Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe

  • rojane
  • 14:29 24 Cotmeh 2022
  • |
img
WAN - Baroya Wanê, OHD û TUAYDER’ê bi girtiyên li girtîgehên Erziromê tên ragirtin re hevdîtin kirin û rapora xwe amade kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîda girankirî ya li ser girtiyan girantir bûye û mafên tenduristî û agahîgirtinê tên binpêkirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, Şaxa Komeleyên Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER) a Wanê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Erziromê bi raya giştî re parve kir. 
 
Rapor, li Eywana Konferansan a Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi daxuyaniyekê hat parvekirin. Di daxuyaniyê de gelek parêzer amade bûn. Rapor, ji hêla endama OHD’ê Ekîn Yeter ve hat xwendin. Eker, da zanîn ku wan rapora xwe li ser serlêdanan malbatan û piştî serdanên li girtîgehan amade kirine. Bi domdarî Yeter got ku wan li girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê, Girtîgeha Hejmar 1 a Dumluyê û Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê re hevdîtin kirine û di serdanan de xuya bû ku gelek mafên girtiyan tên binpêkirin. 
 
BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ
 
Di berdewamê de Yeter diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hejmartina li ser pêyan li girtiyan tê ferzkirin û ev agahî parve kirin: “Sewqên girtiyên nexweş tên vehêlandin û piştî sewq derdikevin jî 4 meh şûnde dibin nexweşxaneyê. Nahêlin Yenî Yaşam û tu rojnameyeke din a muxalîf bikeve girtîgehê. Ji ber ku girtiyan rûniştinên meclisê li ser TRT 3-Meclis TV’ê temaşe dikirin, ev kanal ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hat jêbirin. Li gel ku girtiyan gelek caran daxwaza dîsa anîna van kanalan kiribe jî ev daxwaz nehatiye qebûlkirin. Her wiha her hefteyê li odeyan lêgerîn tê kirin. Di dema lêgerînê de ode zêde tên belavkirin û her alavekê diavêjin cihekî. Xwarin, ne bi qasî ku kesek pê têr bibe tên dayîn û tiştên kantînan jî pir bihana.” 
 
CEZAYÊN HUCREYÊ
 
Di berdewamê de parêzer Yeter bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehên Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind ên Dumluyê û wiha pê de çû: “Di girtîgehê de girtiyên cezayê muebbeta giran, muebbet û yên demkî hene. Hemû girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Heman şert li hemû girtî û hikûmxwaran tên ferzkirin. Hemû girtî xistine odeyên bêhewş û rojê tenê 1-2 saetan dikarin derkevin, rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re gotiye ku dê têlê bidin ber odeyên yekkesî, di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, girtiyên ku lêgerîna tazî red dikin bi darê zorê tên tazîkirin, girtiyê bi navê Huseyîn Ortaç ê 82 salî gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene lê di girtîgehê de dimîne û nikare baş tedawî bibe.” 
 
Piştre jî Yeter ev daxwaz rêz kirin:
 
“*Divê rêveberiya girtîgehê û karmendên wê di çarçoveya rêgezên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî tevbigerin û dawî i îşkence, binpêkirinên mafên tenduristî û tedawiyê, mafê azadiya şexsî, mafê ewlehiyê û mafê agahîgirtinê bînin. Her wiha divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. 
 
* Malbatên girtiyên ku li deverên dûr hatine sirgûnkirin, di dema pandemiyê de ji bo hevdîtina girtî, neçar dimînin ku rêyeke dirêj bidin ber xwe û bi vê yekê re xetere li ser tenduristiya malbatan çêdibe.  Lewma jî divê mafê axaftina li ser telefonê zêdetir bibe. Qet nebe bila bi hemû kesên di lîsteya ziyaretvanan de cih digirin, bikarin li ser telefonê biaxivin. 
 
*Ji bo ku girtî di şert û mercên girtîbûnê de ji têkiliyên civakî qut nebin û tenduristiya wan a bedenî û ruhî baş be, çalakiyên li qadên hevbeş pir girîng e. Bi taybet jî divê girtiyên li girtîgehên bi ewlekariya bilind tên ragirtin, heta demekî dirêj ji têkiliyên civakî dûr neyên xistin. Ev yek bandoreke mezin a neyînî li ser beden û ruh çê dike. Bi hinceta pandemiyê nahêlin girtî li qadên hevpar çalakiyan li dar bixin û vê yekê jî rê li ber girankirina şert û mercên tecrîdê vekiriye. Girtiyên din jî mîna girtiyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û ev yek nayê qebûlkirin. 
 
* Ji bo ku haya girtiyan ji dinyaya derve hebe, ji civakê qut nebin û geşedanên heyî bişopînin, weşanên demkî û domdar pir girîng in. Girtî, bi saya pirtûkan xwe ji gelek aliyan ve pêş dixin û dema xwe pêş dixin jî li ser kovar û rojnameyan geşedanên li der ve dişopînin. Ev yek kêmek jî be, tecrîda li ser girtiyan siviktir dike. Lê belê li girtîgehan pirtûk hatine bisînorkirin û kovar û rojname jî hatine qedexekirin. Lewma jî girtî nikarin ji mafê xwe yên azadiya îfadegirtinê, agahî girtin û agahîgirtinê bi kar bînin. Divê ev sepan bi dawî bibin, kotaya pirtûkan bê rakirin, mafên wan ên ragihandin û têkilîdanînê neyên binpêkirin û kovar,rojname û TV’yan bidin girtiyan.” 
 

Sernavên din

24/10/2022
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin