaşt wir. Ewilî çav bizinekê ket, xwîn ji bizinê dihat. Paşê Ceylan ferq kiriye. Ji bo ez wê nebînim, kincên xwe ji xwe kirin û avêt ser Ceylanê. Ez jî çûm wir. Gava min Ceylan di wî halî de dît, ez ji xwe çûm. Kezeba wê ya perçekirî li erdê bû û min ew hembêz kir. Min kezeba wê hilgirt û da ber singa xwe.
 
EM HEYA 8'Ê ÊVARÎ LI WIR MAN
 
Em hemû li wir bûn, cenazeyê keça min 6 saetan li erdê ma. Ambulans, dozger, leşker, polîs kes nehat. Ceylanê serê sibê saet di 11.30’an de jiyana xwe ji dest da û 6 saetan li erdê ma. Me haya dozger, polîs û cendirmeyan pê xist. Lê yek ji wan jî nehat. Dozger hat heta Qereqola Abaliyê. Got 'ew der herêma terorê ye' û nehat. Gotine ger bê wir dê nikaribin wî biparêzin. Mele yan jî keya ew dîmen girtin. Me tevî dîmenan Ceylanê bir Qereqola Abaliyê û me otopsiya wê li wir kir. Îdia kirin ku an pêl mayinê kiriye an jî li tiştek lê xistiye. Em heta 8'ê êvarê li wir man. Paşê me cardin ew anî malê." 
 
GER SAXBÛNA DÊ 27 SALÎ BÛNA
 
Dayik Onkol bi lêv kir ku tim xeyal dike ku ger keça wê saxbûna dê yeke çawa bûna û wiha domand: “Niha sax bûna dê 27 salî bûna. Hevalên wê hene, gava li wan mêze dikim ew tê ber çavê min. Zaroka min a biçûk Ceylan bû. Zarokeke pir baqil bû, tim digot dixwaze bibe dozger an jî parêzer. Hevtemenên wê zewicîne û zarokên wan çêbûne. Gava li wan mêze dikim wekî ku li Ceylanê bibînim." 
 
Onkol anî ziman ku 3 roj piştî mirina Ceylanê çûye Licê cem dozger û wiha got: “Li wir ji min pirsîn Ceylan çawa mir û kê ew kuşt. Min ji wan re got, hûn ji min çêtir dizanin. Min got ger keça min pê li mayinê bikira dê lingên wê perçe bûbûna an jî bi darê di destê xwe de lêxista dê ser çavê wê perçe bûbûna. Min ji dozger re got 'Divê tu zanibî.' Paşê xwestin ez îmzeyê deynim binî îfadeyê. Kurê min xwend paşê min îmze danî binî. Ez ji bo Ceylanê çûm Enqere û Stenbolê, lê dîsa jî der barê mirina Ceylanê de tiştek nehat kirin. Ev êşa min a herî mezin e."
 
‘HER ZAROKÊN DIMIRIN HEMÛ CEYLAN IN'
 
Onkol ku got “Her zarokên ku dimirin Ceylan in” hemû zarokên kurd ên li bajarên kurdan ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin bibîr anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew ji bo min wekî Ceylanê ne. Ez naxwazim tu kes bimire. Her cara ku zarokek dimire Ceylan tê bîra min. Lewma ez dixwazim ev şer û mirin bi dawî bibin, bi taybetî jî li vê herêmê. Êdî bila Ceylan nemirin. Malbatên wan jî hene. Her cara ku zarokek dimire ez êşa wan hîs dikim. Bang li rayedaran dikim, êdî aştiyê pêk bînin, bila kes nemire."
 
Dayik Onkol destnîşan kir ku dê heya dawiyê bitêkoşe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ma ez ê çawa mirina keça xwe jibîr bikim? Na, qethiyen. Ez ê tim bipirsim, çima hat kuştin. Her roj tê bîra min. Mirina wê bûye kul ji bo min. Heya neyê eşkerekirin ez ê bipirsim. Keça min çawa kuştin, kê keça min kuşt? Ji bo min a girîng ev e. Heya sax bim ez ê ji bo vê bitêkoşim." 
 
MA / Eylem Akdag - Mehmet Şah Oruç
 

Sernavên din

28/09/2022
13:33 Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin
13:02 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civake ne
12:32 ‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’
12:28 Jinên girtî li dijî hişmendiya mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:00 Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel
11:40 Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin
11:08 Di êrişa Tirkiyeyê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin
27/09/2022
23:46 Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne