Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek

  • rojane
  • 17:19 22 Cotmeh 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel ê di kongreya ANYAKAY-DER’ê de axivî wiha got: “Îro yekane armanca tifaqa AKP’ê û MHP’ê tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan e. Divê em li hemberî vê yekê di berxwedanê de bibin yek.”
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê ya li navçeya Konaka Îzmîrê li dar xist. Di kongreyê de pankartên bi nivîsa “Pênûsa heqîqetê nayê bêdengkirin” a bi wêneyê rojnamevan-akademîsyen Nagîhan Akarsel ê li Suleymaniyeyê hat qetilkirin û pankarta bi wêneyê Denîz Poyraz ê bi nivîsa “Li ser rêya deryayan li ser sifreya rojê” û “Dilsoziya bi nirxan re bi mezinkirina têkoşînê pêkan e” hatin daliqandin. Tevî nûnerên partiyên siyasî yên cuda û rêxistinên civakî yên sivîl, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û malbata Denîz Poyraz a hat qetilkirin jî tevlî kongreyê bûn.
 
Di vekirina kongreyê de Hevserokê ANYAKAY-DER’ê Halît Batan axivî û diyar kir ku pêvajoyeke dijwar û şer diqewime heye û serkeftin ji rêveberiya nû re xwest.
 
Piştre Gulîstan Kiliç Koçyîgît a HDP'yî ku bi bîranîna Nagihan Akarsel, Jîna Emînî û Denîz Poyraz dest bi axaftina xwe kir wiha got: “Gelê kurd sed sal in li ber xwe dide. 40 salên dawî bi pevçûnan hate destnîşankirin. Gundên me hatin şewitandin û valakirin. Her yek ji me neçar man koçî erdnîgariyeke nû bikin. Lê me koka xwe ji bîr nekiriye.” Koçyigît, diyar kir ku gelê kurd li metropolan têkoşînê didomîne.  
 
‘TÊKOŞÎN WÊ DAWIYA DESTHILATÊ BÎNE’
 
Koçyîgît, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên Zap û Avaşînê û wiha berdewam kir: “Di şerê 40 salan de me şahidiniya gelek tiştan kir. Li dijî faşîzmê hêza herî têkoşer em in. Em li vir li ber xwe didin, Birêz Ocalan di girtîgehê de li ber xwe dide. Ji bo vê jî tecrîd heye. Ji ber vê yekê komkujî pêk tê. Lazim e gelê kurd sazî û têkoşîna xwe xurt bike. Ev yek wê dawiya desthilatdariya faşîst bîne.”
 
‘DIVÊ EM LI DIJÎ ÎXANETÊ BIBIN YEK’
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel jî diyar kir ku şer li Kurdistanê tê ferzkirin, li Rojava û Başûr li dijî zilmê berxwedanek heye û wiha got: “Îro faşîzma AKP’ê û MHP'ê tifaqek ava kiriye. Yekane armanca vê tifaqê tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya kurdan e. Behsa 2023’yan dikin. Sedsaliya înkarkirina hebûna gelê kurd û gelên Anatoliyê ye. Dixwazin gel sed salên din jî bê çand û bêziman bimînin. Ji bo vê jî dixwazin li Başûr bêhnê ji kurdan bistînin. Li Îmraliyê tecrîdê ferz dikin. Dixwazin bêhnê ji gelê kurd ê ku li Rojhilata Navîn mînak digire bi modeleke nû bistînin. Ew dijminê hebûna gelê kurd in. Hêzên kurd divê li ser xiyanetê yekîtiyê hilbijêrin. Em careke din bang dikin. Kî xizmetê ji zaliman re bike ne dostê me ye. Divê em di berxwedanê de bibin yek û li dijî îxanetê rawestin. Îro li dijî rejîma faşîst a Îranê yekîtiya kurd ava bûye. Lazim e her kes li cem vê bisekine. Kurd wê bi tevgera azadiyê re serbikevin.
 
XWERÊXISTINKIRIN LI DIJÎ XELETIYAN DENGEK E
 
Malbatên me heke birêxistin bin dikarin xurt bin. Tesfiyekar ewilî hewl didin bi rastiya malbatên me bilîzin. Ji bo vê jî ev komele, ev rêxistin ji bo me dengek li dijî hemû neheqiyan e. Ez careke din bang dikim. Divê malbatên me yên nirxdar li derveyî vê rêxistinbûyînê neyên hiştin. Divê nebe hedefa êrîşên faşîst. Ji bo vê jî pêwîste di bin vî banî de xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku ev berpirsyarî hilgirt ser milê xwe, ez dixwazim spasîya rêveberiya berê bikim. Ez serkeftinê ji wan kesan re dixwazim ku wê vê têkoşînê bidomînin.”
 
HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN
 
Piştî xwendina raporên xebat û malî hatin xwendin Mîkaîl Atan û Rahîme Polat weke hevserokên nû yên ANYAKAY-DER’ê hatin hilbijartin. 
 
 
 
 

Sernavên din

24/10/2022
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin