KCD, TJA, HDP, DBP: Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divê hemû kes bikeve nava tevgerê

  • rojane
  • 11:04 19 Cotmeh 2022
  • |
AMED - KCD, TJA, DBP, HDP’ê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kir ku bi kar anîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bang li gelê kurd û raya giştî ya navneteweyî kir ku ji bo parastina rûmeta mirovahiyê bikevin nava liv û tevgerê. 
 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) têkildarî bi kar anîna çekên kîmyewî ya li Herêma Federal a Kurdistanê ji hêla Tirkiyeyê ve ku dîmenên wê hatibûn parvekirin, daxuyanî didin.  Daxuyanî li Buroya Şêwirînê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya Amedê tê dayîn û nûnerên partiyên siyasî diaxivin. 
 
‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN’
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku Tirkiye di êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî başûrê Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Ev şer, di sala 2015’an de bi girankirina tecrîda li Îmraliyê re dest pê kir. Desthilatdariya AKP-MHP’ê konsepta xwe ya şer hêj kûrtir kir. Ev desthiltdarî, sûcên li dijî mirovahiyê dike. Hemû çekên qedexekirî û çekên kîmyewî li Kurdistanê bi kar tîne. Dewletên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digirin van çekan didin Tirkiyeyê.” 
 
‘BÊDENGÎ WAN BÊHTIR BI CISARET DIKE’
 
Di berdewamê de Ozturk da zanîn ku NY’yê di sala 1925’an de bi Peymana Cinevê re bi kar anîna çekên kîmyewî qedexe kiriye û wiha pê de çû: “Weke sûcekê li dijî mirovahiyê qebûl kir. Gelek caran bangawazî hatin kirin lê di serî de NY, tu szî neketin nava hewldanan û xwe li bêdengiyê danîn. Êdî raya giştî vî sûcê li dijî mirovahiyê bi dîmenan dibîne. Bêdengiya parastvanên mafên mirovan, cisaretê dide Tirkiyeyê. Banga me ji bo kesên demokrasî û azadiyê diparêzin ev e; rûmeta mirovahiyê li Kurdistanê tê binpêkirin. Em nikarin bi bêdengiya xwe xwedî li rûmeta mirovahiyê, demokrasî û azadiyê derbikevin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê em li her qadê li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.  Divê ev bertek bi daxuyaniyan bi sînor nemînin û kesek bêdeng nemîne. Nexwe bi vî rengî em jî dibin şirîkên vî sûcî. Li hêla din hewceye ku hikûmeta Iraqê li dijî dagirkerî û bi kar anîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê gavan biavêje.” 
 
‘MIROVAHÎ DEYNDARÊ KURDAN E’
 
Ozturk, di berdewamê de bang li parastvanên mafên mirovan ên Tirkiyeyê kir û wiha got: “Divê êdî hemû kes bikeve nava liv û tevgerê. Gelê kurd li Rojava mirovahî parast, rûmeta mirovahiyê parast û bi ser ketin. Mirovahî, deyndarê kurdan e û ji bo ku vî deynê xwe bidin jî hewceye dengê xwe derxînin. Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divê ji îro ve bikevin nava liv û tevgerê. Divê li dijî kesên kurdan weke laboratuarekê dibînin bikevin nava liv û tevgerê. Sedema jî Helebçe pêk anî. Heke wê rojê bertek bihatina nîşandan, Tirkiyeyê dê îro ev cisaret nekira. Ji ewil jî divê gelê me yê başûrê Kurdistanê li dijî van êrişan dengê xwe derxîne. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê li dijî êrişên ser Kurdistanê bêdeng nemînin. Dê desthilatdariya AKP-MHP’ê teqez hesaba van sûcên şer bide.” 
 
