Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye

  • rojane
  • 20:45 29 Îlon 2022
  • |
img
ERZIROM - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaşê ku di serdana girseyî ya ji bo malbata Hakan Arslan de ku piştî 7 salan cenazeyê wî di kîsikekî de radestî malbatê hatibû kirin, got ku ya hatiye kirin eziyet e û sûcê li hemberî mirovhiyê ye. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER) ên şaxa Wan û Amedê, bi girseyî serdana malbata Hakan Arslan hat kirin ku di dema “qedexeya derketina derve“ ya sala di 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû ragihandin de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî piştî 7 salan di kîsikekî de radestî malbata wî hatibû kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag, parlamenterên partiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwarî (TÛAY-DER), Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û bi sedan kes tev li serdanê bûn. 
 
Girse li ber goristana gund li hev kom bû û ber bi mala Arslan ve meşiya. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin“ hatin berzkirin. Li ber sirûda “Çerxa Şoreşê“ rêz hat girtin û bi dû re daxuyanî hat dayîn.
 
AGÎT ÎPEK HAT BIBÎRXISTIN
 
Hevserokê HDP’ê yê Erziromê Mûhammer Dûman bertek nîşanê pêkanînên li hemberî cenazeyan da û got: “Apê Alî Riza ne bi tenê ye. Ên ku hesab û kîtabê xwe dikin, bila kurdan bibînin û li wê gorê hesabê xwe bikin. Gava cenaze bi kargoyê şandin em wiha tevbigeriyana wê cenazeyên me yên din jî di kîsan de nedana me. Kurd wê li cenazeyên xwe xwedî derkevin. Kurd yek in û bi hev re ne."
 
Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya jî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek ku bi kargoyê teslîmê malbata wî hatibû kirin bibîr xist û wiha axivî: “Li aliyekî cenazeyekî di kîsekî de didin bav û li aliyê din jî cenazeyekî bi kargoyê ji dayikê re dişînin. Êrişê goristanan dikin. Dayikên me bi vî şerê derûnî rû bi rû ne. Li dijî van êrişan em kurd bi dayikên xwe re ne.“
'
SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ YE'
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: “Gelê kurd dest ji zimanê xwe û çanda xwe bernedaye û wê bernede. Piştî 7 salan di kîsikekî de dayîna cenaze eziyet e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Deshilatdariya AKP-MHP’ê ji ber sûcên ku li dijî kurdan kirin wê bê mehkûmkirin. Ez bang li hemû kesên ku behsa mafê mirovan, demokrasî û edaletê dikin, dikim. Ku mesele tê ser kurdan hûn bertek nîşanê eziyeta li mirî tê kirin nadin! Miriyên me li ku bin, gorên me li ku bin ew der axa me ye, welatê me ye. Em ê li gor û miriyên xwe xwedî derkevin.“
 
DI DÎROKÊ DE TIŞTEKÊ ÊRIŞEKE WIHA NEHATIYE DÎTIN
 
Hevserokê DTK’ê Berdan Ozturk jî wiha got: “Di dîroka mirovahiyê de li dijî cenazeyan êriş çênebûne, di şerê di navbera qebîleyan de jî zilm û eziyet li cenazeyan nehatiye kirin. Ev nîşaneya wê yekê ye ku vê dewletê di zilm û bêwijdaniyê de ji hemû zilmkarên di dîrokê de wirdetir e. Lê hûn çi jî bikin wê gelê kurd meşa xwe ya ji bo azadiyê bidomîne. Rêya me rêya serkeftinê ye. Bila serê gelê me sax be."
 
'ŞEHÎDÊ ME HEMÛYAN E'
 
Alî Riza Arslan, bavê Hakan Arslan, jî got: “Ev tenê ne şehîdê min, şehîdê me hemûyan e.“
 

Sernavên din

30/09/2022
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin
14:18 Li dibistaneke Stenbolê cihêkariya navê kurdî li xwendekar tê kirin
14:09 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Ji malbata Ercan ku Soylu hedef nîşan dabû 10 kes di bin çavan de ne
13:54 Cenazeyê zêringirê winda hat dîtin
13:48 Dadgehê pirsa JÎTEM’ê asteng kir
13:44 HPG’ê têkildarî Mezîtliyê daxuyanî da
13:33 Gunay: Li dijî dîktator, dilê me bi berxwedana gel re ye
12:59 Sercerdevanê kujer ê ku cezayeke weke xelatê lê hatiye birîn spasiya dadger kir
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:07 SNJ’ê ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd re qart şandin
12:01 Yek jê jineke ducanî bi giştî 13 kes di êrişa rejîma Îranê de hatin qetilkirin
11:46 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
11:32 'Heta ku dayika Emîne neyê dîtin gelo dê hevhelalkirin çawa bibe?’
11:26 Wezaretê birîna daran a li Şirnexê wek ‘nûkirinê’ îfade kir!
10:52 Li Qilebanê 3 kes hatin binçavkirin
10:20 Pêşnûmepirs paşve hat şandin: Ma li vî welatî qedexeye ku mirov pirsa îstîfakirina Soylû bipirse?
10:11 Navnîşana polîsê ji îşkenceya bi kuçik tê darizandin nayê zanîn!
10:01 Di 29 salên etariyê de 6 pirtûkên bi kurdî nivîsand
09:01 Endama DÎB'ê Davûtoglû: Tifaqa Ked û Demokrasiyê bijardeyeke sêyemîn e
09:01 Li Şengalê polîtîkayên şerê taybet ên PDK û Tirkiyeyê
09:00 Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê de hê jî 'veşarî' ye
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:56 Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Êrişên Îranê dijminahiya Kurdistanê nîşan dide
28/09/2022
23:18 KNK'ê êrişa Îranê şermezar kir: Li dijî êrişan helwesteke neteweyî divê
19:44 Li Çiyayê Efkarê agir bi daran ket
19:05 Artêşa Îranê: Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji êrişan hebû
17:17 Li gundê Cibriyê û Kizir jin civiyan: Pêdivî bêtir bi têkoşînê heye
17:08 Bulbulê HDP’î: Dem dema rabûna ser pêyan e
16:53 Nehiştin Komîteya Mafên Mirovan biçe serdana Girtîgeha Hewlêrê
16:48 Hewl didin talana li Şirnexê bi brandayan veşêrin!
16:41 Îstîfaya Halbûsî nehate qebûlkirin
16:34 Li dijî îlankirina ‘Qada Sît a Xwezayî’ ya Gola Wanê doz vekirin
16:33 Li Çiyayê Bagokê li dijî kesên dar dibirîn êriş hat kirin: Kesek mir
16:24 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
16:22 Xizmên girtiyan: Êdî dengê me bibihîsin
16:10 Di doza rojnameger Demîr de dê mutalaa bê amadekirin
15:50 Faîlê Esma Başegmez piştî 3 mehan hat girtin
15:42 ‘Rêya aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe’
15:41 Jin beriya hilbijartinê kom dibin: Li 11 bajaran forum wê bê lidarxistin
15:25 Li Bismîlê qeza çêbû: 4 kes birîndar bûn
15:17 Pêşnûmeya Uca ya ji bo Ocalan bi hinceta ‘pirsên divê neyên kirin’ lê hat vegerandin
15:11 Baroya Dîlokê: Jîna Mahsa serhildana me ye
14:56 ÎHD’ê binçavkirina xebatkarên Şaredariya Mêrsînê şermezar kir
14:35 Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin
14:26 Di doza Demokratîk Modernîteyê de “perspektîfa dîrokî” hate destnîşankirin
13:50 Îranê êrişî baregehên partiyên kurd kir: 9 mirî, 32 birîndar
13:44 Malbata Şenyaşar: Her roja li ber deriyê edliyeyê tê derbas kirin ji bo rêveberan şermeke