Gunay: Li dijî dîktator, dilê me bi berxwedana gel re ye

img
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay êrişên rejîma Îranê yên li dijî gel şermezar kir û wiha got: “Îran çi dike bila bike, dê nekare bi êrişên xwe rê li ber gelekî bi daxwaza azadiyê rabûye ser pêyan bigire. Dilê me bi kesên li dijî dîktatoriyê li ber xwe didin re ye.” 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay têkildarî mijarên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Di destpêka axaftina xwe de Gunay Ceylan Onkol bi bîr anî ku 13 sal berê di encama topa hawanê ya dewletê ve hatibû qetilkirin. Piştre jî Gunay bal kişand ser deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê û wiha got: “Deklarasyonê di nava civakê de rê li ber kelecaneke mezin vekir. Ev Rêya Sêyemîn; li dijî kesên digotin ‘neçarî me ne’ jî bersiva herî xurt e. Li hemberî desthilatdariyê jî tekane alternatîf e ku alîgirê demokrasî, azadî û edaletê ye. Tifaqa me bi mebesta welatekî demokratîk û komareke demokratîk pêş kat. Em dixwazin bibin hêza birêxistinkirî ya hemû derdorên li derveyî pergalê hatine hiştin. Ji bo çareserkirina pirgirêkên bingehîn ên welêt jî em bernameyeke berfireh radixin ber çavan. Armanca me ya ji tifaqê ew e ku hemû kesên têkoşîna demokrasiyê didin di bin heman sîwanê de bînin ba hev û têkoşîneke hevpar ava bikin. Tifaqa me neçarî du bloqên siyasetê nîne û nexşerêya rizgariya welêt û avakirina jiyaneke nû ye. Ev tifaq ne ji bo ku piştgiriyê bidin kesek an jî bloqekê hat avakirin. Ji bo feraset û zîhniyeteke nû hat avakirin. Heke tifaqeke ku divê piştgirî pê re bê kirin hebe, ew jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Deriyê me ji bo hemû sazî û kesên dixwazin di pêşaroja azad a vî welatî de berpirsyariyê bigirin, vekirî e. Çîroka me hêj nû dest pê dike.” 
 
ÊRIŞÊN ÎRANÊ
 
Di berdewamê de Gunay bal kişand ser êrişên Îranê yên li dijî partiyên kurd ên li Pirdê, Koye û Zirdigeze yên Herêma Federal a Kurdistanê û wiha got: “Rejîma Îranê ji hêlekî ve hewl dide daxwazên demokratîk ên gelê kurd bitepisîne û li hêla din jî êrişî qadên sivîl ên Herêma Kurdistanê dike. Di encama êrişan de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Ev êriş, yek ji nîşaneyên herî şênber ên dijminatiya rejîma Îranê ya li dijî kurdan e. Ev êriş, îstîqrar, aştî û ewlehiya herêmê têk dibe. Weke HDP’ê em van êrişên Îranê şermezar dikin û bang dikin ku dawî li van êrişên xwe bîne. Banga me li Hikûmeta Iraqê, Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ereban û saziyên din ên herêmî û navneteweyî ew e ku li hemberî van êrişan bi berpisyariya xwe rabin. Em ji bo malbatên qurbaniyan sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.” 
 
‘RAPERÎNA LI ÎRANÊ HÊVÎ DIDE BINDESTAN’
 
Bi domdarî Gunay wiha got:
 
Weke ku hûn jî ji nêz ve dişopînin, li rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê gel di nav raperînê de ye. Hêrs û bertêkên li hemberî rejîma Îranê didomin. Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Aminî, gelê kurd û gelên îranî rabûn ser pêyan. Êdî ev pêkûtî, êriş, destdirêjî, pişaftin û hovîtî ji hêla gelên Îranê ve nayên qebûlkirin. Tu zilm mayînde nîne. Ne gelê Rojhilat ne gelên Îranî ne jî tu kesekî birûmet li hemberî zilmê bêdeng namîne. 
 
Raperîna li Îranê didome, berxwedana gel mezin dibe û ev serhildan niha li çar aliyê cihanê hêvî dide bindestan. Lewma rik û bertekên pergala zilimkar jî tund in. Heya niha di êrişên rejîma Îranê ya li hemberî berxwedana gel de bi dehan kes, jin, ciwan, zarok hatin qetilkirin. Em cardin dibêjin berxwedana gelen Îranê rewa ye, mafdar e. Em Jîna Mahsa Amînî û kesên ku heya niha di êrişên rejîma Îranê de hatine kuştin bi hûrmet bi bîr tînin. Gelê kurd ê Rojhilat, gelê Îranê, jinên têkoşer dê bi ser bikevin. Sedsala 21’ê ji niha de bûye sedsala jinan û bi pêşengiya jinan azadî dê were Rojhilata Navîn. 
 
DI NEYARTIYA LI DIJÎ KURDAN SÎNORAN NAS NAKIN
 
Ev zîhniyeta zilimkar, di neyartiya li dijî kurdan de sînoran nas nake. Li îranê jî li Tirkiyeyê jî, li Iraq û Sûriyeyê jî zilimkar yek in û şirîkên hev in. Lê li hemberî zilmê berxwedêr jî yek in û bi hev re ne. Neyartiya li hemberî gelê kurd a li Tirkiyeyê her roj bi aweyeke cuda xwe dide der. Binihêrin, herî dawî di maça Amedspor û Bursasporê de ji ber ku alaya Herêma Kurdistanê hate vekirin, nîjadperestan cardin êrişî gelê kurd û nirxên gel kirin. Pişt re kesên ku ev alaye vekirin hatin binçavkirin. Binihêrin, rêveberiya Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe ji bo ku di navbera kurdan nakokiyê kûr bike, ji bo kurdan bikin neyarên hev, kurdan ji hev cuda dikin. 
 
JI BO SERDESTAN KURDÊ HERÎ BAŞ, KURDÊ MIRÎ YE 
 
Li gorî wan hin kurd baş in hinek jî nebaş. Li gorî wan hinek kurd şirîkin yên din neyar in. Lê di vê bûyera dawî de jî derket holê ku ne wisa ye. Ev dewleta ku rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê bi aweyekî fermî pêşwazî dike, niha vê alayê krîmînalîze dike. Ew hîn li ser ferasate ‘kurdê herî baş kurdê mirî ye’ ne. Lê gelê kurd li hemberî vê neyartiyê dê azad bijî. Em bi vê wesileyê bang li derdorên kurd ên ku dibin parçeyek polîtîkaya Tirkiyeyê dikin ku vê rastiyê bibînin. Li hemberî vê neyartiyê helwest nîşan bidin. Bila kurd li her derê bibin yek ji bo tifaqa bibin tifaqa neteweyî mezin bikin.” 
 
FORMULASYONA TIFAQA KURDISTANÎ Û TIFAQA KED Û AZADIYÊ
 
Li ser pirsa rojnamegerî ku digot; “Gelo Tifaqa Kurdistanî dê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih bigire yan na? HDP dê vê çawa formûlîze bike?” jî Gunay ev bersiv da: “Ev formulasyon dê bi tifaqa kurdî re bê nîqaşkirin. Di dema hilbijartinê de hem li Tirkiyeyê tifaqa me hebû û hem jî li Kurdistanê tifaqa Kurdistanî hebû. Em bi wan re rêhevaltî dikin, têkoşîna me berdewan dike. Ji bo demên pêş ev nîqaş dê bidom e. Ev yek dê bi niqaşê bê diyarkirin. Teklîfeke me ya diyar nîne û dê di encama nîqaşan de bê zelalkirin û bi raya giştî re bê parvekirin.” 
 

Sernavên din

30/09/2022
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin
14:18 Li dibistaneke Stenbolê cihêkariya navê kurdî li xwendekar tê kirin
14:09 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Ji malbata Ercan ku Soylu hedef nîşan dabû 10 kes di bin çavan de ne
13:54 Cenazeyê zêringirê winda hat dîtin
13:48 Dadgehê pirsa JÎTEM’ê asteng kir
13:44 HPG’ê têkildarî Mezîtliyê daxuyanî da
13:33 Gunay: Li dijî dîktator, dilê me bi berxwedana gel re ye
12:59 Sercerdevanê kujer ê ku cezayeke weke xelatê lê hatiye birîn spasiya dadger kir
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:07 SNJ’ê ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd re qart şandin
12:01 Yek jê jineke ducanî bi giştî 13 kes di êrişa rejîma Îranê de hatin qetilkirin
11:46 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
11:32 'Heta ku dayika Emîne neyê dîtin gelo dê hevhelalkirin çawa bibe?’
11:26 Wezaretê birîna daran a li Şirnexê wek ‘nûkirinê’ îfade kir!
10:52 Li Qilebanê 3 kes hatin binçavkirin
10:20 Pêşnûmepirs paşve hat şandin: Ma li vî welatî qedexeye ku mirov pirsa îstîfakirina Soylû bipirse?
10:11 Navnîşana polîsê ji îşkenceya bi kuçik tê darizandin nayê zanîn!
10:01 Di 29 salên etariyê de 6 pirtûkên bi kurdî nivîsand
09:01 Endama DÎB'ê Davûtoglû: Tifaqa Ked û Demokrasiyê bijardeyeke sêyemîn e
09:01 Li Şengalê polîtîkayên şerê taybet ên PDK û Tirkiyeyê
09:00 Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê de hê jî 'veşarî' ye
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:56 Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Êrişên Îranê dijminahiya Kurdistanê nîşan dide
28/09/2022
23:18 KNK'ê êrişa Îranê şermezar kir: Li dijî êrişan helwesteke neteweyî divê
19:44 Li Çiyayê Efkarê agir bi daran ket
19:05 Artêşa Îranê: Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji êrişan hebû
17:17 Li gundê Cibriyê û Kizir jin civiyan: Pêdivî bêtir bi têkoşînê heye
17:08 Bulbulê HDP’î: Dem dema rabûna ser pêyan e
16:53 Nehiştin Komîteya Mafên Mirovan biçe serdana Girtîgeha Hewlêrê
16:48 Hewl didin talana li Şirnexê bi brandayan veşêrin!
16:41 Îstîfaya Halbûsî nehate qebûlkirin
16:34 Li dijî îlankirina ‘Qada Sît a Xwezayî’ ya Gola Wanê doz vekirin
16:33 Li Çiyayê Bagokê li dijî kesên dar dibirîn êriş hat kirin: Kesek mir
16:24 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
16:22 Xizmên girtiyan: Êdî dengê me bibihîsin
16:10 Di doza rojnameger Demîr de dê mutalaa bê amadekirin
15:50 Faîlê Esma Başegmez piştî 3 mehan hat girtin
15:42 ‘Rêya aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe’
15:41 Jin beriya hilbijartinê kom dibin: Li 11 bajaran forum wê bê lidarxistin
15:25 Li Bismîlê qeza çêbû: 4 kes birîndar bûn
15:17 Pêşnûmeya Uca ya ji bo Ocalan bi hinceta ‘pirsên divê neyên kirin’ lê hat vegerandin
15:11 Baroya Dîlokê: Jîna Mahsa serhildana me ye
14:56 ÎHD’ê binçavkirina xebatkarên Şaredariya Mêrsînê şermezar kir
14:35 Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin
14:26 Di doza Demokratîk Modernîteyê de “perspektîfa dîrokî” hate destnîşankirin
13:50 Îranê êrişî baregehên partiyên kurd kir: 9 mirî, 32 birîndar
13:44 Malbata Şenyaşar: Her roja li ber deriyê edliyeyê tê derbas kirin ji bo rêveberan şermeke