‘DIXWAZIN KURDAN QIR BIKIN’
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî bi bîr xist ku AKP’ê bi “Plana Têkbirinê” re tecrîda girankirî ya li Îmraliyê girantir kiriye û ev tişt anî ziman: “Konsepta şer xistin meriyetê. Bi kar anîna çekên kîmyewî ya li başûrê Kurdistanê jî parçeyeke vî şerî ye. Dixwazin kurdan qir bikin. Dîmenên bi kar anîna çekên kîmyewî hatin parvekirin. Divê raya giştî ya cîhanê li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemîne. Li gorî bîlançoyên hatine parvekirin, di nava şerê 6 salan de 3 hezar caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Desthilatdarî siyaseta xwe li ser şer dimeşîne. Divê gelê vê qebûl neke. Bi kar anîna çekên kîmyewî qedexe ye. Divê tu kesê xwedî wijdan li dijî vê komkujî û sûcê li dijî mirovahiyê bêdeng nemîne. Ev nayê qebûlkirin. Ev dîmen, şerma raya giştî ya cîhanê ye. Heke ew çek îro li dijî kurdan werin bikaranîn, dê sibe li dijî gelên din jî bên bikaranîn.” 
 
‘LI KURDISTANÊ ŞERÊ BÊNÎZAM’ 
 
Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev 100 sal in li dijî kurdan çekên kîmyewî tên bikaranîn, Çîftyurek, bi domdarî daxuyand ku ev demekî dirêj e li başûrê Kurdistanê şerekî bênîzam tê meşandin û wiha domand: “Em vî şerê derqanûnî şermezar dikin. Tirkiye ev sed sal in van çekan bi kar tîne. Sedam jî bi kar anî. Lê nekarî pêşî li ber têkoşîna azadiyê bigire. Ya ku Tirkiye dike, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê di zûtirin demê de dest bi bikaranîna çekên kîmyewî berde. Dê bi tundiyê nekarin tiştekî bi dest bixin.” 
 
AYDENÎZ: PDK Û BARZANÎ HEVKARÊN SÛC IN
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Tirkiye ev demekî pir dirêj e çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji roja damezirandina komarê heta niha li dijî kurdan her cureyên komkujiyan kirin. Bi kar anîna çekên kîmyewî yên li başûrê Kurdistanê, encama rastiya şerê sedsalî ye. Tirkiyeyê ji bo ku azadiya kurdan ji holê rake, bi dehan caran serî li rêya bi kar anîna çekêk kîmyewî da. 
 
Şandeya bijîşkên navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina şerê nukleerî raporek parve kirin. Di raporê de hat gotin ku bi kar anîna çekên kîmyewî tespît kirine. Tirkiye îro jî bi saya piştevaniya NATO’yê, bêdengiya hêzên navneteweyî û xemsariya raya giştî û parastvanên mafên mirovan, bi rehetî sûcên şer dike. Kesên alîkariyê didin, yên xemsar tevdigerin û yên bêdeng dimînin jî hevkarên vî sûcî ne. Gelek caran hat gotin ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne. Gelek caran şandeyan hewl dan biçin lêkolîn bikin. Lê astengiyên li pêşiya wan hatine derxistin baş nîşan dide ku ev çek tên bikaranîn. PDK û malbata Barzanî ku nahêlin şande biçin başûrê Kurdistanê, dest danin ser maskeyên li dijî çekên kîmyewî, xaka başûrê Kurdistanê pêşkeşî dagirkeriya Tirkiyeyê kiriye û rê daye ku bi dehan baregehên leşkerî li wir ava bike, hevkarê vî sûcî ye. Dema PDK’ê van tiştan dike, bi hevkariya xwe ya bi Komara Tirkiyeyê re helwesta xwe ya li dijî kurdê azad jî nîşan dide. 
 
BÊDENGIYA MUXALEFETÊ
 
Divê gel û partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê û çar parçeyan dengê xwe bilind bike. Nayê qebûlkirin ku muxalefeta Tirkiyeyê li dijî kesên zarokên vî gelê bi hovane qetil dikin, li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku şerên sûc dike bêdeng bimînin. Tevî vê yekê jî tên Kurdistanê û ji gelê kurd dengan dixwazin. Ev yek, durûtî ye. 
 
