STENBOL - Danişîna doza parêzerên ji ber parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin tên darizandin hate dîtin. Şahidê nepen ê biryara wî ya anînê hebû tev li danişînê nebû.
Danişîna 5’emîn a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmût Taşçi û Mehmet Selîm Okçûoglû de hatiye vekirin li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Çaglayanê hate dîtin. Parêzer Raziye Ozturk, Metîn Îrîz û Onûr Ardik li danişînê amade bûn.
ŞAHIDÊ NEPEN NEHAT
Şahidê nepen ê biryara wî ya anînê hebû tev li danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir, nebû. Bersiva ji muzakereya nivîsa ji 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re hatiye nivîsîn re hatiye dayîn hate xwendin û xistin dosyayê.
Parêzerên di danişînê de mafên axaftinê girtin, ew xalên neyînî yên di belgeyên hatin de cih digirin qebûl nakin.
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
Dû re dozgeriyê mafê axaftinê girt û xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.
Dadgehê biryara da ku ji bo şahidê nepen bê guhdarkirin divê kirariyên pêwîst bên kirin û danişîn taloqî 7’ê kanûnê kir.