DÊ GEL DEV JI AZADIYA XWE BERNEDE
 
Weke ku hûn jî dizanin, Erdogan di 23’yê cotmehê de tê Amedê. Serokê vê desthilatdariya ku ewqas sûcên şer kiriye dê bi kîjan rû were Amedê, Kurdistanê? Weke gelê kurd em dibêjin ku naxwazin Erdogan bê Amedê, Kurdistanê. Tu kes bi hêza fîzîkî, bi teknîk, çekên kîmyewî û çekên qedexekirî re nikare bi ser keve. Yên ku têkoşîna birûmet dimeşînin dikarin bi ser kevin. Yên ku vî şerê qirêjî dimeşînin, dê biçin sergoya dîrokê. Bi sala ye li dijî gelê kurd sûcê şer tê kirin. Duh li Helebçe û Zozanên Şênê, îro jî li Avaşîn, Zap, Metîna û xaka başûrê Kurdistanê dikin. Gelê kurd heta niha çawa li ber xwe dabe û dev ji têkoşîna azadiyê bernedabe, dê îro jî li dijî çekên kîmyewî têkoşîneke hevpar bimeşîne. Dê ev gel xwedî li zarokên xwe derkeve. Ev gel, xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya 50 salan e û dê dev ji azadiya xwe bernede. Dê gelê me hesaba dîmenên li ser medyaya civakî tên parvekirin, bipirs e. 
 
BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR
 
Divê ji OPCW’ê heta WHO, NY, YE, rêxistinên tenduristiyê û LAHEY’ê, hemû sazî têkildarî bi kar anîna çekên kîmyewî bikevin nava hewldanan. Bêdengî û pêkneanîna peywira xwe, berevajî rol û mîsyona van saziyan e. Divê di zûtirin demê de ji bo bi kar anîn çekên kîmyewî û yên qedexekirî bikevin nava hewldanan. Ya ku îro Komara Tirkiyeyê dike, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Hewceye her kesê ji xwe re dibêje mirov, nivîskar, hunermend û saziyên navneteweyî li dijî vê wehşetê dengê xwe derxînin. 
 
DIVÊ KESEK LI DIJÎ SÛCÊN ŞER BÊDENG NEMÎNE
 
Em ê her roj li dijî bi kar anîna çekên kîmyewî û yên qedexekirî têbikoşin. Ev wehşet, li dijî mirovahiyê tê kirin. Gelê kurd bi sala ye ji bo mirovatî, demokrasî û azadiyê têdikoşe. Dê vê têkoşîna xwe bidomîne jî lê divê em bi hev re mil bidin vê têkoşînê. Ji bo ku nebin hevkarên van sûcan, divê hemû derdorên demokrasîxwaz bi hev re têbikoşin. Bi vê rojevê em ê sibe li gelek bajaran daxuyaniyan bidin.  Di serî de gelê kurd, divê hemû kes piştgiriyeke xurt bide û tev li daxuyaniyan bibe. Em ê tu carî li hemberî van sûcên şer û vê zîhniyeta qirker bêdeng nemînin. Mebesta vê faşîzmê jî ew e ku bi rêya bêdengî û belavkirina tirsê, hebûna xwe saz bike.” 
 

Sernavên din

19/10/2022
13:54 Şîrikiya Tirkiyeyê û PDK’ê ya kîmyewî
13:27 Li Girtîgeha Êlihê 3 jinên siyasetmedar hatin sirgunkirin
13:17 Cenazeyê Urper piştî 23 rojan hate veşartin
13:07 Li DTSO’yê cara ewil seroka meclisê ya jin hate hilbijartin
12:50 ‘Heke bi qanûnên xwe bikirana dê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan’
12:50 ‘Li Kurdistanê di bin navê ol de li dijî Rêya Sêyemîn pêngavek tê pêşxistin’
11:57 Qeyûm otogara ku bi 2 milyonan çêkir bi bihayê 22 milyon û 550 hezar TL’an da îhaleyê
11:04 KCD, TJA, HDP, DBP: Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divê hemû kes bikeve nava tevgerê
11:01 KNK: Rewş awarte ye, roj roja berxwedanê ye
10:45 Li Erdîşê bi ser malan de girtin: Hevseroka HDP’ê hat binçavkirin
10:42 Qeyûmê Cizîrê ji bo mîhrîcanê alavên sporê yên parkê jê kirin
10:40 Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ji sedî 90’î girtiyan hatin sirgunkirin
10:36 Rojnameger Ozdemîr: Li Iraqê her aliyê ku winda kirî xwe serkeftî nîşan da
09:06 Li girtiyên ku kamerayên odeya wan temaşe kirine şikandine ceza hatiye birîn
09:04 Mîhrîcana Şonaya Bajêr a Amedê sibê dest pê dike
09:02 Li girtiyê ku berdana wî 2 caran hatiye taloqkirin cardin 'poşmanîtî' tê ferzkirin!
09:01 Dayika ku 7 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Kesê xwedî wijdan dê tev li mîhrîcanê nebe
09:01 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema paleyiya kunciyan
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2022'YAN
18/10/2022
22:39 Li hemberî Asayîşa Êzidxanê êrişek pêk hat: 4 kes birîndar bûn
19:27 HDP'ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bang li raya demokratîk kir
19:10 ESP: Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê dike
18:35 RSF: Li Îranê 41 rojnamevan hatine girtin
16:48 Dîmenên 2 HPG’iyên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn hatin weşandin
16:30 Xwendekara ku sirûda pesnê Hamaney dide nexwend hat qetilkirin
16:19 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de ji bo ku bersûc ‘heqê ziyanê’ bidin dem hat dayîn
16:01 Malbatên girtiyan peyama berxwedana li dijî zilmê dan
15:37 Di ‘Plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê de tiştek neguherî
15:05 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat berdan
15:05 Tirkiyeyê li Başûr di rojekê de 14 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:57 CHP xala 29’an dibe AYM’ê
14:53 Li Egeyê erdhej çêbû
14:45 Buldan: Erdogan di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da
14:34 Sporvana îranî ku agahî jê nedihat girtin daxuyanî da
13:55 KON-MED’ê bang li gelê kurd kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dakevin qadan
13:51 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
13:26 ÎHD: Bila berpirsiyarên karesatê yên rasteqîn bên darizandin
13:14 Emîne Şenyaşar: Ez li benda biryara îstînafê me
13:05 KODAR’ê banga avakirina ‘meclisên bajaran ên xweser’ li çalakvanan kir
12:41 Zarokê ku wesayîta polîsan lê dabû emeliyat bû
12:41 Dadgehê proje betal kiribû lê qeyûm îhaleya hilweşandinê derxist
12:33 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:21 Alayên AKP’ê li bin posterên Erdogan ên derqanûnî hatin daliqandin!
12:18 Nasnameyên HPG’iyên di êrişa kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:52 Cenazeyên Urper û Hisên ev 22 roj in li ATK’ê tên sekinandin
11:44 Agahî ji sporvana îranî ku serqot beşdarî pêşbaziyê bûbû nayê wergirtin
11:42 Li girtîgeha ji bo danişînê anînê hate derbkirin û tacîzkirin
11:17 YE'yê ji ber rola wan a di êrişan de mieyîde li ‘polîsên exlaqê’ û rayedarên Îranê ferz kir
11:04 Du lawên wî ketine nava tora tiryakê: Dewlet fıroşkarên tiryakê nagire
10:30 Xelîl: Bicihkirina HTŞ'ê ya li Efrînê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re ye
10:07 Erdogan ‘Qanûna Sansurê’ pejirand
09:30 Rojnameger Boltan: Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin
09:18 Li Xarpêtê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
09:01 Encumena HDP'î kirine endama AKP'ê!
09:00 'Em ê mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamevanan biparêzin'
09:00 Ferît Şenyaşar: Divê Yildizê AKP'î wekî bersûc bê darizandin